DAIŞê êrişî Kifrê kir: 4 kes şehîd bûn û 8 kes birîndar bûn

Çekdarên DAIŞê li nahiya Kuleco li Kifrê bi heşt hawenan û çekan êrîş kir û di encamê de fermandeyek fermandeyek û 3 endamên asayiş û Dije Terora Kurdistanê şehîd bûne û 8 kesên din jî birînda bûne.
01.08.2019, Per - 13:05
DAIŞê êrişî Kifrê kir: 4 kes şehîd bûn û 8 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Berpirsê Komîteya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Gulaleyê Xelîl Xudada ji Rûdaw re ragihand ku çekdarên DAIŞ duh şev saet 22.50 li nahiya Kuleco li Germiyanê bi heşt guleyan êriş kir û yek li binkeya asayişa Celewla ketiye.

 

Xelîl Xwadada diyar kir ku di destpêkê de çekdaran bi hawen êrişî nahiya Kelecoyê kirin û piştre bi çekên qenas êrişî binekeyeke asayişê kirin ku piştî bûyerên 16 Cotmehê hêzên asayişê ji wê derê vekişiyabûn.

 

Xudada da zanîn ku di encamê de Fermandeyê Oprasyonên Germiyanê Aso Celal ligel karmendikî din ê asayişê bi navê Heyder Fuad şehîd bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Germiyan Hello Mihemed diyar kir ku çekdarên DAIŞê bi hawenan êriş kir û du ji wan neteqane.

 

Hello Mihemed da zanîn ku çekdarên DAIŞê bi bombeyeke vedayî êrişê otomobîla hêzên Dije Terorê kirine û di encamê de du karmendên Dije Terorê bi navê Piştewam Mihemed û Berzan Ehmed şehîd bûne.

 

Di nav birîndarên êrişê de 2 kes sivîl in, 4 endamên Dije Terorê ne û 2 kes jî karmendên asayişa Kurdistanê ne.

 

Xelîl Xudada piştrast kir ku fermandeyek û 3 karmendên asayiş û Dije Terora Kurdistanê şehîd bûne û herwiha da zanîn ku 8 kesên din birîndar bûne û birîna 2 kesan jî dijwar e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:06:21