Bube Eser: Dagirkirî çaw pêk tê? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Dagirkirî çaw pêk tê?

Bi vekirina konan, bi destxistina zêdebûna erd, xwe jî hêdî hêdî xurt dikirin. Lê haya kurdan jê tuenbûn. Dem hat, êdî cih li tirkan kêm hat û destpêkirin erdê kurdan dagir kirin, kurd kuştin.
Dagirkirî çaw pêk tê?
Nêrîn Belav bike

Min xwest vê carê hinekî li ser dagirkiriyê rawestim  û bidim zanîn ku bê dagirkirî çawa destpê dibe.

Niha em weke kurd, çîroka tirkan ya ji asya navîn hatine dizanin. Dema hatine jî konê xwe li ser erda kurdan û kurdistana delal vegirtine. 

Ji ber ku kurd mêvanperwerin, loma jî di destpêk de dengê xwe nekirin, cih û war dane wan. Kurdan gotin ma çend kon in. Tişt jê dernakev e.

 Lê dema tirkên hov  cihê nigê xwe saxlem kirin, bere bere erdê xwe ango cihê xwe jî zêde dikir û her ku diçû konekî din vedikirin. 

Bi vekirina konan, bi destxistina zêdebûna erd, xwe jî hêdî hêdî xurt dikirin. Lê haya kurdan jê tuenbûn. Dem hat, êdî cih li tirkan kêm hat û destpêkirin erdê kurdan dagir kirin, kurd kuştin.

Bi vekirina çend konan kurdistan dagir kirin. Hin kurd kirin dostên xwe, hin mal û milk dane wan da ku ew li gel tirkan li brayê xwe xin. Her weha jî bû. 

Bi vê yekî li gor fen û fûtan. Bi darê zorê. Bi lêdan û kuştina kurdan tirk bûne xwedî erda kurdan, dem hat wan êdî digotin;

"Em çaqilekî erdê xwe jî nadin". Yanî wî erdê kurdan ku wan dagir kirbû, îcar kirin yên xwe û dema kurdan xwest erda xwe azad bikin tirkan jî weha digotin. 

Tirk bûne xwediyê erdê me, çawa erdê me bi dest xist her bi vê taqtîkê mejî yê kurdan jî bi dest xistin. Dema qewmek bê mejî bijî ew tenê dikare bibe xulam. 

De ka em vê çîrokê bi hevre bixwînin û bibînin bê dagirkerî çawa pêk tê û hatiye...

Dibêjin, li gundekî yekî gundî ji xwe re xaniyekî gelekî xweşik, sipahî û delal çê dike. Dema axa derdikeva nava gund û wî xaniyî rind û xweşik dibîne, dilê wî bê hemdî dibêjê. Loma dihare ba ê gundî û jê re dibêje:

-Gundiyê delal xaniyê te bila li ser xêrê be. Lê ez dixwazim wî ji te bikirim. (Dikare bi darê zorê jî ji gundî bigire lê dixe destûr û qanûnê). 

Ê gundê difikire ku bêje na, axa dikare bi zorê jê bigire. Loma xwe bi xe dibêje; "Divê ez jî li  hember vê fena axê bi fenekê wî bixapînim" û dibêje;

-Ser çavan axayê min, lê ez dixwazim bila qadî, mele û hin mezinên gund ji di firotina xanî de amade bin, mesele tuneye.

Axa bangî Qadî, mele û çend kesên salmezinan dikin ew jî tên û axa dibêje:

-Ez dixwazim xaniyê vî camêrî bikirim, lê wî xwest ku hûn jî hazir bin û şahidê kirîna xaniyê min bin. Hûn bi xêr hatine.

Axa vegeriya li ser ê gundî û got:

-Ka tu heqê xaniyê xwe çiqasî dixwazî?

Ê gundî got:

-Axayê min, tu çi bide, min qebûl e. Lê bi şertê ez ê bizmarekî di dîwarê salona xênî de biçikînim û ew bizmar dê ê min be. Ez çawa bixwazim ez ê wî weha bi kar bînim.

Axa zêde li ser vê nafikire û dibêje ma bizmareke wê çi bike û ji gundî re dibêje;

-Baş e min jî qebûl e. 

Xwediyê xênî vê carê li qadî, mele û wan gundiyên sal mezin dinêre û dibê;

-Binêre hûn şahidin. Ev bizmar wê ê min be û ez çawa bixwazim ez ê wî weha bi kar bînin. 

Piştî erêkirina şahidan yê gundî, bizamrekî saxlem hinekî mezin û bi qawet di salano dîwarê xanî de dikute û ji axayê xwe re dibêje:

-Kerem bike axayê min, hûn hezar xêrî jê bibîne.

 Axa perê gundî didê. Xanî êdî ê axa ye. Piştî demekê ê gundî eyarekî genî tîne û bi wî bizmarê xwe ve dadiliqîne. Bêhneke xerab jê tê.

Jin bûk û zayayên axa dinerên weha neba, bêhneke genê tê û ew bêhn her ku dihare li temam xanî belav dibe. Axa bangî ê gundî dike û jê re dibêje:

-Kuro lawa wî eyarê genî rake, kes nema dikarin ji ber wê bêhna genê li hundir bisekine. 

Ê gundî dibêje:

-Axa yê min dema min xanî firot te, min got; ev bizmar ê min e, ez çawa bixwazim êz ê wî weha bi kar bînim. Şahidên me jî hene. Ji ber vê ew bizmar ê min e û min eyarê xwe pêde dardekirî ye.

Axa difikire nafikire rêyekê jê re nabîne. Bangî şahidan dike şahid jî dibêjin:

-Axa yê me dema te xanî kirî, camêr ev bazar kiribû ku ew bizmar ê wî ye. Çawa bixwazî weha bi kar tîne. Tiştekî ku em bikin tune ye.

Axa dinêre nabe, loma rojekê bangî ê gundî dike, xaniyê wî didê û nêviyê perên xwe digire. Kerçika hustiyê xwe dixwrîne û bi gavên mezin li qonaxa xwe bidigere...

Bi hêviya ev çîrok bê fêm kirinê ku min çima nivîsiye...

Vî nêrînê tevayî: 3819 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:28

Nêrînên Dawî

Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK