HRW: Grûpên ser bi Tirkiyê ve rê nadin Kurd vegerin bajarên xwe

Rewangeha Mafên Mirovan derbarê binpêkirina grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ragihand, ku ew grûp xelkê sivîl gulebaran dikin û rê nadin malbatên Kurdî vegerin bajarên xwe.
27.11.2019, Çar - 20:15
HRW: Grûpên ser bi Tirkiyê ve rê nadin Kurd vegerin bajarên xwe
Nuçe Belav bike

Rêvebera Beşa Rojhilata Navîn di rêxistina Rewangeha Mafên Mirovan (Human Rights Watch) de Sarah Leah Whitson tekez kir ku ew navçeya ku niha ketiye destê Tirkiyê berevajî îddîayên wî welatî ne aram e û rojane binpêkarî rû didin.

Ew rêxistina navdewletî diyar dike ku li wê devera ketiye destê Tirkiyê û grûpên çekdar, xelkê sivîl tê gulebarankirin û rê li ber koçberên Kurd hatiye girtin ku vegerin bajarê xwe û herwiha hatiye destnîşankirin ku mal û milkê xelkê jî hatine talankirin.

Human Rights Watch dibêje, “Berevajî gotinên Tirkiyê yên bo avakirina navçeyeke aram, ew grûpên ku bo pêkanîna wê navçeyê tên bikaranîn  bi xwe binpêkirinan li dijî xelkê sivîl encam didin û cudahiya etnîkî pêk tînin.”

Herwiha HRW diyar dike, “Tirkiye û grûpên ser bi wê ve, bi destpêkirina operasyona leşkerî, navçeyên ku sivîl lê dijîn bêyî cudahî topbaran kirin, herî kêm 7 kes bêyî ku bên dadgehkirin kuştin, mal û dikanên sivîlan dagîrkirin û derbarê çarenivîsa xebatên rêxistinên mirovî yên li wan navçeyan ti zanyariyek jî belav nekirin.”

Human Rights Watch dibêje, “Grûpên çekdar ên nêzikî Tirkiyê, li ber çavê artêşa Tirkiyê, van reftaran encam didin.”

Rewangeha Mafên Mirovan kuştina xelkê sivîl û bicîkirina malbatên Ereb li nav malên Kurdan li Serê Kaniyê û Girê Spî û talankirina milkê welatiyan belge kirine û hejmareke mezin ji şahidhalan wergirtiye.

Herwiha Rewangeha Mafên Mirovan daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku dawî li kiryarên grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bîne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên wê, roja 9ê Cotmeha derbasbûyî êrişeke berfireh bo ser Rojavayê Kurdistanê dabûn destpêkirin û di encam de jibilî çend deverên din, bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ketibûn destê Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar de, li gor amarên Rêveberiya Xweser zêdetir ji 300 hezar xelkê sivîl koçber bûne û mal û warên xwe bicî hiştine.

Ew çekdarên girêdayî Tirkiyê jî Serê Kaniyê, Girê Spî û deevrên din, dest bi talan diziyê kirine ku di çendîn raportên navdewletî de jî ew kiryarên wan hatine tomarkirin û belavkirin.

Li Serê Kaniyê ku hêzên Kurdî piştî rêkevtina di navbera Rûsya-Tirkiye de, ji wî bajarê Rojava vekişiyabûn, çekdarên ser bi Tirkiyê ve dest danîbûn ser mal û milkê welatiyên Kurd û talan kiribûn.

Herwiha Tirkiyê jî qonaxa bicihkirina qoçberên Ereb li Rojavayê Kurdistanê dabû destpêkirin û berî çend rojan hejmareke koçberên Ereb ên li Tirkiyê li Serê Kaniyê bicih kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:57:39