Serok Neçirvan Barzanî: Pêwîste Îraq qerebûya kesukarên enfalkiriyan û ziyanlêketiyên Kurdistanê bike

Êvariya îro çarşem 31.07.2019 bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Barzan rêwresmek ji bo 36 saliya salvegera Enfalkirina Barzaniyan birêveçû.
01.08.2019, Per - 12:01
Serok Neçirvan Barzanî: Pêwîste Îraq qerebûya kesukarên enfalkiriyan û ziyanlêketiyên Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Li vê rêwresmê da ku birêz Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê, Dr Beşîr Xelîl Cîgirê Serokê Encumena Nûnerên Iraqê û hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlementerên Iraq û Herêma Kurdistanê û Konsol û dîplomatkar û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û nûnerên aliyên siyasiyên Kurdistanê amade bûn, birêz Serokê Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê gotarê ye:

Amadebûyên birêz..

Kurdistaniyên xweşdivî..

Kesukarên Barzaniyên Enfalkirî..

Xelkê Devera Barzan…

Roja we baş û hûn hemû bixêrhatin. Spasî beşdariya we hemûyan dikim ku îro li vir kombûne ji bo rêzgirtina li bîranîna 36 saliya Enfalkirina Barzaniyan.

Bi xêrhatina Konsol û nûnerên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê dikim, bixêrhatin! bixêrhatina hêzên siyasiyên Kurdistanê dikim ku îro li vir kerem kirine, bixêrhatin!, Parlementer, Seroka Parlemen, Serokê Encumena Wezîran, ew hemû birêzên ku kerem kirine, hûn hemû bixêrhatin.

Birêzan..

Bîranîna tawana jenosayd û enfalkirina Barzaniyan, îsal ji salên din xemgîntir û bi bandortire. Çend rojeke careke din çavê me li çol û biyabanên Iraqe. Çavên me li gundê Şêxulbadiye ya nêzîkî Nugre Selmane, ku termê zêdetirê 75 Kurdên enfalkirî têda hatiye dîtin û hemû jî jin û zarokin. Dîmen gelek dilhejînin. Zarokên sawa hatine dîtin ku li himbêza dayika xwe da hatiye gullebaran kirin û bi tundî sîngê dayika xwe girtiye. Jineka din hatiye dîtin pênç zarokên biçûk bi tenîşta wê ve hatiye gullebaran kirin. 

Em kesukarên qurbaniyên Enfal û jenosayd ji Germiyan ve heta weku Behdînan, em xelkê Kurdistanê, kûrahiya dil û derûna me careke din bi van dîmenan ve hejiya. Careke din dîmena gullebaran û zîndî bi çalkirina 182 hezar kesên bê tawan û medenî ya xelkê me yê Kurdistanê li wê çol û biyabanan da tê ber çav ku tenê li ser Kurdbûn û niştimanperweriyê, bi kom hatin şehîd kirin.

Heta niha tenê termê 2672 şehîd, ji wan 182 hezar enfalkiriyan li Kurdistanê hatine vegerandin. Ji 8 hezar Barzaniyan jî tenê termê 596 şehîd li Barzan hatine vegerandin û li vir li axa pîroza Kurdistanê hatine veşartin. Peydakirina her gorekî bi kom, dîtin û anîna her termek, hemû gelê Kurdistanê dixe nava şîn û matemîniyê. Ji ber ku awayê girtin û enfal û şehîdkirina xelkê Kurdistanê li dîroka hemdem ya cîhanê da gelekî kêmwêneye.

Amadebûyên birêz..

Îro em li vir bîranîna 36 saliya jenosayd û enfalkirina 8000 Barzaniyan dikîn. Roja 31 ê temmûza sala 1983, her zilam û xorteke Barzanî bûbê, li cem rejîma Iraqê tawanbar bûye û hatine girtin. Piştî heyvek hemû li çol û biyabanên parêzgeha Musenna hatine gullebaran kirin û xistine nava gorên bi kom ve.

Ew Barzaniyên li komelgehên bi zorê yên Quştepe, Behirke, Herîr û Diyana hatin destgîr kirin, dawiya salên heftiyan hemû gundên devera Barzan hatin rûxandin û 2925 malbatên Barzanî li wan komelgehên bi zorê da hatin nîştecîh kirin, paşê jî hemû bi kom hatin enfal kirin.

Jiyana jin û zarokên Barzanî piştî wê enfalkirinê, gelek dijwartir bû. Wê demê erkê jiyana malbatan bi tevahî kete ser milê jinên serbilindên Barzaniyan. Zarokên xwe li nava mergesat û rewşeke gelek nexweş da mezin kirin.

Gelek ji zarokên Barzaniyan neçar bûn bi sedema tirs û xeraptirbûna jiyana malbatên xwe ve, dev ji xwendinê berdin. Malbat bi sedema enfalkirina serxêzanê ve bi tevahî jiyana wan têkçû. Hemû ew jin û zilamên ku ji helmeta enfalkirinê rizgar bûn, li tirsekî berdewam da bûn û çaverê bûn ew jî rojek bêne girtin. Ew rewşa nexweş ku li ser gelê Kurdistanê û li ser Barzaniyan da hat, li bin desthilata rejîma Iraqê da, heta wekî raperîna 1991 ê berdewam bû.

Lê belê dayikên Barzanî, bi serbilindî û bi îradeyekî polayî ve rûbirûyê dijwariyên jiyan û qederê bûn. Li aliyek ji bo zarokên xwe bûne bav û bi ked û karkirinê debara jiyanê peyda kirin, li aliyeke din ve jî zarokên xwe bi giyanekî bilinda Kurdane perwerde û mezin kirin. Îro dibînîn ew zarok xort û lawên bi şiyan û jêhatî û îro jî xizmeta Kurdistanê û gelê xwe dikin. Destê yek bi yekê wan dayikên rûsipiyan maç dikim û spasiya wan dikim. Herdem em qerzdarê wan dayikên dilovan û delalîn, çi li vir li Barzan, çi li Germiyana xweragir bin.

Li vir da ku behsa jiyana wan malbatên Barzaniyan dikîn, pêwîste wekî hemû carek spasî camêriya xelkê Hewlêr û dewrubera wê bikim ku Kurdane û mirovane hindî bi wan hate kirin bi awayeke nihênî hevkariya malbatên Barzaniyan kirin. Birastî Hewlêra xweşdivî wekî herdem camêriyê nîşanda. Her wekî çawa paşê jî camêriyê beramber derbeder kiriyên Behdînan û Kurdên derbederkiriyên Şebek re jî nîşandan. Gelek spas ji bo xelkê xweşdiviyê Hewlêrê, hûn yarmetîdereke mezin bûn ji bo sernegirtina tevahiya planên rejîmê, ji bo jenosaydkirina Barzaniyan. Spas ji bo xelkê Herîr û Batas û Diyana û Soran û dewrubera wan, ku birastî wan jî li gor karîn û şiyana xwe hevkariya Barzaniyan kirin.

Enfalkirina Barzaniyan bi hemû pêverek jenosayd bû. Ji ber wê jî piştî rûxandina rejîma Be’es, Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê roja 11ê gulana 2011 biryara jenosaydnasandina Enfala Barzaniyan derxist.

Birêzan...

Barzan û gundên navçeyê çendîn car hatin rûxandin û şewitandin. Yekemcar li Rojhilata Navîn da salên bîst û sihên sedsala derbasbûyî, Barzan bi Napalm û bombên tewqîtkirî dem diyarkirî ve hatin bombebaran kirin. Ji ber ku bibû navenda raperîn û şoreşê, ew tevger jî ji baweriyeke kûr ve çavkaniyê werdigirt.

Barzan xwedî pêgehekî îrfanî û dab û nerîta mirovaneya bilinde. Barzanî jî xwedî dîrokeke şoreşgeriya kevnarin. Eqîde û baweriya Barzan, eqîdeyekî gelek reg dakutaye, armancên wê jî gelek mirovane bûn. Hemû Barzaniyek li gor wê eqîdeyê, xwe bi berpirsiyar dîtiye beramber bi xweda, ji ber wê jî xwe bi xwedî erk dîtiye beramber hemû bûnewerekî xweda.

Barzanî ji bo parastin û bergirîkirina li maf û jiyana hemû mirovan bi hemû olên xwe ve xwe bi berpirsiyar zaniye. Bi sedema wê eqîdeyê ve danîna yasa û rêsayên parastina balindeyan, giyaneweran û jîngehê bi giştî kiriye erkê xwe. Parastina mafê jinan û zarokan yek ji taybetmendiyên malbatên li Barzan bûye. Parastina mafê cotyaran li devera Barzan, sîstema derebegî li navçeyê da hatiye helweşandin, ewe jî li gor heman wê eqîdeyê ye û çavkaniya wê jî ew bîr û bawerî bû.

Barzanî li wê baweriyê da bûn ku dadperwerî li bindestî û li sîtem da nayê dirust kirin, ji ber wê yekê ji bo bi dest ve anîna dadperweriyê, dijî sîtemê raperîne. Gelek bi nebûniyê da, bi baweriyeke zêde ve û bi navê rizgariya xwe û dewruber û neteweya xwe xebatê kirine.

Li Barzan, Mizgeft, Dêr û Kenîşte li tenîşt hevdû bûn, dadperweriya di navbera Misilman û Mesîhî û Cihûyan jî ewqas li asteke bilind da bû, Mesîhî û Cihûyên navçeyên dewruber hêviyên xwe anîne cem Şêxên Barzan ji bo parastina wan û wergirtina mafên wan ji xelkeke din.

Eqîdeya Barzan, berdewam bi navê yasa û rêsaya mirovayetiyê da geş kiriye û guhertineke civakî ya mezin dirust kir. Piştî wê gelek bi berfirehî û eşkereyî ew eqîdeye derbasî hilgîrsandina şoreş û destpêkirina xebata neteweyî, bi taybetî li serdema Şêx Abdulselamê Dûyem da.

Şêx Abdulselam Barzanî, zana û mezinên Kurdistanî li ser mafên niştimanî û neteweyiyên Kurd rêkxist û komkir. Daxwaziyên gelê Kurdistanê bi awayeke nivîskî li komek xalên gelek rûn û zelal da gihande Împaratoriyeta Osmanî û zilhêzên wê demê. Ji ber wê jî Şêx Abdulselam Barzanî bi danerê yekemîn manîfesto û rêbaza tevgera rizgarîxwaziya niştimaniya Kurdistanê tê zanîn.

Piştî sêdaredana Şêx Abdulselam Barzanî li sala 1914, eqîdeya Barzan li ser destê Şêx Ehmedê Barzanî (Xudanê Barzan), li her sê rûyê olî û civakî û şoreşgeriyê ve li geşkirineke ber bi çav de berdewam bû.

Barzanî li rûyê rûhiyê ve zêdetir geş kirin, her wiha parastina jîngeh û giyaneweran û balindeyan zêdetir belavkirin û wê baweriyê bihêztir kirin. Ji ber ku piştî belavbûna çek û teqemeniyê, Xudanê Barzan gelek rênimayiyên nû yên bi hûrî ji bo parastina jîngeh û giyaneweran û balindeyan ji destê mirov derxist. Her wiha rênimayiyên Xudanê Barzan gihîştin wê yekê ku hana Barzaniyan dida eger li ser rûbarên gelek mezin jî bin, nabê zêdetirê pêwîstiya xwe, wan bikarbînin û nabê wan bi vala û beredayî bavêjin.

Her wiha cenabê Şêx Ehmed, xelkê fêrdikir li ser tehemmulkirin û hedarkirina ji bo tu sîtemkar û zordarek. Dema piştî rûxandina Komara Demokratîka Kurdistanê li Mehabad, li gel malbatên xwe û hejmareke zêdeyê Barzaniyan ve vegeriya Iraqê, heta sê salan li benda bi cîhkirina hukma li sêdaredanê û neh sal hukma zîndaniya heta hetayî da, ya ji bilî zêde daxwazkariyê, amade nebû nameyek ji bo Melîk binivîsê û daxwaza lêborînê jê bike. Belku her li zîndanê da ma heta ku li gel rûxandina rejîma Melekî û dirustbûna Komariyê da hate azad kirin.

Bi sedema yekgirtiyî û girêdayîbûna wan ya bi eqîde û kirdara li gel hevdû, Barzan û Barzaniyan rol û pêgeheke mezin li dîroka xebata gelê Kurdistanê da hebûye. Yekgirtiyiya xwe diparêzin, ji bo ku hêzekî bi bandor bin ji bo mafên gelê Kurdistanê û dadperweriyê. Ji ber ku Barzanî bi vî awayî hatine perwerde kirin û ji wê jî kêmtir bi hêjayî dîroka xwe nabînin.

Eqîde û kultûra Barzan, rêyek bûye ji bo razîbûna xweda li mirov û razîbûna mirov li hevdû, ji ber wê jî hemû Barzaniyek ku xwedî eqîdeyekî rastîn bûbê, çavê wî li wê bûye xweda û dewrubera wî bi kirdarên wî jê razî bin, neku bi xwe sepandinê. ji bo wê yekê Barzan tu demekî xwe xwesepand û sîtemê jî bi tu awayekî qebûl nekiriye, ji ber wê jî berdewam ji bo dadperwerî û azadiyê li nava şoreşê da bûye.

Kurdistaniyên xweşdivî..

Em îro ku rêzê li bîranîna Enfalkiriyên Barzanî digrîn, li heman demî da bîranîna Enfalkiriyên Germiyan, Behdînan, şehîdên kîmyabarana Helebçe, Balîsan, Şêx Wesanan û bêserûşûnkirina Kurdên Feylî dikîn, bîranîna komkujiya Şingalê dikîn.

Silav û rêz û pêzanîn ji bo wan hemû dayikên dilovan û camêraneya piştî enfalan her ji Germiyan ve heta Barzan û Behdînan, erkê dijwar jiyandin û perwerde û mezinkirina zarokan girtin stûyê xwe. Ew hemû hilgirê heman jan û derdeserî û sembola wê sîtema mezinin ku li gelê Kurdistanê hatiye kirin. Gelek car li bîranîna enfalan da, min li vir li Barzan, dayik û xelkên Germiyanê dîtiye, min li Germiyan jî dayik û xelkên Barzanî dîtiye. Ew hilgirê hevbeşê heman hest û soz û heman azar û êşên hevbeşin. Silav li wan bê û destên wan maç dikim.

Li bîranîna Enfalkirina Barzaniyan da, tekez li wê yekê dikîn ku li gor destûrê Iraqê û biryarên Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê û rûpêwên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li berê da, Hikûmeta Federal ya Iraqê pêwîste qerebûya kesukarên enfalkiriyan û ziyanlêketiyên Kurdistanê bike.

Carekî din ji vir ve wê daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dikîn ku pabend bê bi wan biryaran û qerebûya ziyanlêketiyên enfalkiriyên Kurdistanê bike.

Carekî din bixêrhatina we yên birêz dikim û hezaran silav ji bo giyanê şehîdên jenosayda Barzaniyan û enfalkiriyên Germiyan, Behdînan, şehîdên Helebçe, Şingal û hemû Kurdistanê re dişînîn.

 

Bixêrhatin

Gelek spas..

 
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:08:31