Bube Eser: Mam Celal çû lê… - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Mam Celal çû lê…

Gelo çûyina mam Celal ji bona me kurdan tê an jî hat çi wateyê. Ez dixwazim hinek li ser vê rawestim. Û bidim zanîn ku wê ji niha û pêde li başûrê kurdistanê siyaset çawa bi rêve here.
Mam Celal çû lê…
Nêrîn Belav bike

Hûn bawer bin, koçkirina mam Celal Talabanî kurd xist nava xemginiyekê. Him jî xemginiyeke weha ku dema ji her carê bêtir  pêwîstiya wî hebû, em kurd hişt û çû. Helbet çûyinên weha ne di destê mirovan de ye.

Ez qet pêwîstî nabînim dûr û dirêj behsa gorbihuşt bikim. Ji ber ku jiyana wî, tekoşîn û xebatên wî hemî hema hema herkes dizanin. Loma jî dûbarekerina tiştan carna tu fêdeya xwe jî tune ye.

Gelo çûyina mam Celal ji bona me kurdan tê an jî hat çi wateyê. Ez dixwazim hinek li ser vê rawestim. Û bidim zanîn ku wê ji niha û pêde li başûrê kurdistanê siyaset çawa bi rêve here.

Ji bona li başûrê kurdistanê hîmên dewletbûnê bi asasekî saxlem hatiye avêtin loma jî wê bêyî mam jî xebat her berdewam be. Lê di xebata bê mam Celal de helbet wê hin kêmaniyan jî bi xwe re bîne.

Ji ber ku Mam Celal siyaseta rojhilat baş dizanîbû û mirov dikare bêje ku wî tenê dikarîbû li gor berjewendiya kurdan li wir siyaset bimeşanda. Ji ber ku ew bibû pisporekî siyaseta rojhilat.

Mirovên siyasî, weke aqilmendên welatê xwe ne. Li gor wê siyasetê dikin, welatê xwe bi rêve dibim û li gor wê rêvebirinê jî welat, deng, reng û helwesta xwe digire. Di wan hemî deng, reng û helwestên siyasî yên li başûrê kurdistanê de, keda wî, xebata wî, helwestên wî tê dîtin.

Mam Celal ji wan yek kesayetiyan bû ku kêm însan weke wî hebûn. Loma di siyaseta Kurdistanê û bi taybetê ya başûrê kurdistanê de rol û erkên mam Celal bi teybetî heye. Wî xebateke dûr û dirêj meşand û dengê xwe ê êrê ya ji bona kurdistaneke serbi xwe bi kar anî.

Ew siyasetmedarekî weha zîrek, jêhatî û têgihiştî bû ku dikarî bû berê siyaseta ji bona berjewendiya kurdan di rojekê de biguheriya. Loma jî siyasetmedarên weha kêm in. Ev kêmanî wê li başûrê kurdistanê jî êdî bê dîtin.

Mam Celal aqilmendekî başûrê kurdistanê bi teybetî û bi giştî jî yê tevan kurdan bû. Loma jî car caran dema kêmanî û şaşiyên di nava kurdan de didît heta jê dihat ew bi keda xwe, bi aqil û helwesta xwe serrast dikir.

Ya herî girîng jî ev e ku di vê pêvajoya ku kurdistan gav bi gav berbi serxwebûnê de dihare, tunebûna wî wê kêmaniyeke mezin be. Di vê gavavîtinê de hebûna mam wê him ji bona brêz Serokkomarê Kurdistanê Mesdu Barzanî û him jî ji bona siyaseta Kurdistanê wê baş ba. Lê mixabin wî brêz Mesud Barzanî bi tenê hişt…

Wî bi aqilê xwe, bi helwestên xwe û bi biryarên xwe alîkar û piştgirê brêz Mesud Barzanî bû. Loma jî ev wendakirin bi taybetî jî ji bona brêz Mesud Barzanî gelekî mezin e. Bi gotineke kurdî, pî û baskên wî şkest…

Divê hemî kurd bikaribin û hewl bidin wan nerîn û dîtinên brêz Mam Celal belav bikin, xwedî li wan derkevin. Wê ala wî ji bona Kurdistaneke serbixwe hilgirtibû, danexin. Ev berê li hemî rêvebir û endamên NYK dikeve û dûre jî li me hemî kurdan.

Mam Celal bi vê çûyina xwe tovên hevkarî, yekîtî û li hevkirina kurdan ji nû de avêt. Di hemî şûn û taziyên wî de kurdistanî, partî û rêxistinên kurdan hebûn. Loma ez bawerim ew tov êdî wê li kurdistanê gulan veke.

Careke din bila serê gelê kurd sax be ku siyasetmedarekî xwe yê hêja wenda kir. Bila serê malbat û hevalbendên wî sax be.

Gorbihuşt mam Celal wê qet neyê ji bîr kirin. Ji ber ku di hemî tevgerên kurdan  û kurdistaniyan de ked û xebatên wî hene.

Bila cihê wî bihuşt mekanê wî tim ronî be…

Vî nêrînê tevayî: 2832 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:23:48

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK