Bube Eser: Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???

Kurdistaneke serbixwe wê ruhê, şoreşên kurdan yên li bakur, başûr,rojhilat û rojavayê kurdistanê geş bike, wê tola serok û hemû rêberên kurdan hilîne û wan ji nû de bi bîr bîne û bide zanîn ku encama xebatên wan gihişt armanca xwe.
Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???
Nêrîn Belav bike

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji  ber ku kurdistaneke ser bixwe wê ji nû de ruhiyeta kurdî di mejiyê kurdan  û kurdistaniyan de ji nûde bide kurdan da ku kurd xwedî li welatê xwe derkevin.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber ku  wê ew mejiyê kurdan ku hema hema tu nemaye ji kurdbûnê dûr û ji kurdistanê birevin li wan vegerîne. Wê ev kurdistana serbixwe ji nû de hin kurdan bike kurd da ku welatê xwe biparêzin  berjwendiya welatê xwe di ser her tiştekî re bigirin.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji  ber vê ye ku wê kurdan bide nasîn,  kî dost û kî dijmine. Wê bide zanîn ku di welatê xwe ê azad jiyandin çi ye, çi tamê û hêjayiyê dide.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji ber wê ye ku ew kurdên di qada navneteweyî de mirîne, zindî bike. Wê êdî li seranserê cîhanê kurdên bêne nasîn û zanîn ku ew kîne, nebiyê kêne.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji  ber ku wê kurdan fêrî berjewendiya gelemperî bike da ku ji ya şexsî dûr bikevin û ya neteweyî biparêzin.

Belê yanî  bi kurtasî wê kurdistaneke azad û serbixwe her tiştekî bide kurdan û êdî wê kurdan ji xulamtiya Ereb, Ecem û ji ya Tirkan xilas bike.

Loma divê kurd vê şansa niha ku li başûrê kurdistanê ketiye dest bernedin, xweditiyê lê bikin, ji bona bibe dewleteke serbixwe çi lazim be divê hemû kurd wê bikin. Ev şansa kurdan ya talî ye loma divê kurd lingên xwe li vê nedin.

Ji  ber vê ye ku divê hemû kurdên kurdistanê, xelkê li ser erda kurdistanê dijîn û yên li seranserê cîhanê divê hêz û qaweta xwe bikin yek da ku ked û xebatên  wan,  tenê ji bona kurdistaneke serbixwe be. Ji ber ku hebûn û nebûna kurdan, xelk û kêmneteweyên li ser vî erdî dijîn, di kurdistaneke serbixwe de derbas di be.

Kurdistaneke serbixwe wê ruhê, şoreşên kurdan yên li bakur, başûr,rojhilat û rojavayê kurdistanê geş bike, wê tola serok û hemû rêberên kurdan hilîne û wan ji nû de bi bîr bîne û bide zanîn ku encama xebatên wan gihişt armanca xwe.

Çima Kurdistaneke serbixwe? Ji  ber ku wê piştî gelek serîhildan û şoreşên gelê kurd yên li hemberî dagirkeran ku têk çûbûn wejîne, wan bi bîr bîne û bi vê yekê êdî kurd dê mezinên xwe, serok û rêberên xwe yên ji bona kurdistaneke serbixwe xwîna xwe rijandine, di vê rêyêde bûna cangorî bide nasin.

Ji ber vê ye ku çareserkirina hemû problem, êş û derdên kurdan di kurdistaneke serbixwe de derbas dibe. Ji  bona kurd vê rojê nebînin, dagirkeran tim kar û haziriyên xwe kirine, dikin û wê bikin da ku kurd wê haziriya şahiya ku ji bona kurdistaneke serbixwe li dar nexin çi ji destên wan tê dikin, kirine û wê bikin.

Niha jî dagirkerên welatê me li ser vê bi hevre ji nûde ketin nav tevgerekê û vê tevgerê bi saya hin kurdan baş digerînin.

Ji ber ku kurdan tim gotine û dibêjin: ”Kurmê darê ne ji darê be nikare bi darê”- Ji ber vê ye ku niha tirsa kurdan ya herî mezin ev e.

Dijmin weha kirî ye ku kurdan bi destê kurdan ji welatê wî diqewirîne, welatê wan xerab û wêran dike. Dijmin rêxistineke weha damezrandiye ku alîkariya hemû dagirkeran li gor dilê wan dimeşîne û rêvebiriya vê her hinan xwe li ba hin dagirkeran bi cih kirine.

Niha jî ev rêxistin ango pkk ji bona kurdistaneke azad demokrat û serbixwe li başûrê Kurdistanê çê nebe çi ji destê wê tê ji bona dagirkeran dike.

Li rojavayê kurdistan çi malwêranî hebû anîn serê kurdan, malên wan bi ser serê wan de hilweşandin. Kurd ji erda wan qewirand û kirin penaber. Kobanê û gelek bajarên din xistin çi halî diyar e.

Li rojhilata kurdistanê dema pdk-î xwestin şerî azadiya gelê xwe bikin, pkkê kemîn li pêş pêşmergeyên wan vedan, hin ji wan kuştin da ku pdk-î ji dest ji şerê li hemberî îranê berdin.

Bi vê nesekinîn, li bakur jî bi saya kolandina çalan (xendek) ku kurdan têde bifetisînin, bakurê kurdistanê jî li gor dilê dijminê kurdan kirin. Tenê bi saya wan çalan 8000 kurd bûne qurban. Gelek bajar û bajarok wêran bûn.  Lê heta niha tu kes û rêxistinan ev hesab nepirsîn ku van kurdana ji bona çi bûne qurban û çima, ji ber çi ewqasî bajar hatin wêrankirin û xerabkirin. Bi wê jî nehatin ser.

Niha eşkereye ku li başûrê kurdsitanê, Kurdistaneke serbixwe  li ber derî ye. Lê  ji bona wir serxwebûna xwe ranegihînin çi ji wan tê wê dikin. Ev kirin jî hemû li gor plan û projeyên dagirkeran dikin. Sedem?

Sedem ew e ku şerekî  nû yê qirêj di nava kurdan de bixuliqînin da ku ji nûde kurd şerê hev bikin û di vî şerî de kurd bi destê kurdan bêne kuştin, da ku kurdistaneke serbixwe ranegihînin.

Ev ê çi bîne, bi vê wê bixwazin dijminatiya nava kurdan xurt bikin, kurdên bakur û başûrê kurdistanê bikin dijminê hev da ku kurdên bakurê kurdistanê piştgiriya kurdistaneke serbixwe nekin.

Niha tirsek mezin heye ku pkk vê bide destpêkirin. Loma jî bi saya hêz û qaweta dagirkeran ketiye şengalê û nexwaze ji wir derkeve. Heta ew li wir be jî dê başûrê kurdistanê nikaribe bibe dewleteke serbixwe. Aha mesele pkk ev e ku dewleteke kurdan ya serbixwe çê nebe. Ji xwe rêvebirên wê hemû vê  bi eşkereyî dibêjin û diparêzin.

Niha dê çi bibe, bi zorê ya jî bi rehetî divê pkk şengel û qandilê biterkîne da ku kurdistana serbixwe bê ragihandin û şerê kurdkuştinê ji nûde nebe. Ji ber ku ev  qanûneke navneteweyî ye ku ji bona tu bibe deweleteke serbixwe divê tu bikaribe sînorê xwe biparêze û xwedî li erda xwe derkeve.  Ya na kes wî mafî nade te.

Îro ew maf ew qeder ketiye destê dewletên mezin û navneteweyî  ew jî li gor qanûnên hene dê tevbigerin, ev qanûn jî ev e ku divê tu bikaribe erda xwe, sînorên xwe biparêze. Heger te neparast tu nikare dewleta xwe ya serbixwe jî ragihîne. Çare?

Çare ew e ku divê pkk bê şer û aloziyan xwe ji nav û li ser erda başûrê Kurdistanê vekşîne. Heger xwe venekşîne divê bêne vekşandin. Heger ev nebe kurd wê tu kurdistaneke serbixwe û azad jî nebînin.  Ev ewqasî zelal e.

Nivîsa xwe bi gotina serok  Barzanî diqedînim: ”Gundekî azad û serbixwe, ji welatekî  bindest û kolonî baştir e”. (Mesud Barzanî)

Têbinî: Bi hêviya sala 2017 bibe sala Kurdistaneke azad û serbixwe. Li gor vê hêviyê ez dibêjim; bila sala nû li hemû kurdan karger û karmendên malpera Nerîna azad pîroz be. Bi  hêviya ku em ê di sala 2017an de malpera Nerîna Azad bi kurdiyeke xweş, delal û zelal jî bixwînin. Heta ku kurd xwe ji tirkan ziman û hemû hêjayiyên wan dûr nexin zehmete ku bakurê kurdistanê azad bibe.  Nivîs jî hinekî dirêj bû li min bibuhurin.  25-12-2016

Vî nêrînê tevayî: 7183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:55:30

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK