Bube Eser: Pêşeroja me û PKK!! - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Pêşeroja me û PKK!!

Niha bala xwe bidinê, PKK ya ku ziman , orf û adetên kurdan nehiştiye, wê çawa ji dil daxwaza serbestkirina zimanê zikmakî bike. PKK ya ku kurdên ji perçên din ku diket nava wan fêrî tirkî û adetên wan dikirin, gelo îro wê çawa ji dil bibe xwediyê xwe û helwesteke weha rastteqîn. PKK ya ku ev 30 sal in şer ji bona tunekirina kurdan dikin, gelo wê çawa îro doza serbestkirina zimanê zikmakî bikin.
Pêşeroja me û PKK!!
Nêrîn Belav bike

Ez bi xwe pêşeroja (li gor hinan paşeroj) me xerab dibînim. Ji ber ku êdî diyar dibe ku piştî serokerkanê nû ê Tirkan, tirkiyê û bakurê welatê me hêdî hêdî berbi êgir de tê dahfandin. Dahfandina berbi êgir de jî gelekî bi zanetî û bi hostatiyeke mezin tê kirin. Ji ber ku proje û daxwazin dewleta dagerker a tirk ya ku dixwazin kurdan tune bikin an jî wan bikin tirkên baş û Kemalîst hîn temam nebû ye. Demeke kurt bê dengiyek li tikriyê û li bakurê welatê me hebû. Ji xwe çi dema bêdengiyek ango rawestandina şerê ne di berjewendiya kurdan de ye dibe, kuştin, şer û pevçûn li tirkiyê û li bakurê welatê me nebe.

Milet gavan berbi demokrasiyê de davêjin û ev demokrasî jî dikare bibe bela serê leşker û hevalbendên wan ê Kurd. Ji ber vê yekê ye ku êdî ew bêdengiya ku hebû wê ji niha û pêde bi biryarên serokerkaniyê nû ê tirkan û wê dîsa bi destên hin kurdên hevalbendên wan bi şer û pevçûneke li gor artêşa tirk bê meşandin da ku ew bêdengî rabe. Dema şer û pevçûna ne ji bona kurdan destpê bibe, wê daxwazên kesên demokrat û yên aştîxwaz neyê cih û wê dengên wan jî bê birîn.

Ji bona vê jî divê ji nû de xwîn bê rijandin, kuştin, malwêranî û kiryarên taze dê pêk were. Ev jî ji nûde gûrkirina şerê qirêj e. Ev ê ji nûde dîsa werênkirina gelê me û destpêka kujêrên faîl nediyar. (Bi eslê xwe diyar e.) destpê bike.

Eger bê bîra we; çi dema bi destên PKK daxwazin baş an jî xwestekên li gor dilê gelê kurd tê kirin, hûn bizanibin li dû wê, şer û pevçûneke ne li gor berjewendiya wî dê dest pê bike. Bi vê destpêkê jî wê, hêsirên dayikan, qêrîna bûkan û giriyên zarokan ju nû de di nava kurdan de belav bibe. Ji ber ku ev serê sî salan ku ev tecrûbe li bakur tê jiyandin.

Ji vana yek destpêkirina serbestkirina zimanê zikmakî ye. (wê demê pkk ev dixwest) Ji xwe ji vê xweştir û maqultir tu tiştek tuneye. Bi hezaran gel ji bona wê dimeşin. Lê hûn ya rastî bixwazin di bin vê de lîstikek gelekî mezin û qirêj heye. Divê gelê me ji niha de ji bona lîstikek weha hazir bin. Lê ew nikarin xwe hazir bikin, yên wan îro hazir bikin jî tune ne. Milet bûye weke sofiyên li dû şêxan, bûne weke marê tu ço li serî bixe. Ew jî nema dizanin dê wê çi bikin. Zedeyî 30 salan e ku hinan tenê ew fêrî li çepik dayîn û tenê bijî bijî yê kirine.

Niha bala xwe bidinê, PKK ya ku ziman , orf û adetên kurdan nehiştiye, wê çawa ji dil daxwaza serbestkirina zimanê zikmakî bike. PKK ya ku kurdên ji perçên din ku diket nava wan fêrî tirkî û adetên wan dikirin, gelo îro wê çawa ji dil bibe xwediyê xwe û helwesteke weha rastteqîn. PKK ya ku ev 30 sal in şer ji bona tunekirina kurdan dikin, gelo wê çawa îro doza serbestkirina zimanê zikmakî bikin. Piraniya rêberên PKK ku hîn jî bi kurdî nizanin, gelo wê çawa daxwaza serbestkirina zimanê kurdî bikin. Gelo ew PKK ya ku îro dixwaze Kemalîzma ku li ser qirkirina kurdan hatiye avakirin, bi kurdan şêrîn bikin, wê çawa doza serbestkirina zimanî kurdî bike.

Ez naxwazim van dirêj bikin. Lewra dibêjim ku wê di rojên pêş de bi biryara serokerkanê tirk û bi destê PKK gelek tiştên xerab bibin. Loma balê dikşînim ser vê yekê ku divê em haydarî xwe û gelê xwe bin. Divê gel û bi teybetî yên ku îro ne PKK yîne neyên lîstika wan. Bi vê daxwaza serbestkirina zimanê kurdî de wê tiştên gelek xerab biqewime. Loma dibêjim; Ev lîstkek e. Ev agirek e. Ev ji nûde qatlîamek e.

Min biryar dabû ku qet ne bi başî û ne jî bi xerabî êdî behsa PKK nekim û li ser wê nenivîsînim. Lê min vê carê xwe mecbûr dît ku binivîsînim. Ji ber ku niha kemîneke mezin li hember me û gel hatiye danîn. Em û gel, gelekî nêzîkê wî kemînê bûne. Ji bona ku em nekevin kemînî divê em destên xwe bidin hev. Divê em dev jî berjewendiyên şexsî, rêxistinî û hêzbayetiyên teng berdin. Divê em wextê xwe ji bona damezrandinên nû, avakirina partiyên taze xerc nekin. Ji bona hedefeke kurt û ji bona hilweşandina wê kemînê îro tenê yekitiyek li hember wê lazim e. Eger ev pêk neyê em ê weke kurd li bakur bi kêmanîn 50 salin din wenda bikin. Êdî hûn dizanin…10.2.2008

Têbinî: Min ev nivîs 8 sal berê nivîsî bû, baş nayê bîra min lê bawerim di malpera Rizgarî de hatibû weşandin. Di wê demê de pkk daxwaza serbestkirina zimanê kurdî dikir. Loma min balkişand ser wê yekê ku wê di pêşeroja gelê me de û bi destê pkk gelek tiştên xerab biqewime. Ji ber çi demê pkk ji bona gel tiştekî baş û di cihde bixwaze hûn bizanibin li dû wê qetlîam, wêranî û xerabî dê bibe. Aha vaye we dît 2015-2016an de kolana xendekan çi anî serê gelê me. Loma dibêjim; pêwîst e ku car carna rêxistin û partiyên me guhdariya rewşenbîrên gel bikin. Dîtin û nerînên wan bipîvin û li gor wê tevbigerin wê bikaribin bi hevre pêşî li hin xerabiyan bigirin.

Vî nêrînê tevayî: 5482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:44:46

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK