Bube Eser: Kurd çima wenda dikin - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kurd çima wenda dikin

Lê divê neyê ji bîr kirin ku di welatên kolonî de hemî kar bi risk û xeter in. Ji ber ku dewletên dagirker wê her nexwazin xelkên kolonî azad bibe. Kuştin, malwêranî, koçberî û talanî hemî ji ber vê rû dide.
Kurd çima wenda dikin
Nêrîn Belav bike

Ez bi xwe gihiştim wê qenetê ku divê kurd êdî sedemên çima bi sernakevin bigerin, bibînin û wan yek bi yek eşkere bikin. Astengên li pêşiya vê derxin. Li gor min:

Ji bêr bê rêzî û ji hev nehezkirina hev em weke kurd tim wenda dikin.  Her weha car carna hin ji berpirs û rêvebirên kurdan hin ji rewşenbîrên Kurdan serdestên xwe, ji xwe mezintir, baştir û bi qîmetir dîtine an dibînin. Sedema vê jî ji dagirkirina mejû û welêt tê.

Bê serokekî neteweyî ku bikaribe piraniya kurdan hembêz bike û wan li hev rakire, serketin zehmet e. Li gor min êşa herî mezin ya kurdan ev e. Loma nikarin an jî naxwazin serokekî ku bikaribe neteweyî bifikire, xelkê xwe li hev ragire, derxin. Lê divê em bizanibin ku bê serokekî weha serketin nabe. Îro şansa kurdan heye ku  serok Mesud Barzanî li gor vê erkê ye, lê kurd bi her awayî piştgirya wî nakin, da ku ew jî bikaribe rol û erkên xwebi qertên mezin bilîze.

Ji ber bê rêxistiniya neteweyî ye ku gelek bûyer û kiryarên xerab têne pêşiya me kurdan. Partî û rêxistinên me ji neteweyetî bêtir, hizbî difikirin û hê jî xwe ji vê  çerçeweyê azad nekirine. Ya girîng ku piştî salên 1990î êdî kes, rêxistin û partiyên hene destên xwe naxin bin kevir, karên bi rîsk û xeter jî nakin. Li meydan xebatên eşkere de li gor qanûn û destûra heyî, hespên xwe didin bezê.

Lê divê neyê ji bîr kirin ku di welatên kolonî de hemî kar bi risk û xeter in. Ji ber ku dewletên dagirker wê her nexwazin xelkên kolonî azad bibe. Kuştin, malwêranî, koçberî û talanî hemî ji ber vê rû dide.

Tunebûna Eniyeke (Cepheyek) Neteweyî dihêle ku her rêxistineke bi serê xwe tevbigere. Ev jî bi xwere şaşitiyan tîne ku gelek ji wan şaşiyên têne kirin, çareseriya wan wext digire. Heger eniyek an jî tevgereke yek dengî li bakurê kurdistanê û li perçên din heba, wê li hember van bûyer û kiryarên li kurdistana başûr, bakur, rojhilat û rojava bê deng nema na. Di roja referandûma ji bona kurdistaneke serbixwe kuçe û kolanên bajarên bakurê kurdistanê dê vala nemaba. Gelo partiyên me ev muhasebe kirin ku çima weha bû.

Kêmbûna hizra neteweyî dihêl ku kurd bêtir şexsî bifikirin û berjewendiyên şexsî bidin pêş. Loma jî heta mileteke bi praniya xwe li gel hêz û partiyên xwe neteweyî nefikirin wê tim berjewendiyên şexsî li pêş bin.

Loma jî berjewendiyên şexsî nahêle ku mirov neteweyî bifikire. Ev dihêle ku hin  mirov carna dikarin ji bona xwe, gelê xwe jî bifroşin Û li gor min xetera herî mezin jî ev e. Mînakên vê hatine dîtin û têne dîtin.

Çareserkirina vê tenha bi yekîtiyeke neteweyî ku ji partî û dezgehên kurdî eniyeke neteweyî ye. Îcar çima partiyên me nikarin vê pêk bînin, divê ew bi xwe bersîva vê bidin.

Ma gelo damezrandina eniyeke neteweyî zehmet e. Helbet hin zehmetiyên wê hene lê dema kes û kesayetî xwe ji berjendiyên şexsî dûr bixin, wê demê kar rehet dibe û damezrandineke weha girîng dikare pir rehet pêk jî bê.

Lê pêk naynin û li gor min sûcdarê vê jî partî û rêxistinên me bi xwe ne. Ji ber tevger, enî û yekîtî ne ji xelkê, berê ji partî û rêxistinan destpê dibe. Ev erkê wan e û divê vî erkî ji bona berjewendiya welatê xwe pêk bînin.

Baş tê zanîn û dîtin ku xeterên mezin li pêşberî gelê me ye. Ji bona xurtkirina hizreke neteweyî û damezrandina eniyeke ji hemî partî û rêxistinan, divê zû pêk bê. Ya na dikare felaketeke mezin li bakur jî destpê bibe.

Kurd gihiştine qonaxa talî, ya wê bibin dewlet ya jî wê bi temamî wenda bikin ku êdî li seranserê kurdistanê kesên nikaribin û wê newêribin bêjin em kurd in…

Vî nêrînê tevayî: 3677 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:33:02

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK