Bube Eser: Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?

Lê ev mesele, ev li hevkirin û yekîtiyên pêwîst, gelekî zehmet e ku di nava xelkekî, di nava gelekî ku kolonî ango bindest be pêk bê. Çima.
Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?
Nêrîn Belav bike

Em gelek caran tiştên têne zanîn û piraniya civatê maneya wê dizanin çend bare dikin. Di neteweyên kolonî ango yên bindest de dubare û çarpare kirine meseleyên girîng normal e. Çima?

Divê tu miletê xwe, gelê xwe berbi meselê bixe da ku hêjayî û qîmeta netewebûnê bi wî, bi wan û bi me gelekan bide nasîn.

Min jî weke gelekan çend caran nivîsîye û gotiye ku hemî probelemên me yên niha, astengî û areşeyên me, ji ber ku em weke kurd nebûne neteweyî, derketine û derdikevin.

Xelk û miletê cîhanê ji bona berjewendiya gelê xwe, nakoyiyên nava xwe radikin, ji bona yekrêzî û li hevkerineke li ser asasê parastina gelê xwe têne bav û li ser çend xetên neteweyî  yekîtiya xwe pêk tînin.

Bi vê hêz û qawetê jî berjewendiyên gelê xwe çi di qada navneteweyî de çi jî di nava xwe de, diparêzin û li hember hemî xeterên zerarê dide gelê wan, dibin yek hêz.

Lê ev mesele, ev li hevkirin û yekîtiyên pêwîst, gelekî zehmet e ku di nava xelkekî, di nava gelekî ku kolonî ango bindest be pêk bê. Çima.

Ez vê hinekî vekim; Miletekî gihiştibe merteba netewebûnê ew xelk, ew milet wê miheqeq rojekê bighêje azadiya xwe. Ji ber tevger, têkilî, yekîtî û hemî kar li ser asasê netewebûnê tê meşandin. Lê di nava xelkê bindest, kole û ne azad de eksê wê digere. Ji ber di nava wan de hîs û baweriyên neteweyî cihê xwe negirtiye. Loma jî kar, xebat û çalakî hemî bêtir ji bona kes û sexsan têne kirin.

Ji ber ku li bakurê Kurdistanê xeta neteweyî lawaz e, qels e, piraniya kar û xebatên partî û rêxistinên me jî ji bona şexsan dihare. Hin kes, şexs û revebirên partiyan jî hene hemî kar ji bona berjewendiya xwe bi kar tînin bê ku endam vê fêm bikin.

Tu dibîne di nava rêxistin û partiyekî de çend kes pir bi rehetî dikarin wê partiyê ji bona berjewendiyê xwe bi kar bînin. Sebeba vê jî ji qelsbûn û lawazbûna hizra neteweyetiyê ye. Dema ew hizra neteweyî tune be, wê gavê mirov dibe heyranê şexsan…

Di nav gelê kolonî û bindest de, rol û erkên kesan ji ya neteweyî pêştir e. Dema te xerabiya welêt got, ya jî hêjayiyek welêt bi xerabî nirxand. Ya jî welat û kesên xwe bi xerabî anî zimên. Hema bêjin kes dengê xwe nakin. Lê dema te kêmaniya partî, serok ya jî rêvebirekî wê got û anî zimên. Êdî tu dibe hedefa endamên ku tenê ji sereko xwe hez dike, tu dibe hedefa wan endamên ji welêt bêtir heyranê serokê xwe ne.

Dema mirov bi awayekî maqûl partî an jî rêvebirên wan rexne dike, yên muxatab bersîv nadin, endamên xwe organîze kirine ku ew ne bersîv lê bi êrîşan hucûmî mirov dikin da ku me re careke din behsa kêmanî û şaşiyên rêber, serok û partiyan neke.

Lewra ez dibêjim heta ku kurdên bakurê Kurdistanê nebin neteweyî, heta ew partî, serok û rêvebirên xwe di ser kurdistanê re bigirin û heta ji dêlva yên ne muxatab, endamên wan bi êrîşkarî bajon ser me re, ewên tu cara bi ser nekevin.

Serketinên ne li ser xeta neteweyî be dikare ji bona demên kurt bibe, lê ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê û demên dirêj wê tu caran bi sernekevin.

Ji ber vê ye dema tifaq hatin kirin, pêwîstiya mirov baş lê bikole û ne li gor şertên heyî, divê mirov li gor xeta neteweyî bike. Ev jî bi partî û kesên ku neteweyîne û neteweyî difikirin re dibê.Eksê wê malwêranî, wendakirin û têkçûyîn e…

Vî nêrînê tevayî: 1376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:06:11

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK