Bube Eser: Kî û çima sansorê bi kar tînin? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kî û çima sansorê bi kar tînin?

Em weke kurd jî li her çar perçan jî berxwe didin, dibêjin û dinivîsînin da ku gelê me şiyar û zane bibe, bi rêyeke rast û netewî bikaribe xwe ango gelê xwe azad bike. Loma jî divê kurd di vî warî de gelek şiyar bin da ku bi rêya gotin û nivîsandinê bi awayekî rast li ser xetekê neteweyî tesîra xwe li gel bike. Ji ber vê:
Kî û çima sansorê bi kar tînin?
Nêrîn Belav bike

Cîhana ku em li dijîn, ne rehet e. Li ser wê şer û pefçûn, lêdan û kuştin heye. Helbet eksê wê jî xweşî û dilovanî ye.

Mirov dixwaze û berxwe dide da ku li vê cîhanê bi awayekî aram, rehet û azad bijî. Lê tim jî ev nebe para mirov.

Ji bona bi destxistina aramî, rehetî, azadî û demokrasiyê jî tekoşîn û berxwedan lazim e. Ew jî bê bedel nabe.

Desthilatan tim jî xwestine ku kesên bindest, ji bona dengê azadiyê, demokrasiyê nebihîzin kar kirine û dikin. Ew deng û nivîsên ji bona azadiya gel û demokrasiya xelkê, ji teref serdestan têne sansorkirinê da ku gel tim di nava tarîtiiyê de bijî.

Dema xelkek, gelek di nava tarîtiyê de be ev li hesabê serdestan tê. Heta ji wan bê wê nehêlin tarî rabe. Ji ber vê jî wê tu caran û heta ji wan bê rê nedin hin deng û nivîsên rewşenbîrên ji bona azadiya gelê xwe dinivîsînin.

Ji bona hin caran nikarin bi temamî dengan bê deng bikin. Loma deng û nivîsên ji bona azadiyê têne nivîsên diguherin ya qut dikin ya jî dikin weke xwe û belav dikin. Navê vê jî Sangor e, lê ew navekî din lê dikin. Sansor jî tiştekî gelekî xerab e.

Rewşenbîrên miletan tim jî li hember vê derketine û ji bona deng û nivîsên xwe bighêjînin gelê xwe gotinin û nivîsandinin. Helbet gelek bedel jî dane û taliya talî ev helwesta li hember sansorê li welatên pêşveçûye de bi serketiye.

Serketina wê, ronî daye gel, zanyarî daye xelkê xwe. Rewşenbîran her gav ji bona xelkê wan bikaribin bi zanistî û bîrewirî li hember zaliman derkevin rê û rêbaz nivîsandinên, da ku xelk, gel xwe bi saya wan nivîs û dengan  azad bike. Şevreşa gel têde ronî bike.

Em weke kurd jî li her çar perçan jî berxwe didin, dibêjin û dinivîsînin da ku gelê me şiyar û zane bibe, bi rêyeke rast û netewî bikaribe xwe ango gelê xwe azad bike. Loma jî divê kurd di vî warî de gelek şiyar bin da ku bi rêya gotin û nivîsandinê bi awayekî rast li ser xetekê neteweyî tesîra xwe li gel bike. Ji ber vê:

Heger rojname, kovar û malperên kurdan serbestî û azadiyê nedin nivîskarên xwe û nivîsên wan weke ew dişînin neweşînin, ev tê wê wateyê ku nivîsan sansor dikin. Sansor jî tiştekî xerab e. Weke tu mejiyê nivîskarî/ê ji serê wî/ê derdixi ye. Nivîskarên azad û serbixwe divê li hember vê bê helwest nemînin...

Divê nivîskar nekevin wê kelecan û kêfê ku nivîsên wî/ê têne weşandin bes e. Nivîsên sansor dibin ji navaroka xwe dûr, bê wate dibin û erkê xwe jî nalîzin.

Ji ber ku di her civatê de û li  hemû cîhanê yên pêşiya gel vedikin, yên rê û rêbazê rê gelê xwe û cîhanê didin rewşenbîr, nivîskar, ozan û siyasetmedar in. Loma divê nerînên van canik û camêrana weke difikirin bêne weşandin.

Îro divê di her warî de, di her babetê de kurd zimanê xwe bi kar bînin. Bi vî zimanê şêrîn û delel êşa gelê xwe û rêya çareseriya wê êşê re derman bibîne, ji gel re bêje û binivîsîne. Lê divê rojname û kovarên me kurdan jî rêzê ji nivîskarên xwe re bigirin, nivîsên wan neguhrînin, qut nekin an jî di hin deran de bêjeyên xwe di şûna ê nivîskar de bi cih nekin.

Dema ev kirin wê gavê ew nivîs ew gotin ji qalibê xwe derdikeve, bê mane dimîne. Nivîs an gotinên bê mane jî nikare erka xwe bilîze an bîne cih.

Ev demek dirêj e ku ez di nerînaazad de dinivîsînim weke nivîskarekî wan im. Heta niha nebûme şahidê wê yekê ku wan ne nivîs, ne bêje heta nokte jî dest nedanê. Heta hin caran hin herf şaş jî têne nivîsên wê jî rast nakin ango destê xwe nedanê. Ez çawa dişînim weha diweşînin. Aha azadî ev e. Ji ber ku nivîs xwediyê xwe girê dide. Loma ne hewceye ku pê bê lîstin. Min çima ev got:

Ji ber hin malperên me hene ku ciwan tê de kar dikin. Carna ji me re nivîsan dixwazin û dema mirov ji wan re dişîne, bi nivîsê dilîzin. Guherandinan têde çê dikin, hin tiştan weke xwe dikin û nivîsê li gor xwe qut dikin. Ev gelek caran hatiye serê min loma min ev nivîsî ku divê malper,rojname û kovarên kurdan vê nekin. Rewşenbîr û nivîskarên me çiqasî azad binivîsînin ev ewqasî ji bona tevgera kurd baş e.

Ji ber vê ye ez dibêjim; divê rojname, kovar û malperên me kurdan jî weha bin û bi meqesan nakevin nav nivîsa nivîskar, bi balyozan axatina hinan neeciqînin. Ji ber ku niha ya herî girîng ew e ku divê xelkê me, miletê me, kes û kesayetiyên me nivîsên rewşenbîrên xwe weke ew dinivîsînin bixwînin.

Ew nivîsên weke xwe têne weşandin, him bi maneya xwe, him bi navaroka xwe dengê gel in. Bîr û boçînê nivîskar in. Dengê rewşenbîrên gel in. Dikare şaş be, kêm bin. Mirov dikare rexne bike lê ne sansor. Dikare neyê weşandin, lê ne sansor....

Bi hêviya rojname, kovar û malperên kurdan azadiyê bidin nivîsakarên xwe da ku ew çawa difirin weha jî binivîsînin û ew nivîs weke xwe bê weşandin. Divê nivîskar û rewşenbîrên me jî li hember sansorê bi deng nemînin. Ji ber ku sansor helandina mejî, jêkirina ziman, kerkirina guhan û korkirina çavan e.

Vî nêrînê tevayî: 4730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:27:22

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK