Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşa li Qamişlo şermezar kir

Serokatîya Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li bajarê Qamişloyê bi tûndî şermezar kir.
19.08.2019, Pts - 08:43
Serokayetiya Herêma Kurdistanê êrîşa li Qamişlo şermezar kir
Nuçe Belav bike

Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê îro yekşemê 18- 08- 2019an derbarê êrîşa îro ya rêxistina terorîstî ya DAIŞê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya Serokatîya Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Bi tundî wê êrîşa terorîstî  şermezar dikîn ku terorîstên DAIŞê îro yekşemê 18/08/2019 li bajarê Qamişlo encamdan û ziyana canî û madî pêkhat û her wiha li Heseke jî mînek bi otombêlek da hate teqandin û kesek jî birîndar bûye.

Serxweşiyê li xizmên qurbaniyan dikîn û hevxema wanîn, hêviya zû başbûnê jî ji bo birîndaran û berketiyan dixwazîn.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da amaje bi wê yekê jî hatiye kirin serhildana tevger û livîna terorîstên DAIŞê û karê terorîstiyên wan li navçeyê de, gef û metirsiya rasteqîne ne û li ser asta welatên navçeyê û navdewletî jî pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya zêdetir û karê cîdidîtir heye ji bo rûbirûbûn û ji nav birina wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 106 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:33:24