Bube Eser: Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê

Lê her kurdan û taybetî jî Barzaniyan berxwe dane û xwestine wê çirûska ji bona azadiya kurdan piştî têkçûna komera kurdistanê li mahabê, wê şevreşa girtibû ser miletê me, wê bêhîvî û bê moraliya girtibû ser kurdan bi guleya şoreşa îlona rakirin û bi şoreşa gulanê hat xemilandin.
Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê
Nêrîn Belav bike

Em hemî dizanin, dibînin û di hesreta wê yekê dene ku rojekê hema bi husteke erda kurdistanê ya hatiye dagirkirin, azad bibe. Lê me ev azadî li başûrê Kurdistanê dît.

Dagirkerên me har û hov in. Kujer û bê îman in. Çi demê çi ji destê wan hatiye, li vê cîhanê çi tiştên xerab hebû, hene, anîna û tînin serê gelê me.

Dijminê me hingî hov û har in, êdî ne tenê ji kurdan, ji kevirên wan, ji ava wan ji heywanên wan, cihê wan î dîrokî jî ditirsin û bi tirs in.

Tirsa wan ew e ku tenê ew û kurd dizanin ku çi anîne serê me, çi ji me kirine em xistine çi halî.Dîsa ew û em dizanin ku wê ev kirinên wan ji wan re nemîne.

Ji ber vê tirs û xofê ye ku çirûskek ji bona azadî, rehetî û serbestiya kurdan li ku pê keve ew hema êrîşî ser wê dikin û dixwazin wê çirûskê bitemirînin û vemirînin. Wê jî dikin kirine ji ber ku em bê dewlet in. Heger dewleta me heba dê wanê nikarîbana ev bikirana…

Lê her kurdan û taybetî jî Barzaniyan berxwe dane û xwestine wê çirûska ji bona azadiya kurdan piştî têkçûna komera kurdistanê li mahabê, wê şevreşa girtibû ser miletê me, wê bêhîvî û bê moraliya girtibû ser kurdan bi guleya şoreşa îlona rakirin û bi şoreşa gulanê hat xemilandin.

Ew roj û ev roj e ji bona çenek ango mistek erda azad berxwedan û serîhilana kurdan û taybetî ya Barzaniyan nesekînî ye heta ku ji bona me kurdan perçekî kurdistanê azad kirin.

Niha ew perçê azad ango başûrê Kurdistan gav bi gav berbi azadî û serxwebûne ve dihare.Lewra jî her pêşketineke li başûrê kurdistanê, dibe ew roniya xwe dide perçên din jî.

Ew ronî hêz û qawetê dide perçên ne azadkirî da ku ew jî rojekê bighêjin azadiya xwe. Ji bona vê yekê ye ku her pêşketinek, her guherandinek û her gaveke berbi serxwebûna kurdistanê ve, ji bona hemî kurdan hêja û girîng e.

Ji ber vê girîngiiyê ye ku divê hemî kurd bi her hal û awayî piştgirya başûr kurdistanê bikin. Heta em nebin dewlet, em ê her bê rûmet bin.

Bê dewletî, mirin e, bê dewletî sêwêtî ye, bê dewletê tenêbûn û hustuwarî ye. Ji bona vana ji ser me rabin divê em jî weke hemî xelkê cihanê bibin xwedî dewleta xwe.

Ji ber vê ye divê em jî piştgiriya hukumeta xwe ya bi seroktiya rêzdar Mesrûr Barzanî hatiye damezrandin bikin. Alîkarî û piştgiriya wê dê me roj bi roj berbi azadî û serxwebûnê de bibe. Wê ji perçên din re jî bibe destek.

Lewra ez dibêjim; Em gihiştin qonaxa talî;

Belê em kurd li seran serê cîhanê li benda vê roja pîroz bûn ku hukumeta herêma Kurdistanê bi serokatiya rêzdar Mesrûr Barzanî bê ragihandinê.


Bi vê nûçe û xebera xweş, êdî serxwebûna kurdistanê li ser çiyayê agirî di şevreşa tarî de weke findekê pê ket.


Êdî kar û barê hukumeta nû ya kurdistanê wê bibe ji bona roja ragihandina serxwebûna kurdistanê û xizmeta gelê xwe.


Ez serokwezîrê kurdistanê û hukumeta wî pîroz dikim. Em ê li benda wê roja xebera xweş bin ku êdî wê ala kurdistanê jî di nava ala cîhanê de weke sembola Kurdistana serbixwe kil bibe.


Pîroz be li gelê me ev roja xweş, 
Pîroz be li gelê em ev hukumeta bextxweş
Pîroz be ev erkê nû li serokwezêrî me yê dilxweş rêzdar Mesrûr Barzanî...

Vî nêrînê tevayî: 801 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:22:54

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK