Bube Eser: Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî

Bi temamî ev fuar wê neh rojan bidome. Li gor min; ev hêjayiyeke mezin e ku di vê dema agir bi erdê ketiye, şoreşeke kulturî ango çandî ye.
Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî
Nêrîn Belav bike

Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe, weke nivîskarekî miletê xwe, ez weke kurdekî dilsozê welatê xwe niha gelekî dilxweş, kêfxweş û serbilind im.

Çima?

Niha me hemiyan bi hevre dît ku bi vekirina fuaran pirtûkan ya di roja 28-9-2019an ve li Diyarbekirê vebû ku wê 9 rojan li paytexta me li bakurê kurdistanê li Diyiarbekirê ku em wê weha dibînin, Fuara pirtûkan hate vekirin û ev hê jî vekirî ye.

Bi temamî ev fuar wê neh rojan bidome. Li gor min; ev hêjayiyeke mezin e ku di vê dema agir bi erdê ketiye, şoreşeke kulturî ango çandî ye.

Hûn ya rastî bixwazin dilxweşiya min, kêfa min û serbilindiya min ew e ku di vê Fuarê de ewqasî pirtûk û nivîskaran beşdariya wê kirine..

Ji bona miletekî. Xelkekî kolonî bi çapkirina ewqasî pirtûkan û hebûn ango beşdariya ewqas nivîskaran, ma mirovê çawa kêfxweş nebe?

Heger mirov dilreş nebe, heger mirov bi awayekî û li gor vê rewşa niha bakurê kurdistanê tê de ye, binêre mirovê bi xwe bibîne bê ev çiqasî hêja ye.

Li gor hate nivîsandin û gotinê; Di vê Fuarê de 130 weşanxaneyan û bi beşdariya 380 nivîskarên ku amade bûn, li gor min ev şoreşek e. Ya din dîsa li gor hatiye nivîsîn ku rojane 20-25 hezar kes fuara pirtûkan zîyaret dikin.

Ev beşdarî bi xwe gaveke gelekî erênîye. JI vanên beşdar her ji deh kesan yek jî pirtûkekê bikiriin, dîsa bi hejmareke zêde wê pirtûk bêne firotin û wê bikevin malan.

Pirtûk dema kete malên di tariyê de ne, wê bi saya wan pirtûkan rohnî bibe. Ev jî bi me di dide zanîn ku di vê fuarê de şoreşek nû ku êdî wê mirovên me bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin,, pêk hat.pêk anîn.. Evê di destpêkê de wê hezkirina berhemên kurdî bixwe dilên kesên kurd. Ma ji vê xweştir.

Çi dibe bila bibe, kî/ê çi dibêje bila bêje. ev serketineke mezin e û divê hewldan bibe da ku her sal ev fuara pirtûkan bi vî rengî û hê xurtir li dar bikeve.

Derdê me kurdan yek jê nezanî ye. Ew jî ji ber sedemê ku me nikarîbûn bi zimanê xwe bixwînin û dîroka xwe, çanda xwe binasin.

Ew dîrok û çanda me ya ku bi destên dagirkeran hatiye nivîsîn hemî serobinî hev kirine, weha nivîsîne ku em ji dîroka xwe şerm bikin. Ji ber ku tiştên wan nivîsîne hemî çewt e.

Heta ku em bi xwe. dîroka xwe, bi zimanê xwe nenivîsînin, em ê xwe nas nakin, em ê xwe nizanibin, em ê hêjayiya welatê xwe fêr nebin.

Loma bi çapkirina ewqasî pirtûk û bi hebûna ewqas nivîskaran em fêr dibin ku di vê şoreşê de gelê me êdî wê xwe nêzîkî xwe bike. Ango zimanê xwe fêr bibe û bi wî zimanî wê dîroka xwe jî binase.

Welatên dagirkirî ku dîroka xwe nasîn, bi çand û kultura xwe tevgeriyan hûn bizanibin ew milet dê di demeke nêz de bighêje azadiya xwe.

Heger nivîskar û berhemên li derveyî welêt jî beşdariya vê fuara delal kiribana wê ew hejmara hatibû dayin du qat biba.

Bi hêviya sala bê zêdetir nivîskarên kurd bi berhemên xwe yên nû û kevn beşdarê fuara Diyarbekirê bibin da ku dinya û wan tirkên înkara zimanê me dikin fêr bibin, bizanibin bê kurdî çiqasî zimanekî dewlemend û qedîm e.

Helbet kêmanî hene, lê mijara vê nivîsê ne ew e. Tenê dixwazim vê jî bêjim ku xwezî nivîskar, weşanxane û pirtûkên ku li başûrê kurdistanê an jî ji perçên din jî hatibûn weşandin di vê Fuarê de amade bana ku dijminê gelê me bidîtana bê zimanê me, çanda me, ya wan dixwest tune bike, bê çiqasî dewlemend e.

Spas ji bona wan weşanxaneyên kurd û bi berhemên kurdî û nivîskarên xwe yên kurd beşdarî vê Fuarê kirine.

Sipas ji bona xelkê Diyarbekirê ku bi beşdarbûna xwe kêfa nivîskar û weşanxaneyên xwe anîn û wê bînin.

Bi hêviya sala bê ji her çar perçên kurdistanê weşanxane û nivîskar beşdarî bikin.

 

 

 

Vî nêrînê tevayî: 438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:46:57

Nêrînên Dawî

Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK