Bube Eser: Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???

Azadiya welatekî û bi taybetî ya kurdistanê gelekî zor û zehmet e. Lê kurdan ew zor û zehmetî dîtin loma jî wê niha fêkiyên wê bixwin û bitemînin.
Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???
Nêrîn Belav bike

Di jiyana mirovantiyê de her tiştek ji xeyalan pêk tê ango tiştek berê tê xeyalkirin û dûre li ser wê xeyalê bi awayekî zanistî tê rawestandin. Fêde û zerara wê, başî û qenciya wê tê pîyan. Xizmet û karê wê tê munaqeşekirin. Dûre li ser kar û xebatê dikin da ku wê bikin rastî û têxin xizmeta mirovahiyî.

Loma her tiştek tê xeyalkirin û wê xeyalê dixin jiyanê. Me kurdan jî piştî perçekirina Kurdistanê (1639) û heta niha jî xem û xeyala me ew ku rojekê kurdistaneke azad û serbixwe bibîne. Ji bona ev xeyal bikeve jiyanê gelek bedel, kar û xebat hatine kirin û hê jî tê kirin da ku ew xeyala bibe rastî.

Ew xeyal carekê weke xewnekê bi navê komara kurdistanê li mahabadê (1946) bû rastî. Lê çi dema kurd ji xew rabûn, ew xeyala wan ya weke xewnekê jî têk çû.

Lê kar û xebat, berxwedan, serîhildan, tekoşîna ji bona ew xeyal bibe rastî her nesekinî ye û berdewam e. Wê berdewam be heta ku ew  bi temamî bibe rastî.

Wê xem û xeyala kurdan singê xwe li ser erda başûrê kurdistanê kota û ji bona vekirina konê azadî û serxwebûnê tekoşîneke dûr û dirêj hat dayîn. Di encamê vê tekoşîna muqaddes de ew xem û xeyala kurdan li başûrê kurdistanê ji sala 1992an û pêve gav bi gav, hêdî hêdî lê bi awayekî rast û asasî  tê meşandin da ku bibe rastî.

Piştî ewqasî şer û tekoşîn, piştî ewqasî bedel dayîn û xwîn rijandin êdî em dizanin ku xeyala me kurdan dê di demeke nêzîkde li başûrê kurdistanê  bibe rastî.

Azadiya welatekî û bi taybetî ya kurdistanê gelekî zor û zehmet e. Lê kurdan ew zor û zehmetî dîtin loma jî wê niha fêkiyên wê bixwin û bitemînin.

Heger mirov bi awayekî durust, bêyî niyeta xerab û di warê kurdperwerîde li rewşa niha ku başûrê kurdistanê têde ye binere û bibîne. Mirovê çirûskên wê xeyala ku em bi salan dikin jî bibînin.

Tê dîtin ku hema hema hemû dewletên li vê cihanê êdî konsoloxaneyên xwe li başûr kurdistanê vedikin. Emerîqa di dinyê de konsolosxaneya xwe ya herî mezin li başûrê kurdistanê vedike. Civînên navneteweyî  ku li başûrê kurdistanê dibin. Dan û stendinên navdewletê îşareta ku îsal (ez bawrim) wê birêz serokê kurdistanê Mesud Barzanî vê mizgîniyê bide me kurdan.

Ji ber vê ye ku ez dibêjim rastî ji xeyalan pêk tê û ew xeyala ku em kurdistaneke serbixwe û azad bibînîn, dibe rastî. Êdî ji vê re şik û xûman nemaye.

Ha pkk ji çi pêk tê?

Bi qasî ku dizanim û dişopînim. Ji şelafên ku tenê berjewendiyê xwe difikirin, ji mirîdên tenê li xwarina xwe zikmezina xwe difikirin û ew rêvebiriyên ku bi dewletên dagireran ve girêdayî û ji bona têkbirina kurdistanê kar dikin. Pêk tê.

Çima vê dibêjim?

Ya rastî ne ez lê ew dibêjim û ya din dema mirov wan kesana dişopîne her tiştek eşkere li meydanê ye. Ha ha barbara rêvebirên pkk ne ku dibêjim; ”Em li dij kurdistaneke serbixwe ne” yên ji vê re li çepikan dixwin kîne. Hûn jî wê bibînin.

Ez bi xwe gihiştim wê qenetê ku heger pkk astengî û sergijî li başûrê kurdistanê dernexistibana dibû ku berî niha biçend salekî me ew xeyala xwe ya ku wê biba rastî dîtiba.

Lê xem nake êdî kurdistaneke serbixwe ketiye ser rê û meşa xwe ya pîroz didomîne. Îsal (2017) wê xeyala me bibe rastî. Bila xwendevan rehet bin, tu şik û gûmanan ji vê nekin.

Piştî vê êdî wê dor bi dor li perçên din jî ew xeyala me dê bibe rastî. Û êdî em ê li gor vê rastiyê li ser erda xwe bi awayekî rast û azad bijîn.

Vî nêrînê tevayî: 4051 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:43:17

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK