Amerîka ji Almanyayê daxwaz dike ku leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê

Amerîka daxwaz ji Almanya dike ku leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê daku rahênanê bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bike û Waşinton li bendê ye ku di vê mehê de Berlîn bersiva daxwaza wan bide.
07.07.2019, Paz - 11:47
Amerîka ji Almanyayê daxwaz dike ku leşkerên xwe bişîne Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Şandeyê Taybet yê Amerîka bo Sûriyê û şerê DAIŞê James Jeffrey ji rojnameyên Welt am Sonntag û Deutsche Presse Agentur yên Almanî re ragihandiye ku ew dixwazin leşkerên Almanî cihê hin leşkerên Amerîkî li Sûriyê bigirin û ew çaverê ne di vê mehê de Almanya bersiva wan bide.

 

Amerîka dixwaze hinek erkê xwe yê li dijî DAIŞê yê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li ser hevpeymanên xwe parve bike û ji bo vê mebestê, roja înê Şandeyê Taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey serdana Berlînê kiribû.

 

Erkê artêşa Almanyayê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hevşêweya artêşa Amerîkayê dibe ku ji perwerde û rahênan, lojîstîk û alîkariya teknîkî pêk tê. James Jeffrey dibêje ku ew li benda bersiva zelal a Almanyayê ne û hêvî dikin ku Almanya roleke mezintir bilîze.

 

James Jeffrey geşbîn e û dibêje: “Ez bawer im ku hinek hevpeyman dê leşkeran bişînin. Di heman demê de amaje bi wê yekê dike ku alîkariya sivîl û madî jî pêwîst e.

 

Jeffrey amaje bi hejmara diyarkirî ya leşkerên Almanyayê nekiriye ku pêwîst e Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) perwerde bikin, lê dibêje: “Hêzên xwecihî dikarin bi başî bi ser DAIŞê de serkeftî bibin. Lê belê pêwîstiya wan bi piştgiriya navdewletî heye weke alîkariya esmanî, alîkariya lojîstîk, perwerde û rahênan û alîkariya teknîkî.”

 

Erkê beşdarbûna artêşa Almanyayê di şerê dijî DAIŞê de ku bi biryara parlamentoyê jê re hatiye spartin di 31ê Cotmeha îsal de bi dawî dibe. Lê li gor daxuyaniyên rayedarên Berlînê, heta saleke din jî dê were dirêjkirin, li gel dirêjkirinê jî ji bo şandina hêza leşkerî bo welatekî din, divê Parlamentoya Almanyayê bi dengdanê rê bide hikûmetê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 302 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:29:04