PDK û YNKê êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li dijî êrîşa Tirkiye li ser Rojavayê Kurdistanê rawestiyan û daxwaz dikin, pirsgirêk bi guftûgoyan bêne çareserkirin.
10.10.2019, Per - 09:30
PDK û YNKê êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî derbarê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de ji K24ê re ragihand, “Her dem li dijî operasyonên leşkerî ne, heger ji aliyê çi welatekî be. Em vê êrîşê şermezar dikin û bi tawan binav dikin.”

Daxwaz kir jî, Tirkiye ji encamdana operasyona xwe ya leşkerî bi paş ve vekişe û riya diyalogê bigire ber.

Her girêdayî bi êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  (YNK) Seidî Ehmed Pîre nîgeraniya xwe derbirî û got: “Piştî wan hemû civînên Cenêv û Astanayê, proseyê vedigerînin xala destpêkê, bi vê yekê jî karesateke mirovî ya mezin li navçê rû dide.”

 

 
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:51:13