Bube Eser: Rexne û Partiyên me! - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Rexne û Partiyên me!

Ddezgeha rexne û li xwe rexne girtin di nava me kurdan de, di nava partî û rêxistinên me de, tune ye an jî gelekî qels e. Ya jî min nedîtiye. Dibe ku bi kar nayê anîn.
Rexne û Partiyên me!
Nêrîn Belav bike

Rexne û li xwe rexne girtin di civatên pêşketî de tiştekî normal e ku dibe û hebûna wê jî civatê bi pêşve dixe. Dema mirov li civatên pêşketî dinêre,  pir bi rehetî dibîne ku heta li serokwezîr û li serokkomar jî bi awayekî çêker rexne li wan tê kirin. Kêmanî û şaşiyên wan eşkere dikin.

Lê weke hûn jî dizanin ku di civatên paşdamayî de bi karanîna vê aleta hêja her çiqasî civat û kesan bi pêşve dibe jî dema tê bi karanîn, wêrankirin û girtina mirovan jî bi xwe re tîne. Bi vê jî tirsê dixe nava civatê da ku kes ji tirsa girtin û kuştina xwe rexnan nekin. Kêmaniyên çê dibe nebînin.  Dîtin jî nebêjin.

Dema di civatekê de û di rêxistinên dixwazin civateke demokrat ava bikin de rexne tunebe wê şaşî jî her berdewam be û ew şaşîna jî wê civatê bi şûnde bixe. Wê mirovan bi pêşve nebe. Ev jî tê hesabê  kesên desthilatên nezan, cahîl û yên berê wan berbi dîktatoriyê de be. Ya rastî ne welêt bi rêve dibin xwe û malbata xwe bi saya tirsa ku kes rexnan nekin dewlemend dikin.

Îcar li gor vê pîvanê dema em li civatan binêrin em ê bibînin kîjan ji wan li pêş an li paş in. Ya herî girng jî ew e ku dema partiyek, rêxistinek dem û dezgehek ji bona azadî û demokrasiya xelkê xwe bêne an têne damezrandin, dive ew ji herkesan bêtir ji rexnan re vekirî bin û bikaribin li hemberî şaşiyên xwe jî xwe rexne bikin.

Min xwest di vê nivîsê de hinekî behsa vê bikim û em bi hevre bibînin bê ka partiyên me yên siyasî, rêxistin û dezgehên me çiqasî vê alata girîng bi kar tînin.

Carekê ez di serî de bêjim ku bila ji niha de rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, li qusûra min nenêrin û li min bibuhurin. Ji ber ku tiştên ez ê bêjin ji bona tevan e. Her weha ez ji hemû partiyên kurd û kurdistanî hez dikim.

Ji bona hemûyan dibêjim: Bi rastî jî di vî warî de partî û dezgehên me ezmûneke ango îmtîhaneke baş nedane û di sinifê da mane. Ji ber ku kesek nikare yek kêmaniyan wan bêjin. Dema te got jî piraniya endamên wan her yek ji alîyê xwe de êrîşî te dikin. Ya jî tu dibîne endam, rêvebir û kadirên wê rêxistinê ji te dûr dikevin.

Min heta niha bi xwe nedîtiye û nebûma şahîdê wê yekê ku yek partiyên me ji ber kêmaniyên xwe, xwe rexne kirine an jî rexnên ji ber hin kêmaniyan wan, li wan tê kirin qebûl kirine. Loma jî roj bi roj dostên wan kêm, dilxwazên wan wenda dibin.

Li gor min ev ne cihê kêfxweşiyê ye. Heger ne weha ba, divê îro partiyên me bi sed hezeran xelkê xwe rakirina an derxistana kolanên bajarên kurdistanê. Bi awayekî demokratîk doza mafê xwe ê rewa bikirana. Lê…

Ji ber vê yekê ye ku ew dezgeha rexne û li xwe rexne girtin di nava me kurdan de, di nava partî û rêxistinên me de, tune ye an jî gelekî qels e. Ya jî min nedîtiye. Dibe ku bi kar nayê anîn.

Ez bi xwe nebûme şahêdî wê yekê ku partiyên me li hember rexnan xwedî toleranseke (camêrîyek) baş û demokrat bûne. Partiya ku tu dost dibîne, ji ber kêmaniyeke wan tu bi dostanî wan rexne dike da ku ew dubare nebe. Lê tu rastî êrîşan tê ya jî gotinên nexweş dikin. An jî êdî  dostaniya te û wê partiyê nabîmîne.

Li gor min ev ya herî xerab e. Loma jî partiyên me bi pêşve nakevin. Li xwe hay nabin. Kêmaniyên xwe nabînin. Endam jî rehetiya xwe xerab nakin û tiştên çewt ya jî şaş dibînin rexne nakin.

Min nedîtiye û nexwendiye ku dema paratiyeke, endam an rêvebirin wan ji ber hin kêmaniyan têne rexnekirin. Gotin: ”rast e em ê hewl bidin vê serrast bikin” eksê vê êrîşî te dikin ku tu careke din wan rexne nake.

Li gor min sedema herî girîng ev e ku partiyên me nikarin xwe nûjen bikin, mejiyên xwe biguherin. Ji paya mezinahî  û xwe parastine derkevin. Nikarin fireh bifikirin li ser rexnên ji wan re dihare rawestin. Pêwîst e ew wê rexna ji wan re dihare divê berê di nava xwe de munaqeşe bikin, dûre bighêjin encamekê û li gor rêbaza partiya xwe bersîveke maqûl bidin, wê bi pêşkevin.

Ez di vî warî de ne xweşbînim heta dikarim bêjim ku reşbînim. Ev helwesteke xerab e û dibe sedema êdî kes newêrin an jî naxwazin dilê dostên xwe bihêlin, kêmaniyên dibîne jî êdî rexne nakin. Ew jî weke piraniyê dibêje: ”Ma çi min re”. Aha ev jî di be malwêranî.

Hêvîdarim ku êdî paratiyên me li ser vê yekê rawestin  bi awayekî erênî bersîva rexneyên ji wan re dihare bidin. Ha partiyên me jî newêrin an nikarin hevdu rexne bikin. Dema partiyekê kêmasiya partiya din got, ew partî jî bersîva xwe bi êrîşkarî dide. Lazime partiyên me xwe ji vê jî azad bikin.

Heger ev dezgeha rexne û li xwe rexne girtinê bi awayekî baş bê bi karanîn evê bibe rêvekirina pêşketina partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne…

Ez nivîsê bi gotine serokê Kurdistanê brêz Mesud Barzanî diqedînim: ”Rexneyên çêker, mirovên bi aqil xurtir dike, ehmaqan jî of dike (diqeherîne)”.

Vî nêrînê tevayî: 3310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:57:33

Nêrînên Dawî

Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK