Bube Eser: Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me

Hat dîtin û tê zanîn ku êdî siyaseta bakurê kurdistanê bi sal mezinan nemeşa. Ji ber ew bi xwe ji hêz de ketine û nikarin êdî bê gopal bi rêyekê de herin. Kesên weha dê çawa partiyeke ji bona azadiya welatekî bidin meşandin.
Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me
Nêrîn Belav bike

Divê êdî baş bê dîtin û zanîn ku îro piraniya partiyên me yên li bakurê kurdistanê li gor min tu rol û erka wan nemaye. Ji ber ku nema dikarin mudaxeleyî pêvajo û rojevê bikin. Lewra jî karê wan maye ji bona berjewendiya sexsan…

Derd û armanca piraniya partiyên me yên îro ji Kurdistanê bêtir, parastine şexsan ango rêvebirên xwe dikin vê jî li ser navê Kurdistanê dikin. Ji bilê vê tu karên bikaribin rojeva Bakurê kurdistanê biguherin an mudaxele bikin tune ye an nema ye.

Çi dema partiyeke bi armanca azadî û serxwebûna welatê xwe derket ser rê û bi serneket divê ya xwe fesih bike ango ji qada siyasetê dûr bike. An jî rêvebirya partiyê bide ciwan û xortên zîrek û jêhatî,

Hat dîtin û tê zanîn ku êdî siyaseta bakurê kurdistanê bi sal mezinan nemeşa. Ji ber ew bi xwe ji hêz de ketine û nikarin êdî bê gopal bi rêyekê de herin. Kesên weha dê çawa partiyeke ji bona azadiya welatekî bidin meşandin.

Hûn dibînin ango tê zanîn ku êdî hin partiyên li bakurê kurdistanê bûne weke malê hin ji wan sal mezinan. Li ser navê partiyê peran dixwin û bi rehetî fikra bi salan pê bawer bûn davêjin. Wê partiyê weke dikana xwe bi kar tîne. Lê ya herî xerab jî êdî endam jî fêrî vê yekê bûne Ew jî li hember vê bêdeng in.

Çi dema li welatekî weke Kurdistanê partî bûne ya sexsan û wan kesana ji bona berjewendiya xwe wê bi kar bîne, aha wê demê êdî siyaseta neteweyî mirî ye. Ya jî didin kuştinê

Dema siyaseta neteweyî mir êdî hemî kar û xebatên partiyan dibe ji bona berjewendiya hin kesan. Partî êdî dikeve bin kontrola kesekî ku ew jî li gor berjewendiya xwe wê bi kar tîne.

Me gelek caran gotiye û nivîsîye ku êdî li bakurê kurdistanê yek partî nikare bi tena serê xwe rojeva kurdan destnîşan bike. Lewra dibin xizmetkarê ku yên rojevê diyar dikin.

Nabin yek Ji ber ku li bakurê kurdistanê bi piranî kesên me bi nexweşiya serokatiyê ketine û nikarin ji ber berjewendiyên xwe ya şexsî dev ji wê berde. Lewra jî yekîtî nabe û heta rewş ev be dê ne pêşketin bibe ne jî wê van partiyên me bikaribin tiştekî ango karekî baş bikin.

Ev jî dide diyarkirin ku ruhiyeta neteweyî bi wan serok û rêvebirên hin ji wan partiyan ne kemilî ye. Ji ber vê hemî kar û xizmeta hin kesan tenha dibe ji bona wan.

Serok Barzaniyê nemir çi gotibû: ”Heger kes nebûbin netewî ew dikarin rojekê welatê xwe jî bifroşin”.

Îro li bakurê kurdistanê em vê dijîn.Ev yeka jî bala tu partiyan nakşîne. Serok ji bona berjewendiya xwe partiyê difroşe, ji bona xwe wê bi kar tîne, lê endam bê deng in. Heta ku serê derziyê negihêje wan dengên xwe ji vê rewşê re dernaxin

Êdî dîz û xwediyê malê bi hev hesiyan in Em û ew partiyana jî dizaninn ku êdî tu fêda wan ji bona kurdistaneke azad û serbixwe nemaye.

Bi gotineke talî divê van partiyên me yên xwediyên siyasetmedarên ji salên 70ê de mane, divê xwe fesih bikin, ji qada siyasetê vekişin, da ku piştî valahiyekê xort û ciwan dest bajêjin meselê.

Ciwan çiqasî bê tecrube bin jî wê ji sal mezinan baştir kar bikin. Di nava karên xwe de wê bibin xwedî tecrube jî.

Lê heta ev sal mezinên me, taqawît ango kêmendamên me di serokatiya partiyan de bin, ne wê ew partî bi pêşve here, ne jî wê bikaribin rojeva gelê kurd destnîşan bikin.

Her weha ev ê ji wan re bibe weke gunehkariyekê ku siberojê hin dikarin ji ber vê hesab ji wan bi pirsîn. Her kes behsa tunebûna ciwanan di nava partiyan dikin. Lê kes jî naxwazin cihê xwe ji wan re bihêlin…

Siyasetmedarno sal mezinino, weleh we siyaseta li bakurê kurdistanê qirêj kirî ye. Êdî baweriya kesan bi kesan nayê.Pîvan mîvan nemaye. Destê kê di bêrîka kê de ye êdî ne diyar e. Berjewendiyên sexsî li pêş û ya neteweyî tenê di gotinê de maye.

Heger hûn bixwazin bi aweyekî paqij li ser xebat û koka xwe bimînin, destên xwe ji nav karê partiyan bikşînin û xwe ji gunehkariyeke mezin dûr bixin

Bibin aqilmend, bibin şêwirmend lê nebin serok û rêvebir…

Vî nêrînê tevayî: 1849 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:21:40

Nêrînên Dawî

Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK