Şeyhmus Ozzengîn: Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!

Artêşa İraq berî bi demek kurt, çekên giran û modern ji USA girtibûn. Artêşa İraq ew çek teslîmî DAÎŞ kir li Musil û herêmên derdorê. Dema ku DAÎŞ bi çekên artêşa İraq êrîş anî ser Şingal, eşkere bû ku, pir dewlet û rêxistin li pişt van êrîşan hebûn! Îro pirhêlên piştgirên DAÎŞ û armanca DAÎŞ pir zelal derketîye holê.
Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!
Nêrîn Belav bike

Li pişt êrîşên DAÎŞ ser Şingal, Rabia, Zummar, Başika, Xazir, Gwêr, Mahmur, Cewlala, Silêman Beg, Deşta Neynewa, Musil û Saadiye kî hebûn?
Çima İraq li van deveran li gor madê 140 referandûm pêkneanî û bê şer, ev dever tevli çekên giran û milîyaran Dolar teslîmî DAÎŞ kir û DAÎŞ kir xwedî hêz?
Bi ketina Rabia û Zummar re yên li pişt îzolekirina Şingal hebûn kî bûn û çi armancên wan hebûn?

Kî bûn sebebê wêranî û êşa ku îro Şingal dikişîne?
Li pişt êrîşên DAÎŞ yên Deşta Neynewa, Musil, Başîk û derdorê kendava Musilê û îzolekirina Şingal de pir tişt hene, pir hesab hene! Ji terefên rewşenbîr, Şîrovekar û siyasetmedarên Kurd ve, ev rastî têra xwe nahatine şîrovekirin!

Guftûgoyek di bin bandora dezînformayonên PKK de hatîye meşandin û ev jî rastîya mijarê û tehlûka kûraya meselê veşartî hiştîye! Nehiştîye ku hêzên di nav pîlanên DAÎŞ de, piştgir û bi wan re têkildar, li pişt armancên DAÎŞ eşkere bibin. Ev hêzên tarî Ji şîrovê hatine bidûrxistin.
Karesatên li ser Şingal, stratejîyek kûr û sîyasî ye. raser bi serxwebûna Kurdistan ve girêdayî ye.
Hesabên di wekaleta şer de hat meşandin, bi taşaronî wek karesatên xerab derket ber me.

Artêşa İraq berî bi demek kurt, çekên giran û modern ji USA girtibûn. Artêşa İraq ew çek teslîmî DAÎŞ kir li Musil û herêmên derdorê. Dema ku DAÎŞ bi çekên artêşa İraq êrîş anî ser Şingal, eşkere bû ku, pir dewlet û rêxistin li pişt van êrîşan hebûn! Îro pirhêlên piştgirên DAÎŞ û armanca DAÎŞ pir zelal derketîye holê.

Di malpera „Rojeva Kurdistan“ de, yek ji hemwelatîyê tirkan, bi navê İliyas Aydin, ku niha li Başûrê Rojavayê Kurdistan girtîye, bi hevokek pir zelal DAÎŞ û têkildarên wê, piştgirên wê eşkere dike. Wek yek ji berdevkên DAÎŞ dibêje; "em (DAÎŞ) weledê zinê yên muxaberatên cîhanî ne"(!)
Bi dagirkirina Mûsil re Şingal îzole bû. Eşîrên ereban yên derdorê Şingal û Musil, ketin bin bandora DAÎŞ û bi DAÎŞ re êrîş anîn ser Şingal. Pêşî li alîkarîya pêşmergan, ku herin hewara Şingal girtin û nehiştin ku di dema xwe de hikumeta herêma Kurdistan alîkarîyê bigihîne Şingal.
Sebebek din a girîng jî ew bû, ku Şingal bi fermî ne bi ser Kurdistan ve bû. Ev jî Şingal kiribû beşek ji axa Kurdistan a îzolekirî. Vê rewşê jî armanca DAÎŞ û eşîrên ereban hêsan dikir.
Ti hêzên pêşmergan li Şingal tinebûn. Tenê di demek kurt de hêzek li gor 7 sed kesî wek hêza “berpirsiyarên asayîşê hatibû damezirandin û şertên vê hêzê ku êrîşên DAÎŞ bide sekinandin tine bû. DAÎŞ bi çekên herî giran û pêşketî êrîş anî ser Şingal û deverên ku li gor Madeya 140 li hêvîya referandûmê bûn.
Wek fermi herêma Kurdistan ji hêzên navnetewî nikarîbû  bi serê xwe alîkarîya çekan bigire. Ji terefê yasayên navdewletî ve, ev qedexe bû. Çekên ku bi gelemperî didan İraq jî, İraq dest datanî ser para Pêşmergan û para pêşmergan nedihat dan. Di destê pêşmergan de ew çekên kevin ku ji dema dîktatorê İraq Saddam Hüseyîn de mabûn. Bi van çekan li henber çekên giran û modern yên ku ketibûn destê DAÎŞ, şertên şer ji pêşmergan re zahmet dikir.
Bendava Musil pêşî li alîkarîya ku raser here Şingal digirt. Ji ber ku bendava Musil riya dîrekt a Herêma Kurdistan û Şingal digirt. Hêlek eşîrên ereban ku bi DAÎŞ re tevdigerin, ji hêla din de jî bendava Musil rêya alîkarîyê digirt. Di ser Mûsil re jî hemû rê ketibûn destê DAÎŞ.
Tenê du rêyên dirêj diman: Yek ji van rêyan herêma turkmenên Şîe ya di ser Telafer bû, ku ev rê 170 Km. bû. Rîya duyem jî riya di ser Rabîa, ku piranîyên wê ereb bûn. Herêmên din jî bicarekê de Artêşa İraq teslîmî DAÎŞ kiri bûn.
Di van şertan de Şingal ket destê DAÎŞ.
PKK çi kir?
Ev êrîş, ev mercên bêawantaj, yek biyek li henber Pêşmergan bikar anî. Çavê xwe ji artêşa İraq û karesatên ku derxist holê ji rêvekirina DAÎŞ re û ji çekên ku ji DAÎŞ re hişt re girt. Rojek ev helwesta dewleta İrak rexne nekir. Tenê dijîtîya doza Kurd û pêşmergan kir û xwest ku bi carekê de ji hêla moral de jî Kurd têkherin.
Ev bû gotina PKK:
„PKK Şingal rizgarkir, parast û pêşmerge revîyan. Pêşmerge nikare şer bike û Kurdistan biparêze”(!)
Gelo rastî ev bû?
Bi hêza li pişt PKK, rastî serûbin bû û pir rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan bi vê dezînformasîyonê bawerî anîn û di bin têsîra wan de man..Bi qasî ku, li Şingal û derdorê wê , têkilîyên PKK bi Haşdî Şabî û dewleta İraq re, mûçe û çekên ku ji van hêzan digirin eşkere bûne jî, hîn jî ev bandor dom dike. Hîn jî li ser vê mijarê serê kurdan tevlihev e.
Yên ku dema hêzên Ewlekarîya Kurdistan li henber êrîşên DAÎŞ xendek dikolan û dixwastin sengerên şer li henber êrîşan qewî bikin, ku digotin; „Barzanî derîyê Rojava digire û li henber rojava amadekarîya êrîşan dike“(!)

Yên ku emir da artêşa İraq ku şer neke û bêpaşde vekişe,

Yên ku çekên giran û modern teslîmî DAÎŞ kir û piştgirên DAÎŞ bûn,

Yên ku berî ku DAÎŞ êrîş bîne ser Şingal bi heftekê li wir emade bûn û mîkrofon di destên wan de, wek gumgumokan ji qelşên axa Şingal derketin û digotin; "pêşmerge şer nake, direve, ixanetê dike"(!)

Yên ku li Ewrûpa derî bi derî, digerîyan û digotin "çekan nedin Pêşmergan, wê bifroşin DAÎŞ. Bidin me"(!) Eynî dest bû û xizmet ji eynî armancê re dikir.
Îro jî ew dest dixwaze ku Şingal ji Kurdistan bêt qetandin û wek perçek ji axa İraq, ji ereban re bimîne. Mûçeyên wan û çekên wan ji ku tên, kî li pişt vê projê heye? Yek bi yek eşkere bûne!
Bi dezînformasyonan PKK li henber pêşmergên qahreman, di nava projeyek neqî de karek kir û hîn jî dike. Li ser vî karî ev pênc sale rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurdan di munaqeşê de –muneqeşeyek ku di bin bandora van karesat û dezînformasyonan de-ne.
Hinek rastîyê nabînin û di wê germaya êrîşan de naxwazin bipirsin; Çima PKK li henber kolanên sengerên şer ew qîyamet radikir û çi karê wê jinika mikrofon didest de li wir hebû?
Çima PKK li Ewrûpa di wê dema aloz de ew kampanya  “çekan nedin pîşmerge”(!) organîze kir?
Çima hemû gire girên PKK di wê demê de bi rîya çapemenîya xwe, dijminatîya Başûrê Kurdistan û hêzên Pêşmerge dikir?(!)
Çi girêdana van karesatên PKK û artêşa İraq-Nûrî El-Malikî û piştgirên DAÎŞ bi hev re hebûn?
Têkilîyên karê li ber PKK û ew çar jinên ku di dema biryara alîkarîya ji kurdan re li seranserê Ewrûpa; ketin parlemena Elmanya û bi eşkere gotin; “çeka nedin Barzanîyan, nedin pêşmergan. Em ji bona wê livirin”(!) bi cil û bergên kurdan(!) û pîlanên DAÎŞ çi bûn ku hev temam dikirin?
Gelo PKK ev karesat li gor berjewendîyên hizbî dimeşand, an li pişt van têkilîyan hêzên din hebûn?
Yek xebat û xizmet ji yek armancê re dikirin: Ji hêlekê de pêşmerge bi “revê û tirsonekîyê”(!) tometbar dikirin û ji hêla din de jî dixwestin ku prestîja pêşmergan binpê bikin.
Gelo van karan xizmet ji kê re dikir?
Nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan, çima vê rastîyê naynin munaqeşê û serê wan di „reva pêşmergan“(!) de kilît bûye?
Seranserê cîhanê di derheqa pêşmergan û şervanîya wan de zelale, çima ya beşek ji kurdan ne zelale?
Ev dever yek bi yek, Şingal jî dinav de ji dervê serwerîya hikûmeta herêmê û ewlekarîya pêşmergan bû. Di bin parastina artêşa İraq de bû! Artêşa İraq ev dever bê şer; li gor fermana serokwezîrê wê demê Nûrî El-Malikî tev li çek û bi milyaran dolar teslîmî DAÎŞ bû(!) DAÎŞ hêza xwe a mezin ji vir girt. Rastîya ketina Şingal di virde ye. Lê ne PKK û ne jî çapemenîya wê, rojek ev nekir sebeba rexnê û nanî rojevê!..
Gelo çima?
Hedef Kurdistan û pêşîlêgirtina serxwebûna Kurdistan bû. Ji Kurdistan veqetandina axa Şingal bû. Binpêkirina serwerîya pêşmergan bû. Ev pênc sale di çapemenîya PKK û hevalbendên wan de dijminatîya Barzanîyan, dijminatîya destkevtinên Başûrê Kurdistan û ev karesatên bi taybet li ser Şingal tên meşandin. Îro jî sebebên ku xebat û xizmetên Şingal nameşin eve. Bûne asteng li pêşîya vegera runiştînerên herêmê. A girîng metirsîya hebûna PKK ye li herêmê ji kurdên Êzdî re.
Gelo ev tesadufe an armanca wan eve?

Vî nêrînê tevayî: 856 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:31:11