Bube Eser: Enfal!!! - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Enfal!!!

Enfal ev e: "Di Quranê de ayeta Enfalê weha ye: Ew kesên ku îman anîne û dema cengê dibin ser kafiran, divê şer bikin. Ew kesên bi we re bin û şer nekin wan bikujin. Wan qir bikin. Ne ku hûn wana dikujin. Ew xwedaê mezin wan dide kuştin".
Enfal!!!
Nêrîn Belav bike

Enfal, êş e, jan e, hêsirê çavên dayikan e.  Xwîna zarok û dayikên ku dixwestin serî li hember leşkerên Saddam rakin da ku  mirovên wan nebin e. Enfalê hesreta qîzên destgirtî di qirika wan de hêşt. Enfalê dayik him kir bav him jî dayik. Enfal tofaneke nedîtî bû ku Seddam anî bû serê kurdan. Loma jî divê kurd vê baş fêr bibin û bidin zanîn ku enfal ne tenê kesên hatine birin û binerdkirin e.  Ya girîng ew e ku piştî birina zilaman, kes û xizmên wan çawa jiyanin, zarokên xwe çawa mezin kirinin û çawa wan jinan serî li ber Saddam û leşkerên wî dananî ne.

Enfal, plan û pêkanîna Sadamê hov ji bo tunekirina hêza netewî û ji holêrakirina nijada kurd û bi taybetî ya Barzaniyan bû. Beşek ji vê plan û pêkanînê li cihê Barzan hate kirin. Ji ber ku Barzan cihê serîhildan û xwe parastina gel ya kurdan bû. Loma Saddam xwest ji vir de destpê bike. Bi rêya Enfalê kurdên bê parastin hatin qetilkirin. Buyer, Jenosîdek eşkere ye.

Êş û jana Enfalê îro jî zindî ye, îro jî didome. Dayikên kurd îro jî xwîn digirîn. Ez demeke derêj li devera Barzan bi cî bûm da ku li ser keraseta Enfalê lêkolînê bikim. Her weha min  li ser bûyerê xebateke  bê westan û bi qasî 11 mehan, kûr û hûr kir. Bi qûrbanên bûyerê re rûniştim, êşa wan parve kir û têbiniyên xwe girt. Di dawiya vê xebatê de û bi munasebeta salvegera jenosîda li Barzan ya 25 saliya wê de (31.07.1983-31.07.2008) bi şanoyê ew bûyerên tarî ronî kir û anî zimên û li swêdê weşand.  Xebata Berhema wê kerasetê ango a enfalê jî BARZAN DIGIRÎ qediya. Bi hêviya ku di demeke kin de ew jî bighêje we hêjayan. Bi saya van berhemana wê  bûyer dê piralî ronî bibe. Ji ber ku ez şahîdekî zîndî me ku min bi gelek malbatên enfalkirî re hevdîtin, hevpeyvîn û sohbet kirin in.

Li gor min; Enfal beşek ango perçeyek ji Jenosîdê ye. Çima? Ji ber ku Jenosîd qirkirina gelekî, wêrankirina miletî ye. Lê Enfal çiye? Ew jî tunekirina Gelê Kurd, rakirina ango kuştin û binaxkirina wî bi xwe û teybetî ya Barzaniyan bû. Li seranserê başûrê Kurdistanê 182.000 kurd hatine enfalkirin. Ma ev ne jenosîde lê çiye?

Enfal jenosîdeke plankirî bû. Lewra ev li gor planên Seddam pêk hat. Ji ber ku Seddam, cihê ku serîhildan û berxwedana kurdan bû, dixwest wan derana xerab bike û kesên li wir bide koçkirin, bikuje û wenda bike. Loma jî her tevgereke Seddam bi plan dihate kirin ku kurdan û bi taybetî Barzaniyan ji holê rake. Ji ber ku yekem car Seddam hemû Barzaniyên çalak yên ji bona azadiya gelê xwe tekoşîn didan, destnîşan dikir û dûre ew digirtin û dibirin cihên teybet ku ji bona wan hatibûn çêkirin. Dûre jî hemî enfal kirin. Ango bi saxî li cihên ne diyar binerd kirin.

Enfalê care yekem di 31.07.1983an li devra Barzan destpê kir. Di wê demê de û li devera Barzan 8000 zilamên Barzaniyan ji teref leşkerên Seddam de hatin enfal kirin. Ji wan 8000 kesan, kesek li mal venegeriyan û hemî jî li cihên ne diyar bi saxî hatin binerdkirin. Her weha bi vî rengî li kurdistanê Enfalê berdewam kir.

Di sala 1986an û dema ku Elî Hisin Mecîd (Elî Kîmyawî) bû berpirsê nivîsgeha bakur ya rijêma Beasiyan êdî buyer li dû bûyerê hat. Loma jî  bi vê yekê ew bû xwediyê xwe û desthilatiyeke mezin. Êdî bi dest an jî li gor biryarên Elî Kîmyawî bûyera enfalê weha dom kir:

Enfala duem: Di 18.02.1988ê  li Dulacafayetî li  qeza û nahiyên derdorê wê wek; Dukan, Qelaçulan, Serçinar û Surdaş.

Enfala sêyê: Di 22.03.1988ê  li Navçaya; Qeredax–Baziyan–Derbendîxan–Li parêzgeha Silêmanî.

Enfala Çarê: Di 07.04.1988ê  li Çemçemal–Sengaw Kifirî–Kelar–Qadirkerem... hwd.

Enfala Pêncê:  Di 14.04.1988ê mezintirîn enfala Kurdistanê ye.  Ji ber ku di wê rojê de mezintirîn û zortirîn enfal hatiye kirin.

Enfala Şeşê: Di 03.05.1988ê  li Axceler–Çemî rêzan–Naw şiwan–Deşta kûyî–Teq teq... hwd. Her weha dest pêkirina enfala  ya çarê li parêzgeha Kerkukê wek; Qela sêwke–Şiwan–Şêx bizinî–Saleyî–û çekên kîmyawî li gundê guptepe hatin bi karanîn.

Enfala (7 -8) Di 15.05.1988ê  li Dula, Çiyayê Şeqlawa, Rewandûz, Balîsan û hwd.

Enfala Nehê: Di 25.08.1988ê  li Bahdînan û kîmyabaran kirina bêtirîn deverên kurdan.

Her weha Saddamê devbixwîn berdewamiya Enfalê xwest li Helebçeyê biqedînî loma wir bi gazên jahrê di roja 16.03.1988an de bombebaran kir. Bi vê yekê xwest gelê Kurd qir bike. Lê ew bi xwe di xwîna şehîdan û Enfalê hate fetisandin.

Ew êşa malbatên enfalkirî hîn jî berdewam e. Lê ya herî girîng ew e ku dive çi hukumeta kurdistanê û çi jî kes, partî û rêxistinên demokratîk yên kurdan ji bona ev weke jenosîd bê qebûlkirin dive xebatên pir alî û bê westan bikin. Ev jî berpirsiyarî û erkê me hemî kurdan e…

Vî nêrînê tevayî: 3452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:04:05

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK