Du bajarên Kurdistanê wek bajarên dahêner li cîhanê hatin naskirin

Îsal di roja cîhanî ya bajaran de ku salane di 31ê Cotmehê de tê lidarxistin, rêxistina UNESCOyê 66 bajarên cîhanê xiste nav lîsta bajarên dahêner ên cîhanê, ku herdu bajarên Kurdistanê, Silêmanî ji Başûrê Kurdistanê û Sine ji Rojhilatê Kurdistanê ve jî di vê lîstê de ne.
01.11.2019, Cum - 13:04
Du bajarên Kurdistanê wek bajarên dahêner li cîhanê hatin naskirin
Nuçe Belav bike

Rêxistina UNESCo ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, bajarê Silêmaniyê weke bajarê dahêner di warê Edebiyatê de û bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jî weke bajarê dahêner di warê muzîkê de, weke du bajar ji 66 bajarên dahêner li ser asta hemû cîhanê destnîşan kiriye.

UNESCO wan bajaran weke bajarên dahêner tomar dike, ku di warên muzîk, hunerên niştimanî, dîzayn, sînema û edebiyatê de dahêner in û dahênanên wan hene.

Bi lîsta îsal re, hejmara bajarên pêşkevtinxwaz û dahênerên li cîhanê ku di lîsta UNESCO de cih digirin, gihîşte 246 bajaran.

Bajarê Silêmaniyê di sala 2012an de ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke paytexta rewşenbîrî li Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin. Bajarên ku dibin endamên bajarên dahêner di lîsta UNESCOyê de, dive pabendî stratejiya pêşxistina rewşenbîriyê û cîbicîkirina wê bi baştirîn şêwe bin.

Sine jî weke paytexta muzîka Kurdistanê tê naskirin û bi dehan hunermendên mezin ên weke Nasir Rezazî, Mezher Xaliqî, Grûpa Kamkaran, Seîd Ferecpûrî, Grûpa Endelîbiyan û gelek grûp û hunermendên din ji vî bajarî rabûne û ketina nav cîhana muzîka Kurdî.

Rêveberê Giştî yê UNESCOyê, Audrey Azoulay dibêje, ew bajarên di lîsta bajarên dahêner ên vê saziyê de endam in, her yek bi rêya xwe ya taybet kultura xwe kirine bingeheke sereke ji stratejiya xwe, ku di berjewendiya dahênanên siyasî û civakî de ye û ew yek sûdê digihîne nivşê pêşerojê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 782 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:20:50