Bube Eser: Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê... - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Bube Eser Nêrînên Dawî

Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...

Her ev hal û helwesta partî û rêxistinên me weha bû. Bi salane ku mijara yektiya partî û rêxistinên me li ser yekîtiyê derbas bû, hê jî dibe. Lê nabin yek. Çima?
Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...
Nêrîn Belav bike

Bi salan e ku mijara yekitiya Kurdan tim di rojevê de ye. Lê ew mijara giring nakeve jiyanê.

Ev demek dûr û dirêje ku partî û rêxistinên me gelek caran xwe westandine, ceribandine lê bi ser ne ketine.

Piştî xebatên dûr û dirêj ku ji bona bibin yek an eniyekê damezrînin bi hevre kar dikirin û dema bi ser nediketin, vê carê bi hev di ketin û hevdu sûçdar û gunehkar dikirin. Heta carna gotinên weha ji hevre dikirin ku bi salan êdî nikarîbûn bihatana ba hev.

Her ev hal û helwesta partî û rêxistinên me weha bû. Bi salane ku mijara yektiya partî û rêxistinên me li ser yekîtiyê derbas bû, hê jî dibe. Lê nabin yek. Çima?

Yek; ji ber ku di tahlîlên xwe de ne xwedî rastiyê ne. Sedema ku çima nikarin bibin yek nabînin. Loma jî heta ku rêxistinên me di vê rewşê de bin, wê tu caran yekîtiya partî û hêzên kurd û kurdistanî pêk neyê.

Dido; Ji bona yekitiya partî û rêxistinên Kurdan çê bibe, pêwîste ku berê rêxistineke xurt hebe. Ew bi fikreke nûjen, bê tirs be. Di nerîna xwe de xwedî helwesteke neteweyî û zelal be, divê perê wê hebe û îmkanên wan ê medya berfireh û xurt be, lazim e. Heta ku rêxistineke weha li bakurê kurdistanê peyde nebe, divê êdî em behsa yekitiyan nekin. Bi rêxistinên qels, kêm hêz û bê îmkanên aborî yekitî çê nabe, nebûye û zehmete bibe. Li gor min sedema herî sereke ev e.

Sisê; Ew rêxistin û partiya dixwaze an bixwaze hemû partî û rêxistinên kurdan yên neteweyî bikin yek an jî di bin sîwanekê de bicivîne, dive;

  1. Aboriyeke wan ya xurt hebe.
  2. Divê medyak wan xurt û ber fireh hebe Weke; TV, Rojname, Kovar û malperên internetê.
  3. Divê neteweyî be, berjewendiya rêxistina xwe nexe pêşya berjewendiya gelê xwe.
  4. Divê fireh bifikire û bikaribe hemû rewşenbîrên xwe hembêz bike, xwedî li wan derkeve.
  5. Divê ji partî û rêxisinên heyî hinekî cûda bifikire û xebatên xwe ji yên wan cûdatir bike.
  6. Divê tenê xwedî li endamên xwe derneke û li ser wan siyasetê neke.
  7. Divê tehamula wê û li wan rexnekirinê hebe. Hemû rexnan weke dijminatiyê bi nav nekin.
  8. Divê li dora xwe binêre, dostên xwe bibîne û ji bona wan bêtir nêzîkê xwe bike, dive dilê wan nehêle, wan ji xwe dûr nexe. Ji ber ku dostekî bi rastî jî dilsoz dikare ji çend endamên ne çalak baştir be.

Ez hinekî vê vekim:

Bala xwe bidinê, di damezrandina PAK (Partiyia Azadiya Kurditanê) û heta demekê gelek karên hêja û dilsozane kir. Ji partî û rêxistinên din hinek cûdatir rê û rêbazeke da pêşya xwe û bi vê yekê roj bi roj berfihtir dibû.

Bi xebat û çalakiyên xwe bala xelkê kişand ser xwe û hêviyên mirî ji nû de zîndî kir. Xelkê bi çavên xwe dît bi guhên xwe bihîstin ku wê ev rêxistina dilsozê gelê xwe, bi serkev e.

Lê çi bû;

Li gor min ew xebat, ew cahd ew berxwedan niha lawaz bûye an jî bûye weke ya rêxistinên din. Lê tenê netewebûna wê û dilsoziya wê weke berê maye. Gelo çima di xebatên xwe de lawaz ket? Lê li xwe vegerin, hemû xebatên xwe ji roja ewil heta niha berçav bikin, dikarin dîsa karên delal bikin hê jî şansa wê heye. Lê…..

Min carekê nivîsîbû û gotibû ku dive PAK jî nebe weke rêxistinên heyî, heger bû weke wan êdî ewê jî weke wan xebatê bike ku ew xebat dê têra gelê me neke. Niha çi bû gelo? Çi ferqiya rêxistinên berê û PAK ji hev ma? NA nemaye. êdî wê hêdî hêdî gavan bi paşde bavêje û dibe ku di pêşerojê de ew jî weke gelek rêxistinên me bibe çend perçe.

Ji ber vê ye ez dibêjim;

JI bona rêxistineke xurt û çalak da ku bikaribe xelkê xwe hembêz bike û ji bona yekîtiya partî û rêxistinên heyî kar bike divê wan xalên min li jor nivîsî pêk bînin.

Heger PAKê bi wê lez bû beza xwe, bi wê fedakriya xwe, bi cahd û dilsoziya xwe hemû ji bona medyayek xurt, aboriyeke saxlem, dîtineke rast û bê tawîz kiriba wê îro bikarîba pêşkêşiya yektîya partî û rêxisitnên bakurê kurdistanê jî kiriba û bikira.

Îcar heta ku rêxistineke li gor wan tiştên min nivîsiye peyde nebe wê tu caran yekitiya kurdan partî û rêxistinên wan jî nebe. Loma dive êdî em û rêxistinên me xwe li gor deman nûjen bikin û li gor şertên ku rêxistineke bikaribe wê yekîtiyê pêk bîne bi hevre bixuliqîne.

Ew jî bi aboriyeke xurt, bi medyayek çalak û durust. Xwedî li rewşenbîr û zanayên xwe derketandinê dibe. Bûyer û kiryarên li bakurê kurdistanê dibe, bê alî û tirs bêjin. Êdî hûn dizanin…

Vî nêrînê tevayî: 3858 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:24:26

Nêrînên Dawî

Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd… Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!! Em Kurd miletekî weha ne!!! Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e. Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!! Dilxweşî kêfxweşî û serbilindî Heta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!! Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ket Civata me sal mezinan!!! Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wan Êdî dev jê berdidim!!!! Leyla Guven û Greva birçîbûna wê Girîngiya hukumeta nû ya Başûrê Kurdistanê Bi gotneke tahl û rastiya partiyên me Boxtan, Derew û şelaftî… Barzanî û Şoreşên wan!!! Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!! Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan tê Nameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud Barzanî Daxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye? Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin? Vê hilbijartinê çi da me Kurdan??? Bê Deweletî mirin e Ji bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî. Di siyaseta kurdan de hin qarekter Barzanî çima û çawa bi serdikevin? Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin? Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be? Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!! Em çima nabin dewlet??? Roja 9 meha îlonê dê çi bibe? Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejî Li Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê? Siyaseta Kurdan!!! Partiyên me çima bi ser nakevin? Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne? Ma ne bese êdî Ez westiyam!!! Lê… Kîne rêxistin û partiyên me? Siyaset li bakurê Kurdistanê Hilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta Kurdan Kurd çima nabin dewlet? Kurd çima nabin dewlet? Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye? Kurdno bibînin ku hûn dişewitin! De ka ez ê çawa binivîsînim Kongreya HDP û Kurd Kurd, Erdogan û darbe! Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele? Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê? Siyaset li bakurê Kurdistanê Xemginiya min ji bona hin dostan Bi kêrê hustiyê min jê dikir Dost di rojên teng de diyar dibin Barzaniyan çi kirin? Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!! Daxwazî û Agahdariyek Têgihiştin... Têgihiştin... Ji ber çi û çima Mesud Barzanî? Em û partiiyên me Barzanî û sê şoreşên talî Barzanî ne bi tenê ye!!! Kurd çima wenda dikin Mam Celal çû lê… Rastiyek ji rastiyan Referandûmê çi da me??? Rewşa Aloz û Rexne!!!! Kî Çima li dij referandûmê ne? Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikin Em Li Ku Ne! Enfal!!! Ev Şansa Kurdan ya Talî ye! Kurd û Îsraîl Dagirkirî çaw pêk tê? Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in? Em û partiyên me Kî û çima sansorê bi kar tînin? Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin? Giringî û pêwîstiya referandûmê Ziman û rewşenbîrên Akedemîk!!!! Şoreşa Gulanê Kurd û xurifandina wan Çima PKK damezrandin??? Dayikên Me! PKK Çi Dike??? Kurd dê çawa azad bibin? Em, civat û partiyên me RNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKK Serok û Serokatî Kurd çima bi ser nakevin? Rexne û Partiyên me! Barzanî û Helwestên wan PKK û êrîşkariya wan ya… Barzanî kî ne? Sûcdar kî ne??? Em Çima Dinivîsînin? Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê??? Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II) Me partiyeke çawa divê??? Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2) Çi çû çi hat û PKK ji ku hat??? Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK??? Muxalefet Çi Ye? PKK Tu Caran Naqede!!! Partiyên me çi dikin??? PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!! Firseta zêrîn ji dest dihare Pêşeroja me û PKK!! Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek! Dîrok, bîranîn û PKK Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat? Sê xeterên kurdan yên sereke PKK çawa dest pê kir? Analîzeke kurt li ser PKK