ENKS daxwaz ji civaka nêvdewletî dike kar bo rawestandina gefên Tirkiyê bike

Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê daxwazê ji civaka nêvdewletî dike kar bo rawestandina gefên Tirkiyê bike.
09.10.2019, Çar - 13:53
ENKS daxwaz ji civaka nêvdewletî dike kar bo rawestandina gefên Tirkiyê bike
Nuçe Belav bike

Emîndarîya giştî ya Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê di daxuyanîyekê de ragehand, gefên Tirkiyê bi encamdana êrîşekê bo ser rojhelata Furatê û daxuyanêyên girûpên çekdar, cihê şermezarîyê ne, tiris û dilgiranîyek li cem tevahîya pêkhateyên navçeîyê durist kirîye. ENKSyê guhertina demografî red dike û radigihîne jî, Heke Tirkiyê gefên xwe bicîh bihîne; dê karvedanên nerênî bi xwe re bihîne û xelkê navçeyê rastî awarebûn û penaberîyê dê bibe û bandoreke nerînî li ser proseya siyasîya Sûriyê bike.

Herweha ENKSyê di daxuyanîya xwe de bang li civaka nêvdeweletî û hemû alîyên grêdayîyê pirsa Suriyê bi taybet Neteweyên Yekgirtî kir ku kar bo rawestandina gefên Tikiyê bike û çareyeke aştîyane ji wê pirsê re bibîne.

ENKSyê ragehand jî, PYD bi takalî kar dike û nahêle nêzîkbûnek di nava alêyên Kurdî de çê bibe.

dazanîn jî, çareya paraztina navçeyê ji karesatê, avakirina rêveberîyeke hevbeşe ji hemû pêkhateyên navçeyê û avakirina hêzeke hevbeşe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:52:32