Bube Eser: Em çima nabin dewlet??? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Em çima nabin dewlet???

Di dîroka gelê me de gelek tekoşîn, serîhildan û berxwedan pêk hatine wê hê jî pêk bê, lê dema mirov destûr û bernameyên partî û rêxistinan dixwîne ango dibîne, şikil û şemala dewletbûnê tê de nabîne.
Em çima nabin dewlet???
Nêrîn Belav bike

Divê mirov bizanibe; kes, partî û kesayetî tekoşînê ji bona çi didin, heger ew hat fêmkirin wê roj bê, ewên wê bi dest bixin.

Ji bona mirov bighêja armanca xwe divê mirov li rê û rêbaza xwegihiştina wê, destûr û bernameyekê ji bona wê deyne da ku mirov wê bi dest bixe.

Her bi destxistinek, jê rê bedel, kes û zehmetî lazime. Heta ku mirov vê neke ango nebîne zehmete mirov daxwaza xwe bi dest bixe.

Di dîroka gelê me de gelek tekoşîn, serîhildan û berxwedan pêk hatine wê hê jî pêk bê, lê dema mirov destûr û bernameyên partî û rêxistinan dixwîne ango dibîne, şikil û şemala dewletbûnê tê de nabîne.

Ji bona vê jî divê partiyên me berê şertên dewletbûnê bizanibin, wê bikin armanca xwe ya yekem û divê partî weke dewlet be tevbigerin.

Lê em dibînin ku partiyên me, rêxistinên me her weke partî û rêxistinî tevgeriyanin û digerin. Loma jî ji armanca bi destxistina dewletê dûr in.

Partiyan xwe hê ji qalibê teng dernexistine û kirasê li bejna wan bê li xwe nekirine. Lewra ew partî û rêxistin ji demokrasiyê hinekî dûr, ji tekoşîna dewletbûnê nezan in.

Çi partî û rêxistinên me bin (qesta min bêtirîn li ser partiyên bakurê kurdistanê ye) tu dibîne, hê jî hevalbendên xwe, nas û dostên xwe ji kesên din bêtir û bi qîmetir digirin.

Tu dibîne hemî behsa kurdistaneke serbixwe dikin, lê ji bona berxwedan û serxwebûna wê tu plan û projeyên wan yên asasî tune ye. Di bername û destûra hemî partiyan de kêm zêde xalên ji bona azadiya kurdistanê yek e ango weke hev e.

Teorî yek e, lê di pratîka xwe de her yek bi ya xwe dike. Her yek ji wan li gor armanc û hedefên partiya xwe tevdigerin. Ji hizra netewebûnê dûr, bêtirîn rêxistinê tevdigerin.

Ev bû zêdeyê çel salan ku hin partî û rêxistinên me hene, her çû ye wenda kirine, her çû ye bi paşde çûne, li vê wendakirinê, vê paşveçûnê jî tim weke pêşketin û serxwebûnekê dibînin.

Partî divê weke dewletê kar bikin. Çawa deweletek parlemana wê, wezîr, dem û dezgehên wê hene, ew parityên bi armanca kurdistaneke serbixwe kar dikin jî divê weha bikin.

Divê meclîsa partiya xwe çê bikin. Di wê meclîsê de, kesan li gor zanîna wan weke wezîr in kar li wan dabeş bikin. Her yek ji wan jî divê weke wezrîrekî/ê karê xwe bike.

Di kar û berpirsiyareke weha de, hêdî hêdî hîmên dewletê tê danîn. Bi vê yekê wê diyar bibe ku partiyên me cidî ne û ji bona dewleta xwe kar dikin. Bi vê jî wê partî xwe fêrî weke dewlet e kar bike.

Ev ê jî di mejî, di bawerî û di helwesta wan de şikil û şemala dewletbûnê bi cih bike. Ev ê bibe sedem ku êdî partiyên me dê ji bona dewleta xwe damezrîne kar bike.

Bi vê jî wê bê dîtin ku di serê her endamekî/ê de wê şiklê dewletê cih bigire, armanca wan wê bibe damezrandina dewleta wan. Ev jî wê bêtir hizr û baweriya neteweyî di nava wan û gelê wan de belav bibe.

Heta ku miletek nebe neteweyî, heta miletek neteweyî nefikire zehmet e ku ew milet bibe xwedî dewlet û welatê xwe ji destê dagirkeran xilas bike.

Divê em ji bîr nekin çi demê partiyên me weke dewletê kar kirin, li gor wê dem û dezgehên xwe danîn aha wê demê em ê bibin xwedî dewleta xwe.

 

 

Vî nêrînê tevayî: 1676 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:37

Nêrînên Dawî

Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK