Kurdên Bakur: Rojhilat ne bi tenê ye

Kurdên Bakurê Kurdistan ji ser tora medyaya civakî ji ser tweterê bi hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatnebitenê ne piştevaniya xwe bo raperîna xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.
21.11.2019, Per - 09:17
Kurdên Bakur: Rojhilat ne bi tenê ye
Nuçe Belav bike

Raperîna xelkê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir ji 5 rojane berdewam dike.  Ligel hemû hewleke serkutkirinê xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê li meydanên bajarên xwe ne û dijî hêzên rejima Komara Îslamî ya Îranê diwestin û êrîşî xwepêşanderan dikin.

Îşev gelek rewşenbîr û nivîskar, rojnameger û hunermendên kurd li Bakurê Kurdistanê ji ser twetterê bi hastagên #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê piştevaniya xwe bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.Herwiha hastaga #RojhilatKurdsAreNotAlone – #KurdênRojhilatNeBitenê di rêza yekem ya rojeva Tirkiyê da bi cî bû. 

Li gor zanyariyên BasNewsê heta di encama êrîşên hêzên emnî yên Îranê bo ser xwepêşanderan li bajarên Merîwan, Kirmaşan, Sine, Ciwanro. Bokan, Seqîzê nêzîkî 40 xwepêşander hatine kuştin û bi sedan xwepêşander jî birîndar bûne.

Herwiha ji roja destpêka xwepêşanderan rejima Tehranê înternet li seranserî Îranê qut kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:40