Amerîka hêzên xwe vedigerîne Rojavayê Kurdistanê

Amerîkayê hejmareke hêzên xwe yên ku bi destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê re ji navçeyê vekişandibûn, dubare vedigerîne.
02.01.2020, Per - 10:23
Amerîka hêzên xwe vedigerîne Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Hejmareke ji wan hêzên Amerîkî dubare vegeriyan binkeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û her wiha karwanên çek, teqemenî, kelûpelên lojîstîkî û otomobîlên kar ji bo wê navçeyê veguhestine.

Li gorî axaftinên xelkê, leşkerên Amerîkayê ji wan dipirsin ku ka gelo hûn dixwazin hêzên Amerîkî li vir bin, an jî yên Rûsî. Lê tişta ku ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê girîng ew e ku hêzên li wir nehêlin ku Tirkiye û grûpên çekdar êrîşan bibin ser bajarên wan.

Vekişîn û vegera hêzên Amerîkî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi dirêjiya sala 2019an, di rojevê de bû, heta niha jî ew mijar berdewam e.

Piştî biryara Waşintonê, ku tenê ew ê nêzîkî 600 leşkerên xwe li wan navçeyan bihêle, careke din dest bi anîna hêz û pêdawîstiyên lojestîkî û leşkerî kiriye.

Di nava çend rojên bûrî de, hêzên Amerîkî vegeriyane hinek binke û navçeyên ku jê vekişiyabûn.

Ji wan jî, binkeya Til Beyder li bakurê Dirbêsiyê.

Herwiha Behsa wê yekê tê kirin ku hêzên Amerîka amadekariyan dikin ku binkeyekê li bakurê Til Temir dirust bikin.

Di pêşhateyeke nû de, şeva Duşemê jî, karwanekî Amerîkî ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li gorî peyamnêrê Rûdawê ji Qamilo, nêzîkî 100 barhilgiran li xwe digirt.

Di wî karwanî de alîkariyên lojestîkî û leşkerî hatin veguhastin bo navçeyên Dêre Zor li rojhilatê Sûriyê û Şedadê li başûrê Hesekê û Qesrok li nêzîkî bajarê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê.

Di nav karwanê Amerîkî de, çek, tank, zirîpoş û otomobîlên leşkerî hebûn.

Ji destpêka Mijdara 2019an ve, Amerîka hêzên xwe li hinek binkeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih dike, bi awayekî ku bi sedema dûbare vekişîn û vegera wan hêzan, guhertin di nexşeya belavbûna hêzan de dirust dibe.

Hêzên Amerîkî ligel destpêkirina êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, 9ê Cotmeha 2019an, piraniya binkeyên xwe bicih hiştin û derketin.

Derbasbûna hêzên Amerîkî bo Sûriyê, hevdem ligel Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, ji Îlona 2014an ve destpê kiribû.

Hêzên Amerîkî li wan navçeyan jî bicih bûne, ku li jêr destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ne.

Bêhtir ji 22 xalên leşkerî yên hêzên Amerîkî li Sûriyê hebûn, lê hinek ji wan binkeyan hatin valakirin.

5 binke li Parêzgeha Hesekê. 4 li Dêre Zorê. 5 li Reqayê hebûn.

Li gorî zanyariyan, nêzîkî 300 leşkerên Amerîkî li binkeyên Dêr Zorê hene û niha hinek hêzên din hatin şandin bo wan navçeyan.

Yekê Berfanbara 2019an jî 20 barhilgirên Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:08:37