Mahmut Kılınç: Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Mahmut Kılınç Nêrînên Dawî

Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin

Rêveberîya başûrê Kurdistan'ê û parêzgarîya Kerkûk'ê li beramber van bertekan bi paşve gav neavêtin, berevajî dest bi amedekarîya rapirsîna serxwebûna Kurdistan'ê kirin.
Ne pêkan e robarek berevajî bêt herikandin
Nêrîn Belav bike

Bilindkirina ala Kurdistanê li ser banê saziyên fermî li Kerkûkê, wekî hercar, bû sebeba bertekên xêrnexwazan.

Ne tenê di hundirê Iraqê da, herweha Tirkîyê û Îranê jî rêgeza "têkilnebûna karê navxweyî" wekî hercar binpê kirin û bertek nîşan dan, lê netûnd û deriyê xwe ji peywendîyan ra negirtin.

Ev balkêş bû.

Bila em zanibin, ku him di hiqûka Iraqê da taybetî di makezagona vî welatî da û him jî, di hiqûka navneteweyî da cîyê van bertekan tine ye.

Rêveberîya başûrê Kurdistan'ê û parêzgarîya Kerkûk'ê li beramber van bertekan bi paşve gav neavêtin, berevajî dest bi amedekarîya rapirsîna serxwebûna Kurdistan'ê kirin.

Li vira divê em parêzgarê Kerkûk'ê Necmetîn Kerimî pîroz bikin, peyamên piştevaniyê jê ra bişînin.

Kerkûk Kurdistan e, ev rastîyek dîrokî û demografîk e, ti hêz nikanin vê rastîya dîrokî û demografik berevajî bikin û vî bajarî dîrokî ji erdnîgarîya Kurdistan'ê veqetînin.

Bilinkirina ala Kurdistan'ê li ser banê saziyên fermî li Kerkûk'ê û bertek û gefên xêrnexwaza, berevajî hêvîya xêrnexwaza karê û barê hêza siyasîya başûrê Kurdistan'ê geş kir, di demek gellekî kurt da, wekî bayê bezê, him li Bexdad'ê û him jî li Hewlêr'ê dest bi peywendî û agahdarîyê hat kirin.

Du komîte hatin damezrandin, yek bi mebesta serdana Bexdad'ê û peywendiyên bi hêzên siyasîyên Iraqê va, peywira ya din, bi partîyên Kurdistanî û mîsyona dewletên (konsolosên li Hewlêrê) Hewlêr'ê va civîn, peywendî û ragihandin bû.

Bi qasî têt ragihandin, heta vê demê ji peywendiyên herdu komîteyan ti encamên neyînî rû nedane.

Bê guman ev pêşveçûnek gellekî girîng e.

Partiyên Kurdistanî, jexin Cepheye Tirkmen, hemû piştevanîya rapirsîna serxwebûnê dikin, bawerim wana jî fam kir ku li Rojhelata Navîn da tenê li Kurdistan'ê dikanin di nav ewlehîyê da bijîn.

Kaosa herêmê û helweta başûrê Kurdistan'ê, herweha bi giştî ya neteweya Kurd li ber çavan e, helwest û reftara neteweya Kurd di barê pêkevejîyanê da têt dîtin, taybetî dewletên têkildarên herêmê bi nêzik va vê rastiyê dişopînin.

Rastiyek dîrokîye, min divê dubare bikim, heta îro bi avakî sîstematîk û merkezî, carek din dibêjim bi avakî sîstematîk û merkezî gelê Kurd ti zirar nedaye cîranên xwe, ti mînak tine ne ku neteweya Kurd bi avakî sîstematîk û bi biryarek merkezî zirar dabe kêmjimarek (etnisîte) din, ev realîte bona gavên îro encamek erênîye.

Nexweşiyên dema Dewleta Osmanî, ne bi biryarek sîstematîk û merkezî ya gelê Kurd bû.

Bi bawerîya min, qada navdewletî baş fam dike ku aramîya Rojhelata Navîn bi çarenivîsa neteweya Kurd va pabend e.

Piştê derketina DAEŞê û rêxistinên terorîst, qetlîam û wêrankarîya li herêmê, li beramberê vê bobelatê (felaket) qehremanîya pêşmerge û şervanên Kurd hat dîtin, bê guman ev di encama bedelên gellekî giran da bû.

Îro rojava û başûrê Kurdistan'ê bûye stargeha şêniyê ne Misilman.

Di hêla din da, destê başûrê Kurdistan'ê bihêz e, di hinek mijarên girîng da.

Hinardekirina (îhracat) him Tirkîyê û him jî Îran ya başûrê Kurdistan'ê bona aborîya herdu welatan gellekî girîng e.

Bila xelet neye fam kirin, mirov kane bêje ku "devê herdu dewletan tamijî" êdî dê çawa dev jê berdin?

Bê guman, pêdivîya başûrê Kurdistan'ê bi vê hawirdekirinê (îthalat) heye, lê rewşa aborîya herdu welatan dê ne hêsa bibe, eger ev hawirdekirin qut bibe.

Herweha dewlemendîya başûrê Kurdistan'ê di hêla petrol û gaza sirûştî da, ev jî keyseke di dest da.

Dîsa bona geşt û guzariyê, him havînê û him jî zivistanê, dewlemendîyek gellekî mezin e, ernîgarî û îklima Kurdistan'ê.

Hêj dê gellek keys (îmkan, koz) hebin, di destê başûrê Kurdistan'ê da.

 

Bi bawerîya min, him Tirkîyê û him jî Îran dê nötr bin li beramberê rapirsînê û ragihandina serbixwebûna Kurdistan'ê, bes divê Kurd yekrêz bin.

Neteweya Kurd bedelên gellekî giran dan.

Serxwebûna Kurdistan'ê taybetî doza dused salên dawî ye, di ber azadîya Kurdistan'ê da bi sedan hezar kes şehît ket, lê dîsa jî, ti demê têkoşerên doza neteweyî dest ji têkoşînê bernedan, dê bernedin jî.

Ev doza bav û kalan e, hezar sal jî here dê di mecraya xwe da bimeşe, wekî robarekê, ku rêavê (mecra) li ber xwe rast dike û diherike menzîla xwe.

Gelo pêkan e ku bi zilm û zordariyê, bi dek dolaban robarek berevajî bêt herikandin?

Bê guman, bersiva vê pirsê NA ye, ne pêkan e ku doza neteweyî jî bêt fetisandin, heta û heta bêt têk birin.

Dibe, hinek rêxistin û kes bikevin dafika xêrnexwazan, lê bi giştî robar dê di rêava xwe da biherike, xwe bigehîne deryayê.

 

Mahmut Kilinc

11.04.2017/Semsûr

Vî nêrînê tevayî: 2910 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:30:36

Nêrînên Dawî

Mixabin, HDPê bi berpirsyarîya xwe ranebû Dervahiştina HDPê derfetek e divê heder nebe. Îtifaqa penc partîyên Kurdistanî û HDP Hilbijartin û gringîya Bloka Kurdî Li ser biryara hilbijartina pêşwext Sê bûyerên qambax Lûtkeya Yekitîya Ewrupa û Tirkîyê Emê çawa ji vê karesatê rizgar bibin? Kurdan ji Şerê Sar herdem zerar dîtin Tûndî (şidet) civatê ji şîrişt û hemde xwe derdêxe Qetlîama li Efrînê û bêdengîya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî Biryara Alîkarîya Mirovî û Tirkîye Dagirî û dabeşkirin Hemd ji Xweda ra me hezar kes kuşt! Ne tenê rojnameger, siyasetvan jî di girtîgehê da ne Li Efrînê kujtina sivîlan berdewam e Dîsa Kurd dibin qurban Her eskerekî bav û dayîkek wî heye Êrişa li ser Efrînê û fêla Tirkîyê Berpirsyarîya Rusyayê dê neye jibîr kirin Êrişa li ser Efrînê tovê dijminiyê reşand Encamê şerê li ser Efrînê dê bibe destpêka pêvejoyekî nû. Êrişa li ser Efrînê ne rewa (meşrû) ye Xewnên Tayyip Erdogan Gefên Tirkîyê li ser Efrînê Kurd û nijadperestî Li Enqerê gengeşiyên siyasî û siyaseta bakurê Kurdistanê Alozîya li Îranê û Kurd Yekrêzî li ser fedekariyê geş dibe. Çima Bloka Kurdî? Bloka Kurdî û hilbijartinên 2019an Karesata li başûrê Kurdistanê û gefa li ser Çîyayê Kurmênc (Efrîn) Kirkûk bû bedêla (qurbana) ajendaya DYAê. Li Rojhelata Navîn camêrî nabe Ev karesatek neteweyî, lê ne dawî ye. Îro yekdengî pir girîng e. Tirkîyê berê eskerên xwe da İdlibê Gel ya xwe got, nuha dor ya hêzên siyasî ye. Emê alîkarî û dostanîya rojen teng ti car jibîr nekin Dem dibihure, divê PDK û YNKê bi berpirsyarîya xwe rabin. Dijberên Rapirsîna Serxwebûnê xwe dispêrin sedemên bêbingeh. Rewş asayî dibe Gefên li dijî başûrê Kurdistanê, têkçûna têkoşîna li dijî DAİŞê ye Kurdistanek serbixwe dê xizmeta aramîyê bike. Bila 25î êlûnê û 1î mijdarê bibe destpêkek nû Nuha mijara me rapirsîn (referandum) e Du mijarên girîng Li park û meydanan rakirina nav û sembolên kurdî Çavên xwe bigrin û tenê xulekekê li serxwebûna Kurdistan'ê bifikirin Tîr ji kovanê derket, rapirsîn û encamê wê serxwebûn e. Rapirsîn (referandum): Gavek neteweyî û dîrokî Ambargoya li ser Qeter'ê û rewşa Tirkîye'yê Renginîya civata Kurd û 'Partîya Gel'a Zaza' Bêdewletî, ji dewleta herê xerab xerabtir e. Bi kuştinê nebû û nabe; dîyalog divê Du girîngîyên serxwebûna Kurdistan'ê Xetera li ser paşerojê (pirsa bekayê) Serdana serokkomarê Tirkîye'yê ya DYA'yê û paşxaneya dîrokî Biryara çekdarkirina HSDê û bertekên Tirkîyê Komxebata PAKê û giringîya kongreyan Çima 'Enîya Kurdistanî' nebe? Rewşa siyasî li bakurê Kurdistan'ê Li hemberî gef û êrişên Tirkîyê 'herêmek dijfirînê' Bombebarana Çiyayê Şingal'ê, bombebarana dilê Kurdistan'ê ye Serxwebûna Kurdistan'ê mafekî rewa ye Pelkek reş: Jenosîda Enfal'ê