Bube Eser: Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.

Heger îro partî û rêxistinê bakurê kurdistanê ji xwe re dibêjim em kurd û kurdistanî ne, dest bi çalakiyan nekin, ev êrîş dê mezintir bibe.
Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.
Nêrîn Belav bike

Îro tam wexta wê ye em hemî ji bona parastina rojavayê kurdistanê bibin yek.

Divê kurdê li ewropa ji marketên tirkan û malê tirkan êdî tiştan nekirin. Tam wexte ku kurd êdî dev ji zimanê dagirkeran, adet û bratiya wan berdin

Heta dijminatiya nava kurd û tirkan zelal nebe û heta hin bratiya gelan biparêze em ê jî tim di vî halî de binalin. Divê helwesta me ne bratiya dagirkeran, li hember wan tekoşîna azadiya me be.

Heger îro partî û rêxistinê bakurê kurdistanê ji xwe re dibêjim em kurd û kurdistanî ne, dest bi çalakiyan nekin, ev êrîş dê mezintir bibe.

Divê partî û rêxistinên bakurê kurdistanê yên berê û yên piştî sala 2000 hatine damezrandin bizanibin ku bê bedel mirov nikare welatekî azad bike.

Hûn kurdên bakurê kurdistanê piştî salên 1980ê ji teref dewletê û hevalbendên wan ve hatine xesandin û razandinê. De êdî ji wê xewa mirinê şiyar bikin.

Kurdno ji bîr nekin îro, rojavayê kurdistanê ye, sibê bakur, rojhilat û başûrê kurdistanê ye. Dijminê me har in û li ser asasê rijandina xwîna kurdan mezin dibin û bûne.

Kurdên li ewropa divê bi awayekî demokratî bi çalakiyên di berjewendiya gelê me de bin, divê ewropa bihejînin. Lê weha xuya ye ku kurdên li ewropa jî hatine xesandin.

Heta ku em weha bêdeng bin wê dagirkerên me jî welatê me bi wêrankirinê bikin ê xwe. Wê zimanê me ji me bigirin, wê guhê me kerr û çavên me kor bikin da ku em êdî tu iiştekî nebnin û nebihîzin.

Heger bi vî awayî û bi vê bêdengiya kurdan here, dê sibê em ê nikaribin tu tiştekî ji bona miletê xwe, ji bona gelê xwe, ji bona zarokên xwe bikin.

Heger rewş weha bi bêdengiiyê bidome, dikare ew hebûna ango ew destketina kurdan li başûrê kurdistanê jî têk here.

Têkçûna başûrê Kurdistanê têkçûna hemî kurdan ya li seran serê cîhanê ye. Piştî wê jî êdî wê kurd bikevin bêdengiyekê ku dê newêribin heta pêncî salên din dengê xwe derxin.

Dagirkerên me dîroka me ji me baştir fêr bûne û dizanin ku êdî wê çawa kurdan bêdengê bikin ku heta heta nikaribin rabin ser xwe.

Ew êdî fêr bûne ku piştî her ketinekê kurd çawa dîsa rabûne serxwe. Aha fêrbûna vê wê bibe sedema bi temam têkçûna kurdan.

Niha kurd bi saya serê destketina başûrê kurdistanê û berxwedana kurdan li rojavaê kurdistanê hê zîndî ne, hê li ser xwe ne, hê bi rêxistin in.

Çi dibe bila bibe, çi bedel dê bi dayîn bila bê dayîn, divê kurd li hember hemî zordarî û çavsoriyan welatê xwe, erda xwe xelkê xwe biparêzin.

Ji vê re jî aqilekî selîm, yekîtiyeke li ser asas berjewendiya gel û li ser xeta neteweyî pêk bê. Heger me ev pêk anî hûn bizanibin wê dagirkerên me bikevin nava agirê dojehê û em ê di bihuştê de li kêfa xwe binêrin.

Ji bîr nekin bê dengê qebûlkirina bindestiyê ye.

 

Vî nêrînê tevayî: 692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:00:33

Nêrînên Dawî

Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK