Li Mûsilê navbera Pêşmerge û Heşdî Şabî de pevçûn çêbû

Li derdorê bendava Mûsilê di navbera hêzên Pêşmerge û milîsên Heşdî Şabî de pevçûnek derket.
18.10.2017, Çar - 10:13
Li Mûsilê navbera Pêşmerge û Heşdî Şabî de pevçûn çêbû
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Hêzên Pêşmerge li Mêhwera Rojavayê Dîcleyê, Şêx Elî  Rûmanî ji Rûdawê re ragihand, ji ber ku hêzên iraqî bêyî hemahengiye pêşwex li çeperên hêzên pêşmerge yên li Mûsila Kevin nêzik bûne, di navbera her du aliyan de şer derketiye.

Şêx Elî Rûmanî got: “Di encama şer de 8 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin ku yek ji wan piledar bûye. Herwiha pêşmergeyek jî şehîd bûye û 4 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.”

Şêx Elî herwiha da xuyakirin, “gelek zû şerê navbra her du aliyan hat kontrolkirin û niha rewş li deverê aram e û hemahengiyeke baş di navbera hêzên her du aliyan de jî heye.”

 

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:09:31