Bexdayê bo Enqerê: Operasyonên xwe yên yekalî rawestînin

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, bo wezaretê bang kirine û bi rêya wî hişyarî dane Tirkiyê.
16.06.2020, Sal - 21:59
Bexdayê bo Enqerê: Operasyonên xwe yên yekalî rawestînin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bo wezaretê bang kir û hişyarî dan ku artêşa Tirkiyê êrişên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna binkeyên PKKê, rawestîne.

Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz bi sedema êrişên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê, bo wezaretê bang kirine û bi rêya wî hişyarî dane Tirkiyê.

Li gor daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Iraqê liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê, li dijî rêkevtin û hiqûqa navnetewî û peywendiyên dotane yên cîrantiyê û serweriya hikûmeta Iraqê pênase dike û ew êrişên Tirkiyê şermezar kirine.

Iraqê  ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku operasyonên leşkerî yên yekalî demildest rawestîne û dibêje: “Hikûmeta Iraqê amade ye di warê parastina ewlehiyan sînoran de hevkariyê bike.”

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:33:41