Bube Eser: Kurd dê çawa azad bibin? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kurd dê çawa azad bibin?

Piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, dema kurd bi gulleya ewil ya şoreşa îlona 1961 ya Barzaniyê nemir bi xwe hesiyan, hebûna xwe dît. Li gor wê hebûnê ji nûde li her perçeyekî tevgerên kurdan destpêkir, ev destpêkê li bakurê kurdistanê hinekî bi şaşî bû. Çawa?
Kurd dê çawa azad bibin?
Nêrîn Belav bike

Ez li ser rewşa me kurdan ya ku em çima azad nabin, gelekî fikirîm. Li ser dîrokê rawestiyam û min dît ku me kurdan her dijminatiya hevdu kirine û hê jî dikin. Ji hev hez nekirine û nakin. Zanîn û têgihiştinên xwe li hev par nekirine û nakin.

Ya herî xerab kurd dîroka xwe fêr nebûne û nabin, ne xwendine ya jî guhdarî nekirine ku bav û bapîrên wan çawa jiyanin û niha em çawa dijîn.

Dîroka xwe fêr nebûne û nabin.  Loma ji mezinên xwe, ji zana û bîrewirên xwe sûd wernegirtine û wernagirin. Berhemên wan ne xwendine û naxwînin. ji ber vê jî çanda xwe baş fêr nebûne da ku gelê xwe jî fêrî wê bikin. Çi kirine?

Dîroka serdestê xwe ya li ser asasê derewan hatiye nivîsandin fêr bûne.

Ji dêlva zimanê xwe ê dagirkerên xwe bi kar anî û tîne. Bi saya wî zimanî mejî jî hatiye guherandin. Loma jî roj bi roj weke kurd ji xwe dûr ketine û dikevin.

Çi dema miletek dîroka xwe fêr nebin, di der heqê hêjayiyên xwe de ne xwedî zanîn be, zimanê xwe ji bîr kiribin an bi kar neynin, têkçûna wî miletê jî gelek rehet e.

Piştî bêdengiyeke dûr û dirêj, dema kurd bi gulleya ewil ya şoreşa îlona 1961 ya Barzaniyê nemir bi xwe hesiyan, hebûna xwe dît. Li gor wê hebûnê ji nûde li her perçeyekî tevgerên kurdan destpêkir, ev destpêkê li bakurê kurdistanê hinekî bi şaşî bû. Çawa?

Dema li tirkiyê tevgerên şoreşgerî û sosyaylîst destpêkir, xortên kurdan yên li metroplên tirkan dixwendin ew jî tevlî wan bûn.Wan tevgerana kirin ku kurd bi xwe bi hebûnên xwe nehesin. Tenê kir ku kurd bi sosyalîstî tevbigerin.  Wê jî kir ku kurd ji tevgerên xwe yên berê, ji dîroka xwe û ji zimanê xwe dûr ketin tenê tevgerên sosyalîst nasin. Bi wê îdeolojiyê tevgeriyan.

Lê û hezar carî lê ku tevgera sosyalîstî kir ku kurdan Serokên xwe yên serîhildanên ji bona azadiya kurdistanê tekoşîn dabûn ne dinasîn. Kekên me û me hay ji zane û bîrewirin xwe tunebûn. Celadetê Bedirxanê gavekê  ji me dûr bû (Wê demê li sûrî dijiya) lê me ew nedît û nedinasî. Xebatên wî dikir ji alî piraniya me û kekên me de nedihat zanîn û nedihiştin em bibînin.

Ha em çi fêr dibûn û me kî dinasîn? Sosyalîzma ku wê dinya hemû azad bikira û perçe bikira qurbana tevî. Hoşîmîn, Castro û yên weke wan bi hezar hezar kîlometreyan ji me dûr nasîn û dinasin.

Yanî sosyalîzma ku em an kekên me ji sosyalîstên tirkan fêr bûbûn, tunebûna me û nenasîna  mezinên me bû. Û ez bawerim ew ji teref sosyalîstên tirkan bi zanetî hatibû kirin ku kurd ji hebûnên xwe ji hêjayîyên xwe dûr bikevin. Her weha em heta demekê baş ji xwe dûr ketin.

Heta ku em bi xwe hesiyan heta ku me xwe û mezinên xwe nasîn, me gelek tiştên xwe jî wenda kir. Lê  hê jî di gelek waran de em tam nehatine ser xwe.

Dikare bê pirsîn; madem kurdan tiştên li jor hatiye nivîsîn pêk ne anîn, lê dîsa neqediyanin?

Rast e, sedema vê ya herî asasî ew e ku kurd her li ser erda xwe mane. Bi nifûsa xwe gelek e. Şer pevçûn, serîhildan li ser erda kurdistanê qet ranewestiya yî. Loma jî her serîhildanek kurd bi xwe hesandin ku ew kurd in. 

Heger me kurdan ji xwe re Dîwana Melayê Cizirî weke di Şevreşê de pê xistina findekê (mûm) dîtibana. Mem û Zîna Ehmed Xanî weke rehberekê girtibana. Damezrandina Kurdistanê li Mahabadê weke xelasiya xwe nerîbana.Heger di destpêkê de me hemî serîhildan û serokên hemî şoreşên xwe yên ji bona azadiya kurdistanê ji xwe re kiribana rehber. Me Tekoşîn û berxwedana Barzanî yê nemir ji xwe re weke rêbazekê qebûlkiribana û dîtibana, dibû ku îro Kurdistana mezin heba

Hê jî wext derbas nebûye, heger partî û rêxistinên me vê dîrokê ji xwe re weke rehber bigirin, kêmanî û şaşiyên hatine kirin fêr bibin da ku dubare nebin. Dîsa wê serketin ya wan ya me hemî kurdan be.

Ji ber vê ye dibêjim; Partiyên me yên bakurê kurdistanê di şert û mercên îro de yek ji wan jî nikarin Kurdistanê azad bikin. Lê ji bona azadiya bakurê kurdisanê nikarin an naxwazin yekitiyakê ya jî eniyeke neteweyî damezrînin. Ma ev ne sûç û gunehkariye?

Helbet ev sûc û gunehkariye. Lê ji bona ev ji ser wan rabe divê zûtirîn wextê erkê xwe ê neteweyî pêk bînin. Eniya xwe ya neteweyî damezrînin…

Vî nêrînê tevayî: 5494 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:23

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK