Lavrov ligel serkirdeyên Kurdistanê civiya

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Hewlêrê ligel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiya û di hevdtînan de peywendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.
07.10.2019, Pts - 21:47
Lavrov ligel serkirdeyên Kurdistanê civiya
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro Duşema 7ê Cotmehê piştî serdana xwe ya Berxdayê saet 18.40 Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Yekem hevdîtina Sergey Lavrov li Hewlêrê ligel Mesrûr Barzanî bû. Lavrov pişt re serdana Serok Mesûd Barzanî kir.

Lavrov piştî hevdîtina ligel Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Mijarên sereke yên hevdîtinan peywendiyên siyasî, aborî û leşkerî bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 95 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:12:45