Serok Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke nîştîmanî heye

Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê radigehîne: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke serbazî nîştîmanî heye û nabe Pêşmerge bi xwe qebûl bike ku hizbî be.
12.11.2019, Sal - 19:17
Serok Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke nîştîmanî heye
Nuçe Belav bike

Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di gotarekê de li rêûresma derçûn gera 26ê ya pêgehandina efserên Kurdistanê li kolîca serbazîya Zaxo tekez kir, ku gera pêgehandinê pêwîstîyeke giringe bo efseran û geşepêdana şîyanên mirovî bingeha pêşkevtina civakê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê ragehand jî: Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke serbazî nîştîmanî heye ku nabe bo aramncên hizbî bihên bikarhînan.

Nêçîrvan Barzanî got: Pêşmerge li cîhanê bi simbula îradeyê hatîye nasîn û Herêma Kurdistanê şanazîyê bi Pêşmerge dike û nabe Pêşmerge bi xwe jî qebûl bike ku hêzeke hizbî be.

Amaje jî da: Zanista serbazî wek her zanisteke din xwedî paşxan û bingehên zanistîyên taybet bi xwe hene û milbimil li gel pêşkevtinên teknelocîya û keresteyên cengî bi berdewamî di pêşkevtin û nûvebpnê de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê ragehand jî: Berdewamîdan bi pêgehandina efseran giringîyeke hetmîye bo Herêma Kurdistanê û perwerdekirina wan li ser bingeha nîştîmanperwerî, mirovdostî û hestkirin bi berpirsyartîyê, cengawerên xwedî bawer û berevanên xwedî îrade di maf û behayên nîştîmanî û mirovanîyê berhem dihîne.

Nêçîrvan Barzanî got: Pêşmerge û tevahîya hêzên çekdarên Herêma Kurdistanê, hêzên hûre bilind, aştîxwaz û jîyan dostin. Pêşemerge li ser asta cîhanê bi simbila îrade û berevanîyê li şaristnaîyetê û mirovanîyê hatîye nasîn û xwedî paşxaneke mezine ji hizr û bawerîya behayên mirovanîyê.  

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 121 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:58:24