Temellî: Serok Barzanî pêşengekî Kurd ê girîng e

Hevserokê HDPê Sezaî Temellî ragihand, Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin.
07.09.2019, Cts - 11:11
Temellî: Serok Barzanî pêşengekî Kurd ê girîng e
Nuçe Belav bike

Hevserokê HSDê Sezaî Temellî li Hewlêrê ji rojnamevanan re axivî û ragihand, ji zû de me dixwast serdana Herêma Kurdistanê bikin, lê ji ber rewşa Tirkiyê û keşûhawaya siyasî ya neasayî, zehmet bû derfet bê dîtin.

Derbarê armanca serdanê de Temellî da zanîn: Ev serdan ji bo me gelekî girîng e ji ber ku li cîhanê pirsa herî girîng a Rojhilata Navîn e û çareserkirina pirsa Rojhilata Navîn girêdayî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Siyaseta Cîhanê îro li Tirkiyê, Başûr û li Rojavayê Kurdistanê diyar dibe.

Herwiha got: Ji bo HDPê hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyê û hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn, xwedî berpirsyariyekê ne û ev serdana me berî her tiştî ji bo aştiyê bînin Rojhilata Navîn.

Amaje bi wê yekê kir: Serdana me jî pîrozbahiyê li Birêz Nêçîrvan Barzanî di erkê xwe yê nû wek Serokê Herêma Kurdistanê bikin û serkeftinê ji Parlemana Kurdistanê re bixawzin.

Hevserokê HDPê behsa rola Serok Barzanî kir û got: Birêz Masûd Barzanî pêşeng û serokekî Kurd ê girîng e û di çarçova siyaseta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê de dixwazin pêwendiyê bi wî re bikin. Herwiha dixwazin pêwendiyê bi hemû aliyên siyasî û saziyên vî welatî re danûstandinê bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:31:27