Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Xameneyî kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî sersaxî li Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî kir û got ku “Sulêymanî di şerê dijî dîktatoriyê de ligel me bû û herwiha di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir.”
06.01.2020, Pts - 23:14
Serok Nêçîrvan Barzanî sersaxî li Xameneyî kir
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo kuştina Fermandarê Supaya Quds a Îranê Qasim Sulêymanî nameyek ji Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî şand û têde sersaxî li wî kir.

Nêçîrvan Barzanî dibêje kuştina Qasim Sulêymanî li ba xelk Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê cihê nîgeraniyê.

Di nameya xwe de Barzanî gotiye: “Birêz Sulêymanî di şerê li dijî dîktatoriyê de ligel me dost bû û di şerê di şerê dijî grûpa terorîst a DAIŞê de piştevaniya me dikir. Bi şêweyekê ku çend caran ji aliyê hemû berprisên Iraq û herêmê ve rêz li zehmet û fedakariyên wî hatine girtin.”

Barzanî herwiha anî ziman ku ew bi navê xwe û xelkê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Rêberê Îranê Ayetullah Xameneyî dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:43:22