Şeyhmus Ozzengîn: Şûjin - Nerina Azad Tarafsız ve güvenilir Kurd ve Kurdistan haberleri - Peşmerge, Barzani
Şeyhmus Ozzengîn Nêrînên Dawî

Şûjin

Têkoşîna Rizgarîya netewî, di geşkirina ruhê netewî de ye û ev bar jî li ser pişta Rewşenbîr û hunermendên azad e.
Şûjin
Nêrîn Belav bike

Hinek babet hene, ne di teqla hunermendî û rewşenbîrî de ne. Ev jî dilê me kurdan diêşîne.

Rewşenbîrên Kurdistan, ji bona piştevanîyek xurt, divê kurkê rewşenbîrî li xwe nekin û pişta xwe nedin hêzê. Ramana gera stara dîwarê qewî, rewşenbîr û hunermendan stûxwar dike. Afirandina ramana azad ji dest wan digire. Divê Rewşenbîr û hunermend, bawerîya wan bi wan bêt û serbilindîya wan her, berhemên wan, rola wan û rewşenbîrîya wan be...

Li ser astek ezezîya xerab, bi kompleks û rû berbi xwedîhêzan ve, ramana azad û bingeha rexnê nayê parastin. Rewşenbîr û hunermend, ku li ber hêzdaran  stûxwar û deyndar bin, nikarin bibin gerantîya raman û rexna azad! Ev helwest, asta rewşenbîrî û bîr û bawerîya di derheqa rewşenbîran de bibirîn dike.

Rewşenbîr, divê ji ezezî û kompleksan, ji kesên bibandor, ji hêz û partîyan dûr bin û bi mesafe bin. Dema ku rewşenbîr û hunermend pişta xwe bidin hêzê, ew êdî di bin bandora hêzê de ne û azadîya xwe a ramanê û bandora rexnê wenda dikin.

Li Bakurê Kurdistan vê helwestê, derbek mezin li "rewşenbîrî ya biraman azad"(!) xist.

Di destpêkê de PKK wek mîknatêzê ew kişandin nav bandora xwe. Di nav wê bandora bihêzîtîya PKK de kesên ku digotin, "em rewşenbîr û hunermendin"(!) hatin xesandin û bûn sebebê ku bîr û bawerîyek "ramana azad" li Kurdistan û dîyaspora dernekeve holê û nebe xwedî bandor.

Li ser serokê PKK stran çêkirin, nivîs û roman, helbest derxistin. Bi hawayekî nedîtî, pênûs û avaz ji bona "bijî bijî serok Apo, Apo Apo Apê me, serokê me, Şêrê Îmralî, roja me"(!)hat bikar anîn. Êrîş anîn ser kesên ne bi wan re û xwestin ku herkes bibe wek wan. Bandorek wilo derket holê, ku pênûs sekinî, wêje ket bir bandorê, awaz qut bû û rexne ji holê rabû. Bi rewşek ku, "kî di nav kerwanê me de cîh negire wê afaroz bibe"(!) Di salên 1700an de dêrê li Ewrûpa çi anî serê „raman“ê, di sedsala me de jî PKK ew tişt anî serê rewşenbîr û hunermendên Kurdistan.

Hestên rewşenbîrî di vî warî de derbên mezin xwarin. Bawerîya li ser rewşenbîr û hunermendan birîn bû.

Di bin sîya xwedî hêzan de rewşenbîrî nedibû û ramana rewşenbîrî a azad û bi vî haweyî nedihat parastin.

Îro Kurd êşa wê derbê dikişînin. Kurdistan ji kursîya rexna azad mahrûm bû. Pênûs di xizmeta îdeolojîyek fermî, di bin bandora xwedîhêzan de, stûxwar ma. Îro valahîya di vî warî de, Kurdistan xist astek seqet, ku raman bêbandor maye.

Piştî PKK, Başûrê Kurdistan jî bihêz û bibandor bû. Hinek rewşenbîr û hunermendan rêya xwe guhertin. Rahiştin tembûr û pirtûkên xwe, pênûsa xwe xistin destê xwe û li ber derîyên hêz, partî û sazîyên Başûrê Kurdistan, destên xwe li ser zikên xwe danserhev û ketin dorê(!)

Ev helwest jî stûxwarî ji "ramana rewşenbîrî a azad" re anî. Piştgirîya gavên siyasî û parastina ramanên Kurdewarî, Kurdistanî û xwesipartina hêza bi bandor, ne eynî wate ye. Heger rewşenbîr bixwazin rolek rewşenbîrî bilîzin; divê rewşenbîr li gor vê rola xwe, xwedî şexsîyet, xwedî bandor û xwedî raman bin, ku tayên edaletê, ramana azad bibandor di nav gel de bikaribin bihonin û şên bikin. Bikaribin bi rola xwe, pêşîya çareserkirina pirsgirêkan vekin û bibin dengê vîcdanê netewa xwe.

Di dema qeyranên siyasî yên Başûrê Kurdistan de, rewşenbîran nikarî bûn rola xwe bilîzin. Ji ber ku rewşenbîr bi raman ne azad bûn û bi destê xwedîhêzan pênûsa wan hatibû kirêkirin. Dara netewî bi ramanên azad û hestên niştimanî tê avdan. Ku ev tine be, ew mala netewî, ji parastina ramanên azad bêpar dimîne.

Ji bona ku rewşenbîr bi ramanên azad, bi hestên kurdewarî rewşenbîrîya xwe bibandor bikin, hewcedarîya rewşenbîr û hunermendan bi hêzê tine ye. Ramana wan a azad bi xwe hêz e. Di bin baskê xwedîhêzan de, bi hêza bibandor re, rewşenbîr û hunermend nikarin bandora xwe çêkin. Ji ber ku hêz wan dixe bin bandor û xizmeta xwe û bêqîmet dike.

Divê hunermend û rewşenbîrên Kurd û Kurdistan , parêzgerê ramanên azad bin. Parêzgerê xwedî çeka rexnegirî bin. Dema ku rewşenbîr û hunermedan bingeha rexnê û azadîya ramanê wenda kir; tê wateya ku bandora xwe jî wenda kirîne û ji  rola rexnê mahrûm mane.

Îro li Kurdistan, ev stûxwarîya "ramana azad" ji van sebeban tê. Divê rewşenbîr û hunermendên Kurdistan, xwedî li postên xwe yên azad derkevin û biparêzin, ku raman hîn bêtir bêqîmet nebe. Rewşenbîr û hunermend ku vî rolê xwe nikaribe biparêze, nikare rexnegir be jî.

Têkoşîna Rizgarîya netewî, di geşkirina ruhê netewî de ye û ev bar jî li ser pişta Rewşenbîr û hunermendên azad e.
 

Nerina Azad
Vî nêrînê tevayî: 1608 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:39