Şeyhmus Ozzengîn: Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên

Hunermendên Kurd, hêjayên me ne û her yek bi hunerê xwe, bi beşên xwe, bi hestên xwe, beşek ji jîyana kurdewarî, xwedî hestên milî yên Kurdistan in. Beşek ji berhemên çanda kurdewarî ne.
Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên
Nêrîn Belav bike

Min heta niha, çar hunermend, pêkersaz û grafîker, wênekerên (Serhad Bapîr, Zoro Metînî, Fewzî Bîlge û Mîrê Hêka-Cemal Evdo) Kurd, bi hest û hunerê wan danasîn.

Hunermendên Kurd, hêjayên me ne û her yek bi hunerê xwe, bi beşên xwe, bi hestên xwe, beşek ji jîyana kurdewarî, xwedî hestên milî yên Kurdistan in. Beşek ji berhemên çanda kurdewarî ne.

Ev nivîsa min li ser hunermenda hêja, ku Kurd pir kêm wê û keda wê nasdikin e.

Hunermenda hêja Îman Hisên, hunerê mozayîkê ye û wek hêsrên çava, bi xwîna kezeba xwe hunerê xwe dinexşîne û dîyarî me dike. Dibe beşek ji hunerê mozayîkê yê Kurdistan. Di xetê mozayîkê de dibe tayên dîroka çand û hunerê Kurdistan.

Îman Hisên, bi delalîya xwe, bi wan tilîyên nazdar, bi hestên kurdewarî, nûra çavên xwe dixe nav hunerê mozayîkê, dihone û hunerê xwe pêşkêşî me dike.

Jinek Kurd, hunermenda hêja, wan perçên hûrik hûrik yên mozayîkê, bi wan tilîyên mîna findên şimê, bisebir, reng bi reng di hunerê xwe de bi ruh dike û bi hestên xwe re dihone.

Mîna lêkolînerekî dîrokî, şexsîyetên Kurd dişopîne. Motîfên dîrokê di hunerê xwe de bi rengan di hunerê mozayîkê de bi ruh dike û bi hunerê xwe mesajên xetên dîroka Kurdistan, di mozayîka van şexsîyetên Kurd de, her yek qermîcokek, her yek xet, wek keserên dîrokî derdixe ber me û dike tayên dîrokê.

Hunerê mozayîkê hunerekî xwedî dîrokek dûr û dirêje. Pîspor, hunerê mozayîkê, yek ji hunerê herî kevnar qebûl dikin. Di dîrokê de, ji Yewnana Qufar (Antîk) û Medenîyeta Roma pir mînakên berhemên hêja yên hunera mozayîkê mane. Cihek ji warê vî hunerê mozayîkê jî Kurdistan e. Bajarê kêleka çemê Firat, Zeugma ye.

Li Kurdistan, dijminên kurdan li henber huner û hêjayên Kurdistan jî bêtehamul hareket kirine û dikin.

Di warê hunerê mozayîkê de, em qatlîama herî mezin li Kurdistan dibînin. Li bajarokekî Entab, ku li kêleka çemê Firatê ye, muzeya herî mezin a mozayîka cîhanê heye. Navê vî bajarokî di dîroka hunerê mozayîkê de Zeugma ye. Muzexaneya mozayîkê a Zeugma, di mezinaya 1700 metre çarkoşe de ye.

Ev hunerê hêja ya mozayîka Zeugma bi destê serleşkererekî Roma hatîye avakirin. Ji ber avakirina bendavek ku li ser ava Firatê têt avakirin, ev muzexaneya Zeugma heta bi heta wê beşek jê jî di bin avê de bimîne. Dewleta tirkan bi her haweyî dijminatîya xwe eşkere dimeşîne.

Dîroka  hunerê mozayîkê diçe heta Berî Zayînê 3 hezar salan. Di dema me de jî ev huner bi du teknîkan tên meşandin. 1-Klasîk, 2-Metodên Modern.

Werin em bi hev re hunermenda hêja, ku bi qasî hunerê mozayîkê xwedî dilekî mezin û ji dilê Kurdistan qetîyaye, wenda û carek din bi hunerê mozayîka xwe li me vedigere, nas bikin…

Hunermenda Hêja Îman Hisên kîye?

Malbata Îman Hisên ji Kobanê, koçberî Şamê bûye. Îman Hisên, di sala 1966 an de li Şamê, ji malbatek Kurd hatîye dinê.

Îman Hisên, di bin çavdêrîya hunermend Neîm Şeleş û peykersaz Mihemed Ebû xalid de, di sala 2001 ê ji peymangeha Şêwekarî ya Qunetr ya Şamê, hunerê xwe  kuta kirîye.

Piştî kutakirina dibistanê, beşdarî pir pêşengehên hevbeş, yên herêmî û navdewletî bûye.

Di sala 2001 ê de li Îtalya, bajarê Vîrona, beşdarî pêşengeha ku ji bo hunerê Mozayîkê li dar dikeve bûye.

Di sala 2002 an de beşdarî pêşengeha hunerê mozayîkê a Brîtanya, ya li bajarê London bûye.

Di sala 2004 an de li Mixribê beşdarî pêşengeha mozayîkê bûye.

Di sala 2007 an de beşdarî Mihrîcana Mesqet bûye.

Di sala 2017 an de beşdarî pêşengeha hevbeş ya hunermendên Şêwekarên Nemsa/Wîyana bûye.

Di sala 2018 an de beşdarî pêşengeha hunermendên Sûrîye a ku li Swêdê, bajarê Sanfîkîn bûye.

Kar û hunerê Îman Hisên li van welatan hatîye hilbijartin; Îtaliya, Birîtanya, Sûrîye, Rusya, Seltenata Omman, Swêd û Başûrê Kurdistan.

Vî nêrînê tevayî: 675 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:36