Dihête çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî fermana destbikarbûna cîgirên xwe derbixe

Parlementerê Tevgera Goran li Parlementoya Kurdistanê Celal Mihemed Emîn da zanîn ku di demeka nêzîk da we Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryara destbikarbûna cîgirên xwe derxe.
14.07.2019, Paz - 10:42
Dihête çaverêkirin Nêçîrvan Barzanî fermana destbikarbûna cîgirên xwe derbixe
Nuçe Belav bike

Celal Mihemed Emîn ji BasNewsê ra axivî û da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî wê biryara destbikarbûna cigîrên xwe der bixe û erkên wan diyar bike. Celala Mihemed Emîn got:”Ligor yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê cîgirên serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê va dihên diyarkirin û Nêçîrvan Barzanî jî desthilat e û erkên cîgirên xwe destnîşan dike.”

Ligor rêkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê divê hebin yek ji wan ji Tevgera Goranê Mistefa Seyid Qadir e yê din jî ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 182 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:00:47