Bube Eser: Kî Çima li dij referandûmê ne? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kî Çima li dij referandûmê ne?

Hin kurd jî henin û tim ji bona xwe mezeretên ne li rê derxin. Li gor wê jî propaganda dikin û dibêjin; "Ev Kurdistan dê ya Barzaniyan be, ji ber vê ye em li dij in". Yanî bi gotineke weha uzrê wan ji qebeheta wan mezintir dibe. Çima?
Kî Çima li dij referandûmê ne?
Nêrîn Belav bike

Dema dibînim û dixwînim ku bê dewletên dagirker ji bona kurdistaneke azad û serbixwe pêk neyê, çi ji wan tê dikin, aciz dibim. Ew  Dijminatî û problemên nava xwe radikin, li hev dikin, bi hevre kar dikin da ku refarandûma 25 îlona 2017 pêk neyê. Ez wan fêm dikim ev heqê wan e, ji ber ku ew dijminê me kurdan e...

Lê ez baş fêm dikim ku çima hin kurd û partiyên kurdan ji dagirkeran bêtir li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Ji ber ku piştî referandûmê û ragihandina dewleteke serbixwe de dê cihê wan di vê Kurdistanê de tune be.

Xuya ye piştî damezrandina kurdistaneke ser bixwe êdî ewên nikaribin li gor daxwazên dijmin, hespên xwe li ser erda azad, bidin çargavê. Ji ber vê ye ew li dij in...

Divê kurdên dilsoz vê bibînin û bi hemî hêz û qawatên xwe ji bona referandûmeke xurt, çi ji kê bê divê bikin. 

Hin kurd jî henin û tim ji bona xwe mezeretên ne li rê derxin. Li gor wê jî propaganda dikin û dibêjin;  "Ev Kurdistan dê ya Barzaniyan be, ji ber vê ye em li dij in". Yanî bi gotineke weha uzrê wan ji qebeheta wan mezintir dibe. Çima?

Ew jî em jî û hemî cîhan jî dizanin ku di destpêka damerandina hin dewlet û welatande ew mecbûr e bibe ya hinan. Yanî divê hin berê welatekî azad û serbixwe ji bona welatiyên xwe ragihînin dûre di îdare ango rêvebirya wî welatê bi destê kê tê meşandin, ne xem e.

Her weha ez dibêjim; xwezî Barzaniyan bikarîbana her çar perçê kurdistanê jî azad bikirana û bila bibe ya wan. Ma ew ji dagirkeran ne baştir û qenctir in? Lê hin vê fêm nakin û bi zanetî dest bi propagandake weha kirine û dikin. Loma ya girîng ew e ku divê kurd berê li cihekî li erdekî û li perçeyekî bibe dewlet, da ku ew dewlet xweditiyê li gelê xwe li mirovên xwe û li însanên xwe bike.

Heger qewmek bê dewlet be, heger miletek dewleta wî tunebe, ew milet ew qewm tim sêwîne. Kesên sêwî jî her tade û zilm lê tê. Ji ber ku kesên sêwî bê hêz e, bê qawet e û bê piştgir e.

Ji bona xwe parastinê divê berê pişta te xurt be, divê kesên ku bi alîkariya te ve rabe hebe. Ji ber vê jî dema tu bê dewlet be, ev tê wê wateyê ku tu sêwîye. Dema mirov sêwî jî be zordest û dagirker jî te li gor xwe bi kar tîne û tînin...

Ma ne ev bi sedan sal in kurd ji ber sêwîbûna xwe, hat û tê qetilkirin, hat û tê enfalkirin, bi bombeyên zahrê têne kuştin. Ma ne ji ber vê bê dewletbûnê ye ku welatê me kurdistana şêrin her tê wêrankirin. Pir tişt hene ku dikare lê bê zêdekikirin. Lê herkes êdî bi her tiştekî dizanin loma pêwîstî nabînim vê zêde bikin.

Divê kurd di vê rewşa nazîk de ku em berbi dewletbûnê ve diharin, bi aqilmendî tevbigerin. Bi çavên xwe bibînin, bi guhên xwe bibihîzin û li gor mejiyê kurdewarî jî tev bigerin.

Em hemî niha dibînin ku ji bona ev referandûma hebûn û nebûna kurdan e, pêk neyê bê dijminên me çawa bi hevre û li ser asasê tunekirina vê tevdigerin. Em dibihîzin ku bê çawa zirt û fortan li kurdan dikin ku ji bona ev referandûma nebe.

Gelo çima em kurd jî hemî li gel hev û bi hevre xwedî li vê dernakevin?  Li gor min sedemek ji vê ew e ku dijmin bi dagirkirina welatê me, mejî yê gelekan jî dagirkirine loma.

Dîsa li gor min sedemek din jî ev e ku kurd nikarin xwe ji zimanê dijmin, adet û toreyên wan azad bikin. Dema mirov bi zimanê wan qise kir, dema mirov adet û toreyên xwe weke ê xwe dît û bi karanî, mirovê nikaribe li dij wan jî be.

Heger kurd di roja 25 îlona 2017an de nebin yek, bi awayekî girseyî piştgiriya hebûna xwe nekin, wê tune bibin. Ev tunebûn wê bike ku êdî kurd zehmet e rabin ser xwe.

Roja 25 îlona 2017 kurd dê ji sêwiytiyê xilas bibin. Kurd wê ji bêbavtiyê azad bibin. Kurdên di vê rojê de wê bibin xwedî bavekî ku ev ê li her derekê xwedîtiyê li hemî zarokên xwe bike. 

De kurdno li benda vê roja xweş bin. Ev roja ji bona kurdan azadî, şahî, serbestî û serbixweyî ye. Kurdên dixwazin vê tam bikin, divê piştgirbin, kurdên dixwazin weke kole bijîn jî divê li dij vê bin. De êdî tercîh, daxwaz û biryar ye te ye.

Qedere xwe tê bi destê xwe di roja 25 îlona 2017 tayîn bike. Tê bi xwe li ser xwe biryar bide ku bê tu dixwazî çawa bijî.

 

Vî nêrînê tevayî: 3222 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:08:05

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK