Beşar Esed careke din dijatiya mafên kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke li gel kanala RT ya Rûsî de, derbarê peyvendiyên li gel kurdan de ragehand, naha artêşa me gelek bihêztir e û beşkirina desthilatê li gel HSDê jî red kir.
11.11.2019, Pts - 12:11
Beşar Esed careke din dijatiya mafên kurdan li Rojavayê Kurdistanê dike
Nuçe Belav bike

Herwaha got: ‘’Rêkeftin li gel HSDê li ser bingeha wegera serweriya temamî ya hikûmeta Sûriyê ye, bi hemû navçeyên kurd ve û dûrxistina kurdan li sînor ku êrîşên Tirkiyê bê ragirtin.’’

Beşar Esed amaje bi wê yekê jî kir: ‘’Ez daxwaz li kurdan dikim bibin beşek ji hêzên hikûmetê, hindek ji wan ev yek pejirandine, lê hindekî din red dikin.’’

Esed dibêje: ‘’Pirsgirêka serekî li gel PYDê ye ku yekîneyên leşkerî bi wî navî ava kirine û PKK jî ser wan re ye.’’

Serokê Sûriyê got: ‘’Piraniya kurdan peyvendiyên baş li gel hikûmetê heye û piranî piştevaniya hikûmetê dikin, tenê ew nebin ku yên ser bi PYDê. Ew ji aliyê Amerîkayê ve piştevaniya wan tê kirin û li gel Amerîkayê pêkve neft bi qaçaxî dibin.’’

Esed got, PYD ji Amerîkayê acize, ji ber ew bi tenê hiştine li Sûriyê.

Berî naha fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbarê wê bangawaziya Esed de bersiv da û derbarê daxwaza rejîma Sûriyê ya têkelî hikûmetê bibin de du mercên wan hene a yekem: çarçoveya siyasî ya xwerêveberiya Rojavayê Kurdistanê wekî xwe bimîne, ya duyem jî; Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) wek hêzeke leşkerî yê serbixwe bimîne ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:13:19