Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şandina çekan bo Kurdistanê rast nîne

Serokatiya Herêma Kurdistanê red dike ku ti firokeyeke hilgira çek ji Îmaratê hatibe Hewlêrê û radigihîne, “Ew nûçe bi temamî bêbingeh e û ji hemû rastiyan dûr e.”
05.12.2019, Per - 19:28
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Şandina çekan bo Kurdistanê rast nîne
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî berpirs ji dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê derbarê îddîayên ku di beşek medayên Erebî û Kurdî de cih digirin ji Rûdawê re axivî.

Çavkaniyê berpirs ji Rûdawê re ragihand, “Ti rastî û bingehek bo wê nûçeyan nîne ku çend roj e li ser hinek televîzyon û malperên Erebî tên belavkirin û ji aliyê beşek ji malperên Kurdî ve jî tên veguhastin ku qaşo piştî serdana birêzan Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Îmaratê, 3 firokeyên balhilgir çek anîne û daketine bo firokeya navdewletî ya Hewlêrê.”

Çavkaniyê berpirs ji dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê dupat dike, “Ew nûçe bi temamî bê bingeh in û ji hemû rastiyan dûr in.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 215 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:54