Li Kurdistan'ê 10 kes bi koronayê ketin

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişkinîn û geran li pey haletên nû yê Korona de, testa koronayê ya 7 kesên din li Hewlêrê pozîtîv bûye.
20.05.2020, Çar - 13:47
Li Kurdistan'ê 10 kes bi koronayê ketin
Nuçe Belav bike

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku 7 kesên din li Hewlêrê bi Koronayê ketin. Li Silêmaniyê jî 3 karmendên nexweşxaneya Şoreş bi Koronayê ketin û nexweşxane jî hat kerentînekirin.

 

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya pişkinîn û geran li pey haletên nû yê Korona de, testa koronayê ya 7 kesên din li Hewlêrê pozîtîv bûye.

 

Li gor daxuyaniya Wezaretê kesên bi vîrusa koronyê ketine; jineke 35 salî, du keçên 15 sal û 9 salî, ku hersê endamê malbata tûşbûyê ku duh hat dîtin û li niştecihê taxa Qetewî ya Hewlêrê ne, herwiha 4 zilamên din 53,42,42 û 29 salî ne û danûstandina wan li gel wî tûşbûyê duh hebûye, niştecihê taxa Seydawe, Komelgeha Şawês û Bineslawe û devera Germiyan in.

 

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê roja Sêşemê 19ê Gulanê pêketina koronayê ya 9 kesan li Sîlemaniyê û kesekî li Hewlêrê ragihandibû.

 

Bi tomarkirina van her heft kesan, hejmara pêketiyên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 431 kesan û ji wan rewşa 383 kesan baş bûye û 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 152 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:51:35