Bube Eser: Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?

Em dizanin ku gelek kurdên me hema di hemî partiyên Swdêdiyan de kar dikin. Li gor min karkirina wan û bi endambûna partiyên swediyan karekî baş helwesteke delal digirin. Loma jî ez ji hemî namzetên kurd ra serketinê dixwazim.
Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?
Nêrîn Belav bike

Weke diyar e di roja 9 îlona 2018an de li swdê hilbijartin heye.  Di vê rojê de wê hilbijartina giştî a parlemenê, şaredarî û her wekî din bibe.

Em dizanin ku gelek kurdên me hema di hemî partiyên Swdêdiyan de kar dikin. Li gor min karkirina wan û bi endambûna partiyên swediyan karekî baş helwesteke delal digirin. Loma jî ez ji hemî namzetên kurd ra serketinê dixwazim.

Lê min xwest vê jî bêjim; Kurdên di nava parityên swdêyan de kar dikin, xwe gelekî diwestînin. Ji swêdiyan bêtir kar dikin û ji wan bêtir zehmetiyan didin  xwe.

Swedî ango partiyên wan jî bi vê yekê baş dizanin. Ew jî fêr bûna ku wê çawa dengên kurdan bigirin. Çi dikin?

Berendamên kurd dixin rêzeke weha ku ew jî dizanin ewên dernekevin, lê bi vê yekê jî dixwazin dengên kurdan bikin yên xwe.Ê namzet jî hêvî dike ku rêza ew têde ye û kurd jî dengê xwe bi taybetî bidin wî/ê dê derkeve. Loma bi vê hêviyê zêde kar dike.

Weke mînak: Em bêjim li herêmekê partiyek ber endamekê xwe ê kurd heye, wî/ê dikin lîstan sisiyan. Lê ew jî û berendamê kurd jî dizanin ku ew partî herî zêde dikare 2 kesan ji wir derxin . Çima wî/ê dikin ê sisiyan?

Ji bona ê sisiyan kurd e, ew jî ji bona derkev e bi şev û roj kar dike, xwe dighêjîne kurdan da ku li hember navê wî îşaret (X) bikin ku ew deng ji wî/ê re here.

Bi vê yekê ew canik û camêrê bi şev û roj kar dike, him dengên kurdan tîne û him jî dizanin derketandina wan ango hilbijartina wan zehmet e. û dizanin dernakevin, lê bi hêviya wê derkevin karê xwe baş dikin. Dengê tînin jî ji wê partiya ku ew bi xwe berendamê wê ye dihare. Li vir ê qezenc dike partiye.

Ji ber swêd welatekî jîr û jêhatiye, dizanin ku wê çawa çend dengên kurdan bighêjîne partiya xwe. Di vî  halî de partî li karê ye lê ê zerar dike kurdê me ye. Çi madî çi jî di warê moralî de.

Kurdên dibin berendam jî tim hêvî dikin ku kurd wê dengê xwe bide wî/ê ku ew jî bi saya wan dengana di parlemenê an jî di şaredariyan da cihê xwe bigire. Lê  nayên hilbijartin. Ev jî dibe sedeme dilmayînê.

Bi salan e ev dibe û partiyên swêdiyan vê baş bi kar tînin, Bi vekê endam û namzetên xwe bê hêvî nakin û him jî baş dizanin ku wê neyên hilbijartin.

Min xwest bêjim; Madem kurdên me yên dibin namzet ango berendam, bi şev û roj kar dikin. Sekin li wan tune  ne. Heta hilbijartin biqede mala xwe, zarokên xwe ji bîr dikin. Lê nayên hilbijartin û dengên top dikin hemî dibe yên wê partiya ew bi xwe endamê wê ye.

Ma gelo çima van kesên me bi partiya xwe re pazarî nakin ku bixin sira ku wê bêne hilbijartinê. Dîsa bila kar bikin. Bila sekin li wan tune be. Lê bi vê xebata zêde, bê rawestandin, bi şev û roj karkirin û bê encam, gelo nabe heqsizî?.

Weke kurdên li swêdê mafê wan ê dengdanê hebe jî dibin çend perçe. Ji ber belavbûna kurdan di nava partiyên cûda cûda de, dibe sedemê belavkirina dengên kurdan jî.

Ji xwe kurd fêrî perçebûn û belavbûnê bûne,li welatê lê ne jî di hilbijartinande vê li wir jî dikin.

Serketina hemî namzetên kurd yên di hemî partiyên swêdî de kar dikin, dixwazim. Her hilbijatina kurdekî/ê ji bona dezgeheke swêdî bo me kurdan serbilindî ye.

Vî nêrînê tevayî: 1909 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:08:50

Nêrînên Dawî

Kurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!! Şert û mercên yekitiya Neteweyî… Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin... Serok in lê ne neteweyî ne… Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK