Bube Eser: Kurd û xurifandina wan - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kurd û xurifandina wan

Ji ber vê ye ku ez bi xwe jî li ser vê gelekî fikirîm ku ev bêje, tam li bejna piraniya siyasetmedarên me yên 40 sal derbas kirine tê. Heger hûn bipirsin çawa? Ez ê weha Bersîv bidim.
Kurd û xurifandina wan
Nêrîn Belav bike

Ez dixwazim bêjim; "xurufî" bêjeyeke bi eslê xwe kurdî, ne kurdî wê nizanim. Ez bi xwe vê weke bêjeyeke kurdî ye dizanim. Ji ber ku dema ez zarok bûm û li gund dijiyan, baş tê bîra min ku ev bêje ji bona mirovên bi temenê xwe 40 sal û wê de tirbana, ji bona şaşî û xelitiyên wan dihat bi kar anîn.

Mirovekî piştî 40 saliya xwe, tiştên ne baş, gotinên ne li rê bikirana gundiyan ji bona wî; digotin filankes xurifiye.

Ji ber vê ye ku ez bi xwe jî li ser vê gelekî fikirîm ku ev bêje, tam li bejna piraniya siyasetmedarên me yên 40 sal derbas kirine tê. Heger hûn bipirsin çawa? Ez ê weha Bersîv bidim.

Heger em bi awayekî bê alî, bê teref li rewşa hin siyasetmedarên me binerin em ê bi rehetî bibînin ku ew kesana çawa xurifîne.

Bala xwe bidinê û bibînin ku kesekî ji çûkaniya xwe ve ji bona azadiya gelê xwe ketiye nava siyasetê.

Bi wî temenê xwe yê bi çûk dibe endamê partiyeke kurdî da ku bi pêşevaniya wê tekoşîna azadiya gelê xwe bide û dide.

Tî û birçî dimîne. Heroj li serê garekî, di nava newalekê de, li ser zinarekî serê xwe datîne ser kevirekî radizê, bê ku mirinê bifikire…

Hin di nava bajaran de kolan bi kolan, mal bi mal digerin da ku xelkê bike endamê partiyê û bi partiyeke hêz, xwedî qawet li hember dijminê xwe şerê azadiyê bide.

Ji sedî nod û neh ew kesên siyasî bi şev û roj kar û xebatên wan ji bona welatê wan e. Ne tirs, ne xew li wan hene. Gelek ji wan dibe, rêvebir, hin dibin serok, hin dibin berdevkê siyasî û hin jî ji ber zîrekbûnên xwe dibin propagandîstên partiya xwe.

Li çi heyve piştî salên 40î mirov dibîne ku çawa dixurifin. Di dema xurufandina xwe de jî te dît, di rojekê de keda xwe înkar dike, Kurdistana wê azad bikira davêje tenekê ziblê. Ma gelo ev ne xurifandine?

Hin ji wan serokên qaşo partiyê kurdî ne, dagirker wî diavêjin zîndanê, ji zîndanê ji hevalên xwe re, ji partiya xwe re mesaja, parastina welatê  hevbaş û demokrasiya tirkiyê dişîne. Ma ev ne xurufandine lê çi ye?

 Hin bi wî temenê xwe ê mezin her çavên wan li serokatiyê û rêvebirtiyê ye, loma jî tim ji bona vê hêrsa xwe, partiya xwe perçe dike, dilê hevalên xwe yên bi salan bi hevre kar kiriye dihêle. Ma ev ne xurufandine lê çiye?

Hin jî hene ku berê kê Kurdisaneke serbixwe nexwestana ew xaîn didît. Lê niha piraniya wan eksê wê dike û ji bona kurdan Kurdistaneke azad û serbixwe heram û xeter dibînin.Ma ev ne xurufandine lê çi ye?

Li gor xwendin û hin lêkolînan, hin dîtina bi çavên serê xwe, gihiştim wê qenetê, wê baweriyê ku ji siyasetmerdarên me yên piştî 40 salên xwe dixurifin. Loma jî yekgirtina  partî û rêxistinên me, enî an cepheyeke neteweyî ya bakurê kurdistanê nayê damezrandin.

Sedema vê jî ew e ku kesên xurifîne dê nikaribin tu yekîtiyan cephe û eniyan pêk bînin. Çareseriya vê jî divê ew kesena bê ku wextê derbas bikin, rêvebirtiyê û serokatiyê bidin ciwanên ku yên temenê wan negihiştibe 40î.

Divê êdî em bi hevre rastiya civata xwe bibînin, êşa wê tespît bikin da ku li gor wê bikevin nava çareseriyê. Çareserî jî bi kesên xurifîne nabe.

Bila kesên weha li min bibuhurin, ji ber ku wan gelek xebatên hêja û delal kirine. Lê piştî temenê mezin êdî sebira wam namîne, tehamula wan ji bona kesên li hember tune ye. Ew kesên rêber û serok in, bê ku raberduyên xwe reş bikin divê dev ji rêbertî û serokatiya partiyan berdin, wê bidin ciwanan da ku ew ked û xizmetên wan li ber avê de nere…

Vî nêrînê tevayî: 3572 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:26:36

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK