Bube Eser: Referandûmê çi da me??? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Referandûmê çi da me???

Heger em li hin wêneyan binêrin, mirovê bibîne li ku çi û çawa bû. Lewra di wêneyên bajarên her çar perçan de tenê kuçe û kolanên bajarê qedim Diyarbekirê vala dibîne. Lê tê gotin ku 200 000 kes ji bakur ji bona dîtin û pîroz kirina referandûmê li welatê xwe ê azad li başûrê kurdistanê bûn.
Referandûmê çi da me???
Nêrîn Belav bike

Berî  ku dest mijara xwe bikim, ez hemî kesên çi bi dengên xwe, çi bi hêz û qaweta xwe, çi bi bîr û bawriya xwe, çi bi beşdariya xwe çi jî bi hêz, ked û xebata xwe beşdarî vî bûne, pîroz dikim.

Roja 25 îlona sala 2017an ji bona me hemî  kurdan, ezmûnek bû, îmtîhaneke bû, bawerî û xwe rêdaneke bû.  Di  nava wê rêdanê de xwe pêşandaneke mezin bû. Lewra kurdan dîrok ji nû de nivîsîn…

Bi vê bawerî û xurtiyê kurdan ji cîhanê re gotin; em kurd birçiyê azadiya xwe û welatê xwe ê serbixwe ne. Ji ber vê ew çalakî, berxwedan û xwepêşandanên hatine kirin hemî ji bona yek armancê û helwestê bûn. Armanc û helwest jî diyar û zelal bû. Ew jî ji bona gavavêtina dewleteke kurdî û kurdistaneke serbixwe bû.

Helbet ev ji ber xwe de nehat. Tê zanîn ku ev bi saya serê pêşmêrgeyên qehreman, Enfal, kîmyabaran, rê û rêbazeke neteweyî pêk hat. Ji perçebûna welatê me û heta vê referandûmê helbet kurd jî ji bona azadiya xwe nesekinî ne. Her wan jî ber xwe dane û tekoşîna azadiyê ranewestandin  û ranewesta heta hemî perçên kurdistanê azad nebe…

Lê bi destûra we, ez ê li ser çend noktayan ango li ser çend weneyan jî rawestim. Ji ber ku divê di kêfxweşiyan de mirov serxweş nekeve û tenê li ser tiştekî nefikire. Çi dema partî û rêxistinên me şahiya serketinekê kirin divê hin tiştan jî ji bîr nekin. Weke:

Heger em li hin wêneyan binêrin, mirovê bibîne li ku çi û çawa bû. Lewra di wêneyên bajarên her çar perçan de tenê kuçe û kolanên bajarê qedim Diyarbekirê vala dibîne. Lê tê gotin ku 200 000 kes ji bakur ji bona dîtin û pîroz kirina referandûmê li welatê xwe ê azad li başûrê kurdistanê bûn.

Gelo ji wî 200 000 hezarî 50.000 di wê roja delal de li kuçe û kolanên Diyarbekirê bana, wan jî bi durişmeyên xwe û piştgirî û helwestên xwe rê bidana ku ew jî weke kurdên bakur li pişta vê referandûma ji bona serxwebûna kurdistanê ne. Wê ne baştir ba. Helbet wê baştir ba. Lê hezar mixabin wêne diyar e…

Her partiyeke me ya siyasî di wê roja muqades de 50 kesên xwe li Diyarbekirê bi cih kiribana û gotibana roja referandûmê bi alên xwe derkevin kolanan, wê bihata zanîn ku partiyên me karekî baş kirine, xelkên li Diyarbekirê, rûniştvanên li wir jî karîbûn hemî ji malên xwe derketana û teva wan bû bana...

Ez bi xwe ji vê têgihiştim ku hîs, bîr û baweriya neteweyî hê jî li bakurê kurdistanê ji perçên din zeîftir e. Hê jî partî û rêxistinên me ew bawerî, ew hêz nedane xelkên xwe da ku ew jî rojeke weha pîroz bikin.

Bi vê pîrozkirinê wê bidana diyarkirinê ku ew jî weke xelk, weke partî û rêxistinên bakurê kurdistanê li gel brayê xwe ê başûr in. Xwe pêşandin û pîrozkirineke weha de wê bihata dîtin ku partî û rêxisitnên me ji bona parastin û piştgiriya başûrê kurdistanê karekî baş kirine. Lê mixabin di wêne de tê dîtin ku ne weha ye.

Wêneyekî din ku pir bala min kişand û dibe ku bala we gelekan jî kişandibe, xwarina kurdên me yên bakurê kurdistanê bû. Te digot belkî hemî ji ber xelê çûne û ketina nava wê xwarinê dixwin û wêneyên xwe yên xwarin ha  ha belav dikin.

Mirov di wêneyan de dibîne ya jî weha tê fêm kirin ku partî, kes û kesayetên me ji bona xwarinê çûne başûr. Ya jî ez weha tê gihiştim. Û bi rastî jî ez bi xwe gelekî aciz bûm. Ma gelo ji xwarinê pêve tu çalakiyên din tune bûn ku wan bikirana?

Wênekî din ku bala min kişand, weha tê dîtin ku kurdên me ne ji bona referandûmê li welatê xwe ê azad bûn. Te digot belkî hemî çûna wir ji bona hevdu bibînin, xêr hatina hev bikin û li gel wêneyên xwe yên li ser xwarên belav bikin, li wir in. Helbet hevdîtina hevalên bi salan di hesreta dîtina hev debûn,normal e, lê ne bi vî rengî.

Li gor min partî û rêxistinên me yên ji bakurê kurdistanê çûbûn welatê xwe ê azad, divê hemî li gel hev ya ji her yekê ji wan bi serê xwe kombûn û konferans li ser refarandûmê û rewşa her çar perçên kurdistanê dabana. Helwest û nerînên xwe yên siyasî diyar kiribana.

Di vî warî de jî ji bilî PAKê min tu helwest, nerîn, ditîn û wêneyên partiyên me li kurdistana azad çi mesaj dan nedît. Çi civîn û konferans pêk anîn min bi xwe ne bihîst û nedîtin. Lê bi rastî jî xwarina dixwarin hemîyan jî dizanim.

Xelk ango kesên bi salan li benda azadiyê bin û di rojeke weha de çi bikin, çi bixwin û gotibin, normal e. Lê divê di rojên weha de helwest, biryar, nerîn û dîtinên partiyên siyasî eşkere bibe. Ew ne xelkin pêşevanê xelkê ne..

Bi hêviya ku di her serketandinekê de ango partiyên me yên siyasî hin tiştan ji bîr nekin. Helbet azadiya başûrê kurdistanê wê hemî perçên din ronî bike. Lê divê em ji bona wê ronahiyê lampa û findên xwe hazir bikin. Ma ew tunebin wê  şevreş çawa ronî bibe.

Vî nêrînê tevayî: 2438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:08:41

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK