Bube Eser: Kurd, Erdogan û darbe! - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kurd, Erdogan û darbe!

Daxwaza min ji we hemiyan ev e, zûtirîn demê vê bibînin û ji bona hûn, em û gelê me têk nere tiştên lazime pêk bînin. Banga yekîtiyê nekin, herin ba hev kêmanî û zêdeyên hev qebûl bikin û eniyek neteweyî damezrînin.
Kurd, Erdogan û darbe!
Nêrîn Belav bike

Min xwest ez berê ji me kurdan de destpê bikim. Helbet ev nerîn ne nû ye, lê carna pêwîstiya ku mirov tiştê ji gelê me re lazim e gelek caran bêje, da ku carekê bikeve jiyanê. Tiştê ez ê bêjim ji sala1600 de heta roja îro tê gotin, lê mixabin kurdan hê jî ev fêm nekirine, an naxwazin fêm bikin.

Ji ber ku em kurd weha ji hev bela wela ne, ji hev hez nakin, li hember hev hesûd û kîndar in, piraniya siyasetmedarên me tenê di heyra serokatî ya jî berpirsiyatiyên mezin de ne, loma jî em bi ser nakevin. Carna Kurd tê qonaxa hema hema wê bi serkevin, lê hin kurdên din nig davêjin ber û wê keda bi salan di demeke kin de têk dibin.

Têk dibin lê çi mixabin ê ketî radibe weke tiştek nebû be, ji nûde dîsa kar dike û dîsa têk dihare. Min careke çend sal berê anîbû zimên ku kurdên bakurê Kurdistanê siyakesetê weke holîka zarokan dikin.. Zarok holîka xwe heta nêvî tînin û xerab dikin. Ne tu carî holika xwe xilas dikin û ne jî dev jê berdidin

Mixabin îro jî siyasetmedarên me eynî tiştî dikin û dijîn. Yanî tiştên ku hatibûn bi destxistin, tiştên ku li gor berjewendiya gelê xwe heta niha top kirine, hindik maye ku lingek lêkeve û wan hemî hêjayan, wan kedên bi salan  têk bibin.

Li perçên din rewşe diyar û eşkere ye. Lê di vê nivîsê de tenê behsa bakurê kurdistanê dikim. Li welêt ziman li ber têkçûnê ye. Li gor min têk jî çûye. Ev yeka qet bala partî û rêxistinên me nakşîne. Heger bala wan kişandiba wê biryara dev ji tirkî axaftin û nivîsê dabana.

Li welêt rewşa awerte heye û di wê rewşê de dagirker dixwazin çi bînin serê gelê me tê zanîn, lê dîsa ev bala rêxistinên me nakşîne. Weke ew li welatekî din dijîn.

Roj bi roja siyasetmedaran, rewşenbîr û çalakvanên siyasî davêjin hundir, hêdî hêdî îfadeya hin serokan digirin da ku di paşerojê de wan jî bavêjin zîndanê. Bi vê yekê wê bixwazin, rêber û siyasetmedarên neteweyî hêdî hêdî bigirin. Lê ên me her bê deng in…

Ziman nema, welat li ber têkçûnê ye. Tirs û xofeke mezin heye. Di vê rewşa awertede hê wê çi bê serê kurdan ne diyar e. Lê rêxistinên me vê nabînin. Her yek bi xwe, bi civîn û komcivînên, bi belavkirina wêneyên xwe mijûl in.

Gelek ji  endam ango rêvebirên van partî û rêxistinên me weke qet siyaset nekiribin, weke kesayetiyekî bê rêxistin, xwe ji bîr dike ku rêvebirê rêxistinekê ye, weke nizanibin ku yekîtî tenê dikare bi destê wan ango bi destê partiyan çê bibe, ha ha bangî yekîtiyê dikin.

Gotina talî heger hûn rêxistinên me yên kurd û kurdistanî zûtirîn demê yekîtiyeke xurt, hevkariyeke delal enîyek neteweyî pêk nînin, hûn, em û welatê me em ê hemî  bi hevre wenda bikin.

Daxwaza min ji we hemiyan ev e, zûtirîn demê vê bibînin û ji bona hûn, em û gelê me têk nere tiştên lazime pêk bînin. Banga yekîtiyê nekin, herin ba hev kêmanî û zêdeyên hev qebûl bikin û eniyek neteweyî damezrînin.

Heger hûn vê nekin tûkçûn û wendabûnek mezin li benda we, me û gelê me ye. Ji kerema xwe re vê bibînin. Êdî civîn, gotin têr nake. Di karê praktîk de vê îspat bikin ku hûn bi rastî jî berjewendiya gelê xwe û ya xelkê xwe diparêzin.

Rêya vê yekê jî di şert û mercên îro de tenha bi avakirina eniyek xurt, bi hêz û xwedî helwesteke neteweyî ye re derbas dibe.

Erdogan bi zanetî û bi destê xwe darbeya 15 Tîrmeha 2017an pêk anî da ku bikaribe, dîktatoriya xwe li ser Tirkiyê û bakurê Kurdistanê ferz bike. Çi bixwaze da ku bikaribe bi rehetî bike û dike jî…

Ev jî bi saya wê darbeya bi destê xwe pêk anîbû, dike. Rewşa awerta anî ku di vê rewşê de heq hiqûq û parastina mafê xwe tune ye. Herkes mecbûrin ku li gor wê çerçeweya hatiye danîn tevdigerin. Heger ew xet hate derbaskirin, girtin û wêranî dibe.

Pêkanîna wê darbeya Erdogan ji bona desthilatiya xwe û îdarekirina welatê xwe, wî bi xwe bi destê xwe û ji bona tunekirina kurdan ev kir. Her ev yek kir û dike. Ji bilî wî mafê tu kesan tune ye ku nerîn û fikrên xwe bi eşkereyî bêjin. Yanî devê siyasetmedar û rewşenbîran kilît kirî ye. Nifte jî li ba Erdogan e…

Bi anîna rewşa awerte, dixwaza meseleya kurdan li tirkiyê, heta li her çar perçan hal bike, kurdan bike perçeyekî tirkan. Ji xwe ziman nemaye û piştî ziman nemîne mirov kurd be çi ye?

Kurdekî nikaribe bi zimanê xwe qise bike, bixwîne û binivîsîne gelo wê çi keremet ji kesên weha derkev e?

J bona doza Kurd û Kurdistanê bi temamî li bakurê Kurdistanê  têk nere, dermanê wê zûtirîn demê avakirina eniyeke neteweyî ye. Îcar ya wê partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne vê pêk bînin ya jî sibê  hûnê nikaribin hesabê vê bidin.

Ji bona gavavêtineke weha, li gor zanîn, şopandin û xwendina bername, destûr û pratîkê PAK bi awayekî ciddî li ser vê dixebite. Lê bi wê tenê jî mesele hal nabe. Li gor wê çerçeweya PAKê danîye, eniyek pir rehet dikare bê damezrandin. LÊ….

Ne şert e di destpêkêde hemî partî hebin, di gava ewil de sê partiyên herî nêzîk werin ba hev, destûr û bernameyeke neteweyî ji bona eniyê binivîsînin, komîta rêvebir û serokekî destnîşan bikin, mesele diqede. Bawer bin ev ne ewqasî zor e. Heger hin dev ji berjewendiyên sexsî, mezinî û serokatiyê berdin.

Hûn, em hemî niha weke li ser behra qeşa girtibe ne, lê bi helandina wê qeşê em, hûn û gel em hemî bi hevre binav dibin. Hay ji xwe û ji rewşê hebin, bi paçan serê xwe mezin nekin…

Vî nêrînê tevayî: 2213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:03:22

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK