Bube Eser: Boxtan, Derew û şelaftî… - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Boxtan, Derew û şelaftî…

Dema mirov li dîroka xwe û ya welatê xwe dinêre dibîne ku di her demê de kesên weha hebûne û ev di nava kurdan de bûye weke adetekê, weke sîstemekê…
Boxtan, Derew û şelaftî…
Nêrîn Belav bike

Mirov carna pê nahese an nabîne û nizane, hin bi zanetî çawa boxtanên mezin dixin hustiyên me re. Divê wan kesên boxtanan dikin, divê bizanibin dê rojekê dema wan jî bê. Derew, bextreşî boxtan para hinan ketiye ku bê van nikarin bijîn.

Hebûna kesên weha, dewlemendbûna kesên weha an di siyasetê de di warekî demkî de mezin bûna kesên weha hemî li ser asasê wan tiştên min li jor bi nav kirine.

Dema mirov li dîroka xwe û ya welatê xwe dinêre dibîne ku di her demê de kesên weha hebûne û ev di nava kurdan de bûye weke adetekê, weke sîstemekê…

Kesên vê dikin bêtirên wan şelafê hinan in. Ew hinan jî naxwaze kes ji wan baştir an pêşvetir be. Lewra hinên ji bona mezinê xwe boxtanan dixin hustiyên kesên durust, zana, jêhatî û zîrek. Nabînin dê rojekê dawiya wan jî bê…

Ew kesên boxtan li wan tê kirinê, heta ku bi xwe dihese, an dibîhîze bê hin bi zanetî ji bona ew bi sernekeve, bê çê boxtan û bobelatan dixe hêla wî/ê.Yên van boxtan û bobelatan jî dibihêzin, ji xwediyê meselê napirsin hema bawer dikin û dibin xwedî helwestên şaş li hemberê kesên baş û durust.

Di nava kurdan de ev bi awayekî berfireh û xurt tê meşandin an kirinê. Ji ber ku kurd bindest in, tim jî serdestên xwe di ser xwe re digire.  Bi qasî qîmet û rûmeta dide serdestê xwe ribekî wê nade nas û dostên xwe.

Ji ber di qarekter û sexsiyeta kesên bin dest de, şelaftî, derew û boxtan heye. Evana bûne perçek ji jiyana wan. Nikare û naxwaze ji wan kesên ku di derheqê wan de tişt bihîstibe, ji wan bi xwe jî bipirse û rastiya meselê fêr bibin.Çawa jê re tê gotin weha bawer dikin bê ku lêkolînekê bikin,  dilê xwe ji wî/ê dihêle…

Napirse, lê çendan jî ew li ser dike û difroşe hinên ku ji te qet hez nakin. Ew jî vê bi rêyeke ku mirov bi sernekeve bi kar tîne. Lê ji bîr dikin ku roj tê wana yek bi yek têne zanîn û nasîn.Heger mirov bi sebir be nasîna wan ne zor û zehmet e.

Van kesên derewîn, şelaf û xwedî boxtanên bi dûvik, xwe dighêjînin cih an kesên dê bikaribin an bixwazin alîkariya  mirov bike, bi wan derew, şelaftî û boxtanan pêşî li her tiştekî ji bona pêşveçûnê digirin.

Heta tu haydarî vê dibe hasil di mûsilê de derdikeve. Ji ber ku hemî şelaf û derewîn ji te direvin, nivîsên te li gor wan bê wate, berhemên te bê tam dibin an dixwazin weha bidin diyarkirinê. Ji ber ku kesên din jî naxwîne tenê bi çavekê li gor wan derew û boxtanan li nivîs û berhemên te dinêrin.

Ji ber em di civateke bi salan e bindest mane de dijîn, hin nikarin wan tiştên di derheqê kesan de ji hin berpirs û desthilatê re têne gotin, ew bi xwe jî lê bikolin û rastiya mesele ew bi xwe bibînin. Xwe nadin zehmetê bi tiştên ji wan re tê gotin baweriyê tînin û hinan ji bîr dikin an xwedî lê dernakev e.

Nabînin an hin nahêlin bê wan kesên boxtan û derew li wan tê kirinê, ji bona gelê xwe, ji bona destkevtiyên welatê xwe bê çiqasî zehetî kişandine, bê çiqasî ked û bedel dane. Heta vana têna zanîn jî wan camêr û canikan ji çap dikevin.

Ev bûye weke sîstemekê û dinav kurdan de bi awayekî gelemperî tê bi karanîn. Li gor vê bikaranînê jî hinên qet ne layiqê hin meqam û tiştan in, digirin. Kesên hin tişt heq jî kirine bi tena xwe bê dost û heval dimîne.Helbet ev ne heta heta  ye…

Xebatên kesên weha, cahda mirovên weha tim jî heta sax bin qîmet û rûmetê nagirê. LÊ piştî mirina wan jî yên berî herkesan zêde pesnê wan didin ew kesên ku di jiyana wî/ê de li dij wan bûn ne.

Ji bona ev sîstema xerab rabe, divê kurd êdî yek alî ji herkesan bawer nekin. Tiştên bihîst, tiştên hate guhên wan û tiştên guhdarî kirin divê ew bi xwe jî lêkolîneke bike û bibîne bê rast e an na.Ya herî rast jî divê ji kesên muxatabin vê bipirsin…

Heta ku kurd û desthilat vê ji kesên muxatab nepirsin wê tim jî kesên xebatkar, zîrek û durust di nava tune bûnê de bin. Yên derewîn, şelaf û ê boxtanan dike hustiyê nas û dostên xwe jî dê  xweş bijîn û dijîn.

Heta ku ev sîstem ranebe, wê rastiya civatê jî weke tê xwestin neyê zanîn û dîtin.Lewra jî çi kes û çi jî rêxistin bin, divê êdî li ser vê sîstemê rawestin û li hemberî kesên weha bê deng nemînin.

 

Vî nêrînê tevayî: 833 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:21

Nêrînên Dawî

Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK