Bube Eser: Giringî û pêwîstiya referandûmê - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Giringî û pêwîstiya referandûmê

Piştî gelek serîhildan, berxwedan û wendakirina şerê azadiya Kurdistanê, demeke dûr û dirêj Kurd ketibûn nava bêdengiyeke bêbinî. Lê ji bona ev bêdengiya qidûmşikestî ji ser kurdan rabe her Barzaniyê nemir li gel pêşmergeyên xwe di nava tevger û danûstendinê de bû.
Giringî û pêwîstiya referandûmê
Nêrîn Belav bike

Em Kurd ji roja perçebûna (1639) welatê xwe yê şêrîn, Kurdistana delal û heta ku em bigihêjin azadî û serxwebûna xwe em ê her ber xwe bidin, têbikoşin da ku em mafê xwe bistînin.

Piştî gelek serîhildan, berxwedan û wendakirina şerê azadiya Kurdistanê, demeke dûr û dirêj Kurd ketibûn nava bêdengiyeke bêbinî. Lê ji bona ev bêdengiya qidûmşikestî ji ser kurdan rabe her Barzaniyê nemir li gel pêşmergeyên xwe di nava tevger û danûstendinê de bû.

Tekoşîn û berxwedana Kurdan ya herî talî ku têkçûyî Komara Kurd li Mahabadê bû. Piştî vê têkçûnê, li her çar perçayên kurdistanê bêdnegiya mêrinê girtibû ser Kurdan. Vê him moral, him qidûmê kurdan şikestandibû. Vê bêqidûmiyê kiribû ku êdî Kurdan newêrîbû dengê xwe derxistana. Bi hal û bendestiya xwe yan  bi darê zorê razî bûbûn yan jî mecbûr mabûn vê qebûl bikin.

Lê Barzaniyê nemir ji vî halî ne kêfxweş û ne rehet bû. Plan û proje çê dikir da ku vê bêdengiyê ji ser Kurdan rake û weha jî kir.

Bi gulleya ewil ya îlona 1961 ew bêdengî, ew qidûmkşestî, ew bêmoralî ji ser Kurdan rabû. Vê gulleyê kir ku Kurd ji nû de zîndî bûn, bawerî bi xwe anîn ku divê ew heta ku azad bibe şerê azadiya gelê xwe bidin.

Bi saya şoreşa îlonê û berdewamiya wê ya gulana 1976an û serîrakirina 1991an Kurd piştî demeke dûr û dirêj ji nû de gihişt hin mafên xwe yê rewa…

Êdî serkêşî, pêşevanî û serokatî ketibû destê birêz Mesud Barzanî û ew jî li ser rê û rêbaza bavê xwe, Barzaniyê nemir, meşiya. Ji ber ku wî perwerdehiya xwe ji bavê xwe girtibû ew li ser wê rêbaza pîroz a Barzanî meşiya û dimeşe.

Ew rêbaz bû ku Kurd li Başûrê Kurdistanê di sala 1992’an kir xwedî otonomî . Dû re ew kir Federalî û niha jî gav bi gav berbi serxwebûnê ve diherin.

Her miletek qerzdarê hin rêber û serokên xwe ne. Loma Kurdên me yên her çar parçeyan jî niha qerzdarê Barzaniyê nemir e ku wî bi gulleya îlona 1958 him bêdengiya Kurdan şikand, him jî ew bû sedem ku îro em kurd li Başûrê Kurdistanê xwedî welatê xwe yê azad û di demeke nêz de jî em ê bibin xwedî dewleta xwe ya serbixwe.

Gelo dewleta serbixwe wê çi bide me Kurdan?

Kurdistaneke serbixwe; wê  ruhiyeta Kurdî di mejiyê Kurdan  û Kurdistaniyan de ji nû de bi cih bike  da ku Kurd xwedî li welatê xwe derkevin.

Kurdistaneke serbixwe; wê wî mejiyê Kurdan ku hema hema tu nemaye ji Kurdbûnê dûr û ji Kurdistanê birevin li wan vegerîne. Wê ev Kurdistana serbixwe ji nû de hin Kurdan bike Kurd da ku welatê xwe biparêzin  berjwendiya welatê xwe di ser her tiştekî re bigirin.

Kurdistaneke serbixwe wê Kurdan bide nasîn, kî dost û kî dijmin e. Wê bide zanîn ku di welatê xwe yê azad de jiyandin çi ye, wê çi tamê û hêjayiyê bide.

Kurdistaneke serbixwe wê Kurdên ku di qada navneteweyî de mirîne, zindî bike. Wê êdî li seranserê cîhanê Kurd bêne nasîn û zanîn ku ew kî ne, neviyên kê ne.

Kurdistaneke serbixwe wê Kurdan fêrî berjewendiya gelemperî bike da ku ji ya şexsî dûr bikevin û ya neteweyî biparêzin.

Bi rastî jî diyarkirina roja refarandûmê di meha îlonê de girîng e. Ji ber di vê mehê de, ji bêdengiyê û tirsê xilas bûn. Ji ber Kurd di şoreşa îlonê de ji nû de şiyar bûn, di şoreşa gulanê de berxwedan û mafgirtin bû para wan û di refarandûma 21 îlona 2017an de Kurd dê bibin serbixwe û dewleta xwe ya Kurdî ragihîne ala xwe ya rengîn di nava alên cihanê de bilind bike..

Her weha ev refarandûm û berdewamiya wê Kurdistana serbixwe wê Kurdên dîasporayê ji bindestiyê û ji bêxwedîtiyê jî xilas bike. Kurdên dîsaporayê êdî wê bizanibin ku ne bêxwedî ne, di her warî de wê dewleta wan êdî xwedîtiyê li wan bike. Yanî em ê weke Kurdên dîaporayê ji sêwîtiyê xilas bibin.

Bila refarandûma ji bona serxwebûna Kurdistanê li gelê kurd pîroz be.


Têbinî: Ev nivîsa di roja 20/04/2017 an de di rojnameya hefteyî di Basnewsê de hatibû weşandin. Piştî giryargirtina roja referandûmê ku wê di 25 îlona 2017 pêk bê. Min pêwîstî nedît ku nivîseke nû binivîsînim û ji xebatkarên nerînaazad daxwaz kir ku ew vê ji nû de biweşînin. Her weha divê em ji bîr nekin gulleya rakirina bêdengiyê jî meha îlonê bû. Sipas bo Nerîna azad sipas bo rojnameya hefteyê Basnews.

Vî nêrînê tevayî: 5351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:40:51

Nêrînên Dawî

Çima Barzanî??? Me dikujin, wêran dikin û em…!!! Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê… Damezrandina PKK û lîstikên wê!!! Rewş li bakurê Kurdistanê Serokê netewa Kurd BARZANî… Piştî ba û bahozê aramî ye Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK