Nêçîrvan Barzanî: Jinavbirina Bexdadî pêngaveke mezin a şerê li dijî terorê ye

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di derbarê kuştina Xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî de peyamek belav kir û têde ragihand, ew jinavbirina Ebûbekir Bexdadî serê rêxistina terorîstî ya DAŞê bi pêngaveke mezin ya şerê dijî terorê bi nav dikin, lê bidawîhatina teror û îdeolojiya DAIŞê nîne.
28.10.2019, Pts - 12:38
Nêçîrvan Barzanî: Jinavbirina Bexdadî pêngaveke mezin a şerê li dijî terorê ye
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, qurbaniyeke zêde bo jinavbirina terorê daye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha dibêje,“kuştina Bexdadî piştî jinavbirina bi nav Xelafeta DAIŞê pêngaveke girîng e, lê nayê wateya dawîhatina teror û îdeoloiya DAIŞê, hîna jî metirsiya careke din bihêzbûna terorîstan zêde ye, DAIŞ û grûpên weke wê di navçeyê de hîna di tevgerê de ne û gefê li cîhanê dikin, lewra pêwîst e civaka navdewletî ji alîkarî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna terorê berdewam be.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, hewlên Amerîka û hemû aliyên beşdar ji bo serkeftina operasyonê bilind dinirxîne, bi hemû awayekê di alîkariyên xwe yên bo civaka navdewletî de ji bo şerê li dijî terorê berdewam dibe.

Nêçîrvan Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê îdeolojî û hizra tarî ya DAIŞê bibe, ji bo ku rê li ber serîhildana DAIŞê û careke din bihêzbûna terorê bê girtin.

Îro Yekşemê 17ê Cotmeha 2019an, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekê fermî kuştina xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de piştrast kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 83 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:41