Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bo Karûbarên siyasî John Rod kir.
26.11.2019, Sal - 09:01
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka dike
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de ku Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed amade bûn, Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka pabendbûna Amerîka ji Herêma Kurdistanê re tekez kir û amaje bi wê kir, ku serdana Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bo Hewlêrê, tekezkirina wê piştevaniya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re bû.

Birîkarê Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka herwiha tekezî li berdewamiya alîkarîkirina hêza Pêşmerge û girîngiya berdewambûna hevahengiyê di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqî bo rûbirûbûna gefên DAIŞê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Amerîka kir û tekez kir, ku Herêma Kurdistanê wek fakterekî seqamgîrbûna ewlehiyê li navçeyê rola xwe digire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:36:49